ÎZMÎR – Li Bûcayê, tevî HDP'iyan wesayîta Namzetê HDP'ê yê Serokomariyê Selahattin Demirtaş jî hat binçavkirin.
Li Taxa Çamlikule ya navçeya Bûca ya Îzmîrê, polîsan li ber buroya hilbijartinê Haydar Yilmazê HDP'î û Hevserokê HDP'ê yê Bûcayê Bîrol Dûrak binçav kirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn. Polîsan wesayîta hilbijartinê ya Namzetê HDP'ê yê Serkomariyê Selahattin Demirtaş a li ber buroya hilbijartinê û amûrên şexsî yên Yilmaz jî bi xwe re birin.
HDP'iyan hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Emniyetê ta Bûcayê û her wiha wesayîtê jî birin otoparka emniyetê.