Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne

img

AMED – Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim destnîşan kir ku bi bûyera Mûglayê re “Tirkiye bûye komara îşkenceyan” û got: “Kesên li Mûglayê bi saxî desteser kirin, bi fetisandinê hatine kuştin.” Yildirim li ser pêkanînên qeyûman jî wiha got: “Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne” 

Serokwekîlê Koma HDP’ê û Parlamenterê Mûşê Ahmet Yildirim beşdarî bernameya heftane ya Rojev a Stêrk TV bû û der barê geşedanên dawî yên li Kurdistan û Tirkiyê diqewimin de nirxandinên girîng kir. 
 
Yildirim wêneyên îşkenceya tazî ya li Muglayê wek “sûcê li dijî mirovahiyê” nirxand û got: “Ev îşkence bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li Muglayê pevçûn ne qewimiye. Şer an jî pevçûn ne mijara gotinê ye. Li gorî heya niha agahiyên hatine ber destên me 5 kes hatine înfazkirin. Nasnameya welatiyên li wan îşkence hatiye kirin çi dibe bila bibe sûcê li dijî rûmeta mirovahiyê li hember wan pêk hatiye.” 
 
‘ÊDÎ EV KOMAR BÛYE KOMARA ÎŞKENCEYAN’ 
 
Yildirim bal kişand ser kesên li Muglayê jiyana xwe ji dest dane û wiha dewam kir: “Li gorî agahiyên gihiştine ber destên me, ev kesên jiyana xwe ji dest dane bi saxî hatine desteserkirin û bi fetisandinê hatine kuştin.  Çi dibe bila bibe divê ku raporên otopsiyê bidin malbatên an jî parêzeran wan. Lê heta niha raporên otopsiyê nehatine dayîn. Edî ev komar bûye komara îşkenceyan û sûcên li dijî mirovahiyê.” 
 
Yildirim da zanîn ku îşkenceya li Mûglayê berdewama Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Gever, Şapatan, Talê û Mişrif e û wiha got: “Hişmendiya li Şapatan û Talê çibû hişmendiya bûyera li Mûglayê jî heman tişt e. Dewlet û desthilatdariya siyasî jî van kiryaran diparêz e. Êdî ev konseptek e. Kes nikare bêje ev konseptek zagonî û hiqûqî ye. Ev konsepteke dîktatoriyal e. Êdî mirov dikare bêje ev hikumet bûye makîneya sûcan.”
 
‘HETA ERDOGAN TÊK NEÇE DÊ OHAL BIDOM E’ 
 
Yildirim li ser biryara dirêjkirina OHAL’ê rawestiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku Erdogan di vî welatî de desthilatdar be dê bi salan OHAL dewam bike. Heta ev li ser karbin û OHAL bidome dê kiryarên mîna Şapatan û Mûglayê bibin kiryarên rojane. Êdî berdewamkirina OHAL’ê di destê gelê me de ye. Dê bidawîkirina OHAL’ê ne bi destê AKP’ê be wê bi destê gel be. Ji bo ku desthilatdariya xwe dikaribin birêve bibin OHAL’ê didomînin. Dixwazin welat bi OHAL’ê birêve bibin. Heta gel Erdogan têk nebe dê OHAL bidome.” 
 
 ‘BERPIRSYAR AKP E YE’ 
 
Yildirim Tîma Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) jî nirxand û ev şîrove kir: “Em van kiryarên KGT’ê ji JÎTEM’ê dizanin. Xwediyê van kirinên 2-3 salên dawî de diyar e. Xwediyê wê AKP û rejîma Erdogan e. Ew bixwe van polîtîkayan diparêz in. Kî li hember rejîma Erdogan derbikeve, faşîzma xwe li ser van aliyan tesîs kirin e. Ji vê saetê şûn ve çi bûyer bê serê endamê SGDF’ê Denîz Bahçecî û kîjan welatiyê Tirkiyê dibe bila bibe berpirsyarên wê desthilatdariya AKP’ê ye. Ev bi destê desthilatdariya siyasî tên birêvebirin.”  
 
