AMED – Polîs, çûn mala şînê ya Mehmet Tektekîn ê polîsan bi TOMA lê xistin û kuştin, beyî ku der barê polîsê kujer de lêpirsînê vekin, ji malbatê xewstin ku Qurbanê bidin. Kurê Tektekîn Mehmet Şah Tektekin, diyar kir ku dewletê di sala 1992'an de ji ber nebûn cerdevan xaniyê wan şewitand û koçî Amedê kirin.
Polîsan di 6'ê Hezîranê de li Taxa Rezan a Amedê li ser kolana Emekê bi TOMA li kalê Mehmet Tektekin (85) qelibandin û bi giranî birîndar kirin. Tektekîn ku rakirin nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê, di 8'ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Polîs piştî malbatê mala sersaxiyê vekirin û şîn danîn çûn mala sersaxiyê û ji malbatê xwestin ku qurbanê nedin. Malbatê cenazeyê Tektekîn li goristana Yenîkoyê hat defin kirin. Piştî malbatê cenaze defin kirin û li Şînê ya Huzurevlerî şîn danîn.
POLÎSÊ KUJER SERBEST DIGERE
Kurê Tektekîn Mehmet Şah Tektekin, diyar kir ku ew ji gundê Gavgasê yê Pasûrê koçî Amedê kirin û wiha got: "Dewletê xwestin em bibin cerdevan. Lê ji ber ku em nebûn cerdevan di sala 1992'an de xaniyê me şewitand û em ji gund derxistin. Mirina bavê min em pir xemgîn kirin. Bavê min bi şiklekî asayî nehat kuştin. Polîsê ku bavê min bi TOMA kuşt wekî ku tiştek nebûye bi telefonê li min geriya û got: 'Ez dikarim werin şînê' Me got em li gorî sinc û terbiya ku me girtiye em kesî ji şîna xwe naqewirînin. Lê li şûna ku bersûc bê darizandin û girtin, destê xwe li ba dike û tê şînê. Dibêje 'em ji bo mamê qurbanê jêkin' Ji xwe bavê min kirin qurbana cejnê. Em dê serî li hemû rê û rêbazên hiqûqî bidin. Em dê di her aliyê hiqûqî de têkoşînê bidin. Divê berî her tiştî maşîneyên zirxî yên li nava bajar bên qerdexekirin."
Tektekin, anî ziman ku dema Tektekîn rakirin nexweşxaneyê bijîşkan diyar kirin ku tiştekî bikin tune ye û wiha got: "Min xwest bavê xwe bibim nexweşxaneyek din. Lê diyar kirin ku destûr nadin vê yekê."
Malbat dê îro der barê polîsê ajokarê TOMA de serlêdana sûc bike. Malbat sersaxiyê û taziyê qebûl dikin.