NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza Hîndekarê Fakûlteya Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Cenap Ekîncî ku bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” dihat darizandin, biryara tehliye û beraetê hate dayin.
Hîndekarê Fakîlteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Prf. Dr. Cenap Ekîncî di 3’yê Kanûnê de hate girtin. Danişîna doza Ekîncî ku bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Ekîncî û parêzerên xwe di dozê de amade bûn. Malbata Ekîncî, Odeya Bijîşkan a Amedê û gelek hiqûqnas jî beşdarî danişînê bûn.
Ekîncî, di parastina xwe de îdiayên derheqê xwe de red kir. Ekîncî, got ku ew bêtehemûliya li dijî fikrên xwe qebûl nake.
DOZGER CEZA XWEST
Parêzerên Ekîncî jî diyar kirin ku piştî pêşkeşkirina mutalaayê dê parastina xwe bikin. Dozger, xwest ku bi Ekîncî bi îdiaya “Li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye” bê cezakirin û rewşa girtî bidome.
BERAET BÛ
Parêzer Ahmet Kaya diyar kir ku miwekîlê wan parastvaneke mafên mirovan e û nêzî tu rêxistinan nîne û daxwaza beraetê kir. Parêzer Huseyîn Levent û Mûstafa Demîr jî gotin ku parvekirinên miwekîlê wan dikevin ber azadiya xweîfadekirinê û daxwaza beraetê kirin.
Şandeya dadgehê biryara beraetê û tehliyeyê da.