'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'

  • rojane
  • 09:13 16 Cotmeh 2017
  • |
img

MÊRSÎN - Rojnameger Şirîn Çoban pişî ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê hat berdan, der barê zext û îşkenceya li girtîgehê de axivî, da zanîn ku wan bi berxwedanê hin tişt bi dest xistine. Çoban da zanîn ku li girtîgehê muameleya keyfî dewam dike û wiha got: "Piştî berxwedana girtiyên jin, vê carê êrîşê girtiyên siyasî yên mêr kirin û îşkence li wan kirin."

Di 9'ê Îlona 2016'an de bi Biryara di Hukmê Qanûnî (KHK) rojnameya Azadiya Welat hat girtin û xebatkarên wê Şirîn Çoban û Îlker Îlkan bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" û "propagandaya rêxistinê kirine" hatin girtin. Piştî 13 mehan di girtîgehê de man serbest hatin berdan. Çoban aşkera kir ku li girtîgehê zext û îşkence ji roja ku hatine girtin heta niha dewam dike.
 
Çoban da zanîn ku dema hatiye girtin birine Girtîgeha Tîpa C a Tarsusê û li vir 8 mehan girtî maye û piştre sirgûnî Girtîgeha Jinan a Tîpa T a Kampusa Saziyên Înfazê ya Girtîgeha Tarsusê û wiha got: "Em bi kom^ne 10 kesî birin girtîgehê. Dema em bi hevalan re birin hêj me piyê xwe neavîtibû hundur em bi erdê re kaş kirin û bi lêdanê em birin odeya tazîkirinê û li vir 7 gardiyanan êrîşê me kir. Bi piyên xwe pêl serê hevalan dikirin û ev gardiyanên mêr yên îşkencekar bûn."
 
LI BER ÇAVÊ MUDUR ÎŞKENCE 
 
Çoban piştrast kir ku ev hemû li ber çavê midurê girtîgehê qewimîn; lê xwe bêdeng kirine. Çoban da zanîn ku li ser vê hevalên wan xwestine bi midur re hevdîtinê pêk bînin; lê bersiva ku girtine dîsa îşkence bûye û ev tişt got: "Dema em li dij derdiketin leşker û gardiyanan bi pehnan bersiv didan me. Piştre qêrîn zêde bûn û hevalek me berê xwe dan kamerayê got 'ev îşkence di kîjan edaletê de heye', leşker û gardiyana bi kenî bersiva 'hemû kamera girtî ne, kes dengê we nabihîse' da. Îşkenceyê dewam kir."
 
GARDIYANLAR: JI WE RE AV TUNE
 
Çoban destnîşan kir ku polîs, cendirme û gardiyanan ew bi dijwarî derb kirine û qasî 10-15 rojan bi tu awayî tedawiya wan nehatiye kirin û ew nebirine revîrê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji xwe ne pêlavê me jî di nav de tu tişt ne li gel me bû, dema em sewq kirin me tiştek negirt. Hêj kampus di rewşa înşaetê de bû. Av jî nedidan me. Gardiyanan digotin ku 'Di rojê baranê de jî ji we re av tune'. Me dixwest em rapora derbkirinê bigirin, piştî mehekê em birin. Ji xwe şop ji laşê me çibûn. Ji ber piyên me pêxas bûn tev bûn birîn."
 
'DESTEYA A' Û KOMA ÎŞKENCEYÊ HEBÛ 
 
Çoban piştrast kir ku li girtîgehê "Desteya A" (A Takimi) ya li girtîgehê wekî koma îşkenceyê tê zanîn hebû û wiha pê de çû: "Ez bi hevaleke xwe re ji bo hevdîtina bi parêzer re derbasî odeyê bûm. Piştî hevdîtin qediya vê Desteya A û leşkeran di hola girtîgehê de em deb kirin û heta koxûşê em birin. Li kampusê zextên gelekî cidî hene û bi pêkanînên wekî lêgerîna tazî û rûmet şikandinê êrîşê girtiyan dikin. Qet ji bîra min naçe, ji Girtîgeha Mûşê dayikek 85 salî hatibû. Ev dayika bi saetan li ser piyan û piyên tazî dabûn rawestandin. Bifikirin tişta tînin serê vê dayikê, hûn pêkanînên din li ber çavan bigirin."
 
Çoban da zanîn ku ji ber îşkenceyê greva birçîbûnê dane destpêkirin û bi berxwedana wan re beşekî şertên wan hatine sererastkirin û der barê girtiyên mêr de jî ev tişt got: "Piştî berxwedana me, vê carê bi ser girtiyên mêr de çûn. Bi taybetî jî hevalên rojnameger. Di serî de Erdogan Alayumat û Serkan Erdogan gelek hevalên me derb kirin. Ew avêtin odeyên sunger. Lê zextên li wir dewam dikin."
 
MA / Ergîn Çaglar
 
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn