MÛŞ - Welatiyên elewî yên li Gimgimê berê deng didan CHP'ê, gotin ji bo HDP di bin bendavê de nemîne ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.
Li gundên Çaylar û Tûzlû yê Gimgima Mûşê, welatiyên elewî ku berê dengê xwe didan CHP'ê, anî ziman ku ji bo HDP bendavê derbas bike ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê.
‘EM Ê DI 24'Ê HEZÎRANÊ DE VÊ DÎKTATORIYÊ HILWEŞÎNIN'
Li gundê Çaylar cotkar Bulent Demîrtaş, bilêv kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bide HDP'ê û got: "Em ê di 24'ê Hezîranê de vê dîktatoriyê birûxînin." Demîrtaş, anî ziman ku ew CHP'î ye û got: "Çareya wê tune ye. Dawî tune ye. Dê ev dîktator di 24'ê Hezîranê de biçe û dê di 25'ê Hezîranê de ronahî bê Tirkiyeyê." Demîrtaş, diyar kir ku Tayyip Erdogan alîgirên xwe xwedî dike û yên dewlemend zêdetir dewlemend dike. Demîrtaş got: "Lê feqîr jî bêtir feqîr dibin. Dibêje 'ez ê mazotê bi du lîre û nîvan bidim.' Lê cotkar mazotê bi 5 lîreyan digire. Dibêje dê destekê bide cotkaran, lê pratîk tune ye. Di gendiliyê de kes nagihîje Tayyip Erdogan û alîgirên wî. Eger di 24'ê Hezîranê de Erdogan bi ser bikeve, dê ne kurd ne jî elewî bimînin. Dê hemûyan tune bike. Ez ê dengê xwe bidim HDP'ê. Çimkî HDP xwemaliya me ye, hêza me ya demokrasiyê ye."
‘TENÊ DI DEMA HILBIJARTINÊ DE ELEWÎ TÊN BÎRA AKP'Ê'
Mehmet Bozkirê ku 45 sal in li Ewropayê dijî û tenê di havînan de tê gundê xwe Çaglarê, diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de ji bo hilbijartina serkomariyê dengê xwe bide Muharrem Înce û dê ji bo parlementeriyê jî bide HDP'ê. Bozkir, bilêv kir ku ev hilbijartin li gorî hilbijartinên din girîngtir e, çimkî dê pêşeroja Tirkiyeyê diyar bike. Bozkir got: "Ev hikûmet û Serokomar Erdogan ne ji kurdan û ne ji ji elewiyan ehz dike. Tenê di dema hilbijartinê de ji bo dengan elewî tên bîra AKP'ê."
‘EM HEQÊ XWE HELAL NAKIN'
Bozkir, got: "Ev îkîtdar xwest cemxaneyên elewiyan birûxîne. Em elewî ne, em ji derew merewan hez nakin. Em bi heman çavî li 72 gelan dinerin. Ev îktîdar mafê elewiyan nade. Mizgeft çendî miqedes bin, cemxwane jî ewqasî. Em jî wekî her welatiyî baca xwe didin. Eger mafê me yê ji wê bacê nedin me, em heqê xwe helal nakin. Em ê di hilbijartina giştî de dengê xwe bidin HDP'ê. Çimkî em dixwazin HDP bendavê derbas bike."
‘JI BO BENDAVÊ DERBAS BIKE EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP'Ê'
Sewalvan Mehmet Sezenc jî got: "CHP'î me. Ez ê di hilbijartina giştî de dengê xwe bidim HDP'ê. Çimkî dixwazim HDP bendavê derbas bike."
Li gundê Tûzlûyê jî Vezîre Saglam, diyar kir ku ew naxwazin Recep Tayyip Erdogan û AKP êdî bibin îktîdar û got: "Em aştiyê dixwazin, êdî em dixwazin rojên xwe bibînin. Ji bo em rojên xweş bibînin em ji Xizir re dua dikin. Êdî em elewî dixwazin li gorî elewîtiya xwe tev bigerin. Bila ne Erdogan be, kî dibe bila bibe."
‘CHP'Î ME LÊ EZ Ê DENGÊ XWE BIDIM HDP'Ê'
Li gundê Tûzlûyê Gulîzar Balli jî, diyar kir ku tenê di dema hilbijartinan de elewî tên bîra partiyên siyasî û piştî hilbijartinê tên jibîrkirin. Balli, destnîşan kir ku ew CHP'Î ye, lê ew ê di 24'ê Hezîranê de dnegê xwe bide HDP'ê û got: "Hêvîdar im em ê di 25'ê Hezîranê de ji bo Tirkiyeyek xweş hişyar bibin."
MA / Diren Yurtsever