AMED - Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, li Amedê beşdarî mîtînga Îstasyonê bû û xibatî deh hezaran kir. Înce li Amedê bi helbesta Ahmed Arîf dest bi axaftinê kir. Înce, anî ziman ku ew dê 3B'yan Aştî, Mezinbûn û Parvekirinê pêş bixin û got: "Em dê êdî zarokên xwe bi 3 zimanan perwerde bikin. Bi Tirkî, Zimanê Zikmakî û Zimanê cîhanê (Îngîlîzî, Firansî, Erebî, Rûsî..) fêr bikin."
Namzetê Serokomariyê yê CHP'ê Muharrem Înce, li qada Îstasyonê ya Amedê beşdarî mîtîngê bû û xibatî deh hezaran kir. Bi deh hezaran kesên ku alên CHP, HDP'ê û Tirkiye di destê wan de bi coşek germ Înce pêşwazî kirin. Înce, piştî derket sek dikê bi helbesta Helbestkarê Kurd Ahmet Arîf a "Agahiya te heye dîwarê kevir/Haberin var mi taş duvar" dest bi axaftinê kir. Dîsa çarîkek ji helbesta Cahit Sitki Taranci ya ‘Ez welatekî dixwazin/Memleket îsterim.." berdewam kir. Înce, di axaftina xwe de giranî da rexneyên li dijî Serokê AKP'ê Erdogan û projeyên xwe.
CIWAN JI SEDÎ 20 BETAL IN
Înce, diyar kir ku gelek pirsgirêkên mezin ên Tirkiye hene û wiha got: "Ferqa kirîn û firotina derve 55 milyar dolar e. Enflasyona mutbexê ji sedî 30, 250 milyar dolar ithalat heye. Ciwan ji sedî 20 betal in. Tirkiye hatiye dorpêçkirin. Yên Tirkiye bi rêve dibe ne Enqere ye. Ji Bruksel û Washingtonê Tirkiye bi rêve dibin. Berî her tiştî ez dibêjim 3B. Yek em dê li hev bên aştiyê pêş bixin. Dudu em dê mezin bibin. Pirsgirêka aborî em dê çareser bikin. Sisê, bi awayekî adîl parve bikin. Ez êdî namzetê Serokomariyê yê Tirkiye me. Yê 81 mirovî. Min çar namzet ziyaret kirin. Min Akşener, Karamollaoglu, Demirtaş li girtîgehê û Erdogan ziyaret kir. Lê Erdogan weki ku min tenê bi Demîrtaş re hevdîtin kiribe nîşan dide."
Dema Înce qala navê Demîrtaş kir, coşa girsê pir zêd bû û li çepikan dan. Lê dema Înce qala Erdogan kir tevan got yuhh."
Em navê pirsgirêkê lêbikin. Pirsgirêka kurd. Kurd êdî dixwazin bi rûmet bin. Fikarên Tirkiye heye. Em dê fikarên Tirkiye çarereser bikin û kurdan bikin xwedî rûmet. Çareserî li Meclîsê ye. Derdê Erdogan deng e. Lê derdê me çareserî ye. Aştî û lihevkirin e. Em dê pirsgirêka ziman û baweriyê çareser bikin.
Divê em êdî nifşên kîndar ava nekin. Zarokên me dê 3 zimanan fêr bibin.Em dê êdî zarokên xwe bi 3 zimanan perwerde bikin. Bi Tirkî, Zimanê Zikmakî û Zimanê cîhanê (Îngîlîzî, Firansî, Erebî, Rûsî..) fêr bikin. Li cîhanê 200 welat hene û 6 hezar ziman hene. Divê em van zimanan biparêzin. Em dê li Tirkiye jî zimanê fermî tirkî fêr bikin. Zimanê malê zimanê dayik û bav ê kurdî, erebî, çerkezî.. fêr bikin. Em dê zimanê cîhanê İngîliz, Firansî, Erebi, Rusî, Çinî, Japonî fêr bikin.
DI SERDEMA ERDOGAN DE XIZANÎ, NELIRÊTÎ, XEDEXE Û DEREW HEYE
Înce, dîsa rexne li Erdogan kigr û wiha got: "Li her derê îşareta rabîa (çar dilî) nişan dide. Raste 1- Xizanî, 2-Nelirêtî, 3-Qedexe û 4- jî Derew heye. Ev tev li cem Erdogan hene.
Erdogan qala malê niştechîdî dike. Ka binerin çêlek biyanî ye. Ka biyanî ye. Her tişt êdî biyanî ye. Her tişti ji derve distînin.
Înce, herî dawî bang li girsê kir û got hûn dibêjin Temam. Girsê jî got Temam.