STENBOL - HDP'iyên ku piştî îşkenceya li dijî xwendekarên lîseyê ji aliyê medya hawiz ve bûn hedef, diyar kirin ku ji bo polîsan biparêzin, çalakiya xwendekaran wekî çalakiya li dijî dewletê nîşan didin.
Li Kadikoy a Stenbolê xwendekarên lîseyê dema çalakî pêk anîn, rastî êrîş û îşkenceya polîsan hatibûn û 22 kes hatibûn binçavkirin Xwendekar û HDP'î wekî tawanbar nîşandan. Namzeê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu û Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Ercan Demir, têkildarî êrîşa li dijî xwendekaran li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demir û namzetên wekîlên HDP'ê yên Stenbolê amade bûn.
EM LI CEM CIWANAN IN
Hevserokê HDP'ê yê Kadikoyê Ercan Demîr, diyar kir ku piştî êrîşan îktîdarê xwest hin kesan bike mexdûr û hin kesan bike guhenkar û wiha got: "Ji Xeynî me dema êrîş pêk hat gelê Kadikoy li xwendekaran xwedî derketin. Kê ev biryara êrîşê dan neçar man gav paşve avêtin. Piştî êrîşê em bûn hedef. Lê berxwedana ciwanan ji bo me bû hevî. Em li cem ciwanên xwe ne."
Namzetê HDP'ê yê Stenbolê Musa Piroglu jî bal kişand ser êrîşa polîsan a li dijî xwendekaran û wiha got: "Me bertekek asayî nîşanî vê dîmenê da.
Ev ne bertekek siyasî bû. Ev bertekek mirovî bû. AKP pir tirsiya ku di qada navneteweyi de dengê vê yekê belav bibe. Wezîr daxuyanî da û got 'Ger ku îşkenceyek hebe em dê pê eleqeder bibin' û xwestin ser îşkenceya hatiye kirin veşorin. Li aliyekî îşkenceyê qebûl dikin û li aliyê din polîsên îşkence kirine diparêzin. Sibê em dê li gel xwendekarên lîseyê ku rastî îşkenceyê hatin li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê serlêdana sûc bikin. Em dê sibê saet di 10.00’an de li Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Em bang li her kesî dikin ku tev li daxuyaniyê bibin."