NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka MSD'ê Ilham Ehmed, diyar kir ku heger rêjîm cidî gavan bavêje, ew amadene bi awayekî yekser bi rêjîma Sûriyê re bikevin danûstendinan.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed der barê geşdanên dawî ku pêk tên ji ajansa (ANHA) re axivî û got ku ew amadene danûstendinên rastrast bi rêjîma Sûriyê re pêk bîn in û ev tişt anî ziman: "Şer û rêbaza leşkerî dê çareseriyê ji aloziya Sûriyê re neyîne. JI destpêkê re em vê dibêjin û em hîn jî dibêjin ku em ji bo danûstendinên rasterast ên bi rêjîmê re amade ne." Ehmed di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku heger rast rêjîm amadebe dest bi gavên cidî bike ew ji danûstendinan re amade ne û wiha dom kir: "Riya siyasî tekane riya parastina yekîtiya xaka Sûriyê û dawîkirina şer e. Wiha dê şer bi dawî bibe û Sûriya ne navendî ya demokratîk ava bibe."