STENBOL – Odeya Tabîban a Stenbolê û Akademîsyenên Aştiyê ji bo Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu lîstika bi navê “Hamzaoglu” amade kirin û dê lîstik sibê li Stenbolê bê pêşandan. Nivîskarê lîstikê Prof. Dr. Selçuk Erez herkesî vexwend pêşandana lîstikê.
Odeya Tabîban a Stenbolê û Akademîsyenên Aştiyê ji bo Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Onur Hamzaoglu yê girtî lîstika bi navê “Hamzaoglu” amade kirin. Lîstik dê sibê saet li 20.00’an li Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Candaş a li Şîşliyê bê pêşandan. Dê lîstik beleş bê pêşandan. Nivîskariya lîstikê Prof. Dr. Selçuk Erez û derhêneriya wê jî Gulsum Soydan dike. Nivîskarê lîstikê Prof. Dr. Erez destnîşan kir ku Hamzaoglu navek girîng e û herkesî vexwend lîstikê.