ŞIRNEX - Operasyona li herêma Bestayê di roja 3'yan de ye. Di operasyinê de leşkerek bi giranî birîndar bû.
Li herêma Besta ya Şirnexê, di operasyona leşkerî ya di 8'ê Hezîranê de bi beşdarbûyîna gelek leşker, polîs û cerdevanan dest pê kiribû, pevçûn derket. Di pevçûnê de leşkerek bi giranî birîndar bû. Leşkerê ku rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, ji ber ku rewşa wî giran e sewqî Enqereyê hat kirin.
Li herêmê bi destek hewayî operasyon berdewam e.