ŞIRNEX - Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Berzan Guneş li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.
Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Berzan Guneş ji bo nûçeyê bişopîne çû Şirnexê û di benda kontrolê ya polîsan de hat binçavkirin. Hate diyarkirin ku Guneş di çarçoveya lêpirsinê ya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Îdirê de hatiye binçavkirin. Hate ragihandin ku Guneş birin Adliyeya Şirnexê û wê ji aliyê dozger ve îfadeya wî bê girtin. Di serdema AKP’ê de Tirkiye ji bo rojnamevanan di cîhanê de bûye girtîgeha herî mezin. Li gorî daxuyaniya Platforma Piştevaniya Rojnamavanên girtî ya Gulanê eşkere kirî, li girtîgehên Tirkiyeyê 223 rojnamevan girtî ne. Li gorî Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad jî li Tirkiye 192 rojnameger girtî ne.