MÊRDÎN – Dayika Aştiyê Halime Işik û 7kesên li gel wê yên li navçeya Artuklu ya Mêrdînê de hatin binçavkirin, tev hatin berdan.
Di 7'ê Heziranê de li Navçeya Artûklu ya Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girt û Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halime Işik û 7 kesên din binçav kiribûn. 8 kesên hatin binçavkirin û birin Midûriyeat Polîsan a Mêrdînê, piştî lêpirsîna wan bi dawî bû sewqî edliyê kirin. 8 kesên ku li dozgeriyê îfade dan serbest hatin berdan.