COLEMÊRG - Namzetê HDP'ê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku ew Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de li heman odeyê dimînin, peyamek ji gelê Geverê re şandin. Di peyamê de hat destnîşankirin ku, ew bawer dikin ku d gelê navçeyê bi dengekî zêde bersiva zaliman bidin.
Namzetê HDP'ê yê serkomariyê Selahattin Demirtaş û Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ku ew Demirtaş di Girtîgeha Edîrneyê de li heman odeyê dimînin, peyamek ji gelê Geverê re şandin. Parêzer Sedat Duşunmez di 9'ê Hezîranê de serdana Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê kir. Di serdanê de Duşunmez peyma gelê Geverê ragihand Zeydan û Demîrtaş û Demîrtaş û Zeydan jî peyamek ji gelê Geverê re şandin.
Demîrtaş di peyama xwe de wiha got: "Ez gelê Geverê û nemeze jî hevalên xwe yên ciwan, rêveberiyên meyên partiyê û namzetên me silav dikim. Serkeftinê ji bo herksî dixwazim. Bi hêviya em di rojên azad de hevdu bibînin."
Peyama Zeydan jî wiha ye: "Wekî her carê dê gelê Geverê bi girêdana xwe ya ji bo nirx û têkoşînê, di 24'ê Hezîranê de jî bi dengekî zêde bersivê bide zaliman. Di vê têkoşîna me ya siyaseta demokratîk a bi rûmet de, em ked û helwdana we dibînin û bi we serbilind in. Dê ev keda we me hemûyan azad bike."