ÇEWLIG - Li Çewligê, ciwanên ku di sifreya rûerdê de hatin gel hev, ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê bi awayekî çalak dixebitin û her wiha dê sindoqan jî biparêzin.
Li Çewligê, ciwanan bi boneya meha Remezanê sifreya rûerdê raxistin. Bi dehan ciwan li ser sifreya rûerdê ya li buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Taxa Yenîşehirê hatin gel heve. Ciwanan xwarinên cur bi cur ên li malê çêkirin anîn. Her wiha namzetê HDP'ê yê bajêr Nîhat Aksoy jî tev li sifreya rûerdê bû. Her wiha di nav ciwanan de herî zêde jî jinên ciwan hebûn.
Piştî fitariyê ciwanan civînek çêkir û di civînê de bal kişandin ser ewlehiya hilbijartinê. Ciwanên ji bo ewlehiya sindoqan bal kişand ser muşahidiyê û tiştên ku dê di vî warî de bên kirin. Namzetê HDP'ê yê Çewligê Erdal Aydemîr ku tev li civîna ciwanan bû, destnîşan kir ku liv û tevgera ciwanan a di vî warî de ji bo wan gelekî girîng e û ew ê bi enerjiya ciwanan di hilbijartinê de bi ser bikevin.