ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê, 13 kesên ku duh na pêr hatibûn binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Li Şirnexê û navçeyên wê, 13 kesên 2 roj berê di avêtina ser malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr sewqî edliyeyê hatin kirin. Serokê Şaxa MEYA-DER ya Cizîrê ku bi KHK'ê hat girtin Mele Kasim Yîgît jî di nav de her 13 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan.
Her wiha hat diyarkirin ku li emniyetê karê îfadedayînê yên 2 kesan jî didome.