ERDEXAN - Namzetê HDP'ê yê Erdexanê Ozturk Polatê ku di rojnameyên cuda de nûçegihanî kiriye, diyar kir ku armanca wan ew e ku ew rêjeya 7'ê Hezîranê derbas bikin.
Namzetê HDP'ê yê Erdezanê rojnamevan Ozgur Polat, di çapemeniya herêmî, rojnameya Evrensel û Cûmhûriyetê de nûçegihanî kiriye. Polat, bilêv kir ku berê bibe namzet di şîrketekê de dixebitî. Her wiha bi navê "Sirgun" pirtûkeke çîrokan a Polat jî heye.
‘ARMANCA ME EW E KU EM JI 7'Ê HEZÎRANÊ SERKETÎTIR BIN'
Polatê ku li navçeya Golan a Erdexanê hatiye dinê, demekê serokatiya baskên ciwanan a Partiya Demokrasiyê ya Gel (HADEP) kiriye. Polat, anî ziman ku ew hay ji kelepûra HDP'ê heye û got: "Pêvajoyeke zehmet e. Bi rastî jî gelê me baweriya xwe bi HDP'ê aniye. Xwedî li partiya xwe derdikeve. Di 7'ê Hezîranê de li vir partiya yekemîn em bûn û me parlementerek şand meclîsê. Armanca me ew e ku em ji 7'ê Hezîranê bi serketîtir bin."
Polat, bilêv kir ku HDP hêviyê dide gel û got: "HDp partiyeke Tirkiyeyê ye. Li bajêr AKP'î, CHP'î û MHP'î jî em hemêz dikin û dibêjin em ê deng bidin we. Ev yek jî eleqeya ji bo HDP'ê zêdetir dike. Em bi gelê xwe bawer in. Dê wê nêzîkatiya xwe ya di 7'ê Hezîranê de careke din bide der."