WAN - Sê rojnamegerên duh li Erdîşê hatibûn binçavkirin û îro birin edliyeyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî dadgeriyê hatin kirin.
Xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şakir Karadaş, edîtorê Rojnameya Xwebûnê Rohat Bulut û Hulya Taş duh li Erdîşê li noqteya kontrolê ya polîsan hatin binçavkirin. Rojnameger îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgerî her sê rojnameger bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê kir.