ERDEXAN - Rêxistina HDP'ê ya Erdexanê, di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Heziranê de bi coşek mezin buroya hilbijartinê vekir. Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, bertek nîşanî Serokomar Erdogan da û xwest ji xwe xerm bikin.
Rexistina HDP'ê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Heziranê de lez dane xebatên xwe. Endam û rêveberên HDP'ê di çarçoveya xebatan de li Erdexanê buroya hilbijartinê vekir. Di vekirina buroyê de Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Serpil Kemalbay, Namzetên HDP'ê yên Erdexanê Taşkin Aktaş, Ozturk Polat û rêveberên bajar û navçeyê amade bûn. Namzeta HDP'ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay di vekirina buroyê de axaftin kir û wiha got: "HDP ji bo pirsgirêkên Tirkiye yên komî ser hev bûne çareser bike xwedi hêz û bernameyek xurt e. Gelê Erdexanê her dem rastî zilma zalîman hat. Nêzî 500 kes li Erdexanê ji ber siyaset kirine hatine girtin. Li vî welatî ji ber ku li ser dîwar wêneyê ketil xêz kirin ji aliyê tifaqa Erdogan-Bahçelî ve hatin girtin. Ev nîşan dide ku hikûmetê îflas kiriye. Ev welat bûye welatê girtîgeha vekirî. Bûye welatê mirov xwe lê dişewitînin. Bûye welatê ku bav zarokên xwe li pişt xwe dikin û dibin nexweşxaneyan. Ev welat bûye welatê ku mirov ji birçîna dimirin."
Piştî axaftinan girsê bi dirûşmeya "HDP hevî ye, hevî li ser piyan e" berz kirin. Girsê piştî buroya hilbijartinê vekir, namzetên HDP'ê li nava esnafan geriyan û esnaf ziyaret kirin. Kemalbay û namzetên di ji aliyê gel ve rastî eleqeyek mezin hatin.