‘NE QEYÛM IN XORTOMCÎ NE’  
 
Yildirim bal kişand ser pêkanînên qeyûman û ev tişt got: “Tevahî nirxên gelên Kurdistanê bûne hedefa qeyûman. Hilweşandina nirxên kurdan bi abîdeya Roboskî dest pê kir. Dixwazin hest, raman û berhemên gelê kurd ji holê rabikin. Di şexsê van nirxan de çand, huner, nivîskar û akademîsyenên gelê kurd hedef tê girtin. Dîrok, wêje û erdnîgariya gelê kurd kirine hedef. Hevşaredar û bûtçeyên şaredariyên me mîna xanîmetan dibînin. Çi ji destê wan tê diziyê dikin. Dema qeyûm hatin tayînkirin şaredarî deynên wan tune bûn. Lê niha heta qirika xwe ketine nav deynan û xebatên li ber çav jî tune ne. Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne. Ji ber ku hemû şaredariyan wek xanîmetê dibînin. Ev qeyûm dizanin di nava salek û nîvê de çawa hatine dê wisa jî biçin. Ew ne vîna gelê kurd in. Wê gelê kurd sîleyek mezin li qeyûman bixe. Lê hesabê xwe ku heta biçin diziyê dikin.” 
 
‘DADGEH KETIYE ŞOQA LI HEMBER DEMÎRTAŞ’ 
 
Yildirim li ser girîngiya pêvajoya darizandina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî rawestiya û wiha axivî: “Yên ku nikaribin biryara xwe biparêzin wisa rezîl û riswa dibin. Hem doz vedikin, hem hepis dikin û hem jî nikarin wan dosyeyên dozê bimeşînin. Niha heyeta dadgehkirina Brêz Demîrtaş ketine nav gerînekekê û nikarin xwe ji wir xelas bikin. Wê demê ev kes dê çawa Brêz Demîrtaş derbixin pêşberî dadgehê? Heyeta dadgehê ketiye nav şoqa dê çawa li hember parastina Demîrtaş biryara xwe bide. Brêz Demîrtaş dibêje ‘Ez ji dadgehên we natirsim. Nêrîn û ramanên min azad in. Ez dikarim xwe biparêz im, lê hûn jî dikarin min bidarizînin?’ Êrîşkarên cenazeyên dayika Xatûn piştî çend rojan tên berdan, lê Brêz Demîrtaş piştî 400 rojan derdixin pêşberî dadgehê. Ev mînak jî dide nîşandan ku dozger û dadger ne serbixwe ne. Daraz bi tevahiya hucreyên xwe girêdayî Qesra Erdogan e.” 
 
‘WÊ GEL RABIN SER PIYAN’ 
 
Yildirim di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser operasyona li dijî Idlibê û planên ihtimala destwerdana li dijî Efrînê û got: “Tirkiye tu encamê ji Idlibê dernaxe. Heke Tirkiye êrîşî Efrînê bike wê gelên Tirkiyê û çar parçeyên Kurdistanê rabin ser piya. Muhtemela êrîşek li dijî Efrînê wê gelê kurd bike yek.” 
 
MA / Bîlal Guldem 
 

Sernavên din

17/10/2017
16:54 Ocalan ji bo Kerkuk bi dehan caran hişyarî kiribû
16:48 Polîsê 2 birayên hev eçiqand: Midur û rayedar berpirsyar in
16:41 Faksên “Bêjin na” ji parlamenterên jin re şandin
16:35 Li hezana Şirnexê 6 karker jiyana xwe ji dest dan
16:34 Şivanê çû îfadeyê bide hat girtin
16:05 Li kana komirê ya Şirnexê hezan pêk hat
15:40 Meclisê ji têgeha 'îşkenceyê' re got 'çors' û lêkolîna der barê de red kir
15:32 Reqqa piştî 133 rojan rizgar bû
15:10 Ji HDK, HDK, DBP û KCD'ê ji bo Ocalan bang
14:54 Îdîanameya parêzvanê mafên mirovan hat qebûl kirin
14:20 Doza Encu yê HDP’î hat dîtin
14:19 Baydemîr: Ji bo suce xwe veşeri OHAL'e direj diki
14:17 Dîroknas Bayrak: Kerkûk tenê bi modela Rojava dikare bi reve biçe
14:15 Bi gaza îsotê mudaxile kirin û 4 kers binçava kirin
13:58 Li Mûglayê îdîaya ‘kesê reviya hat girtin’
13:41 5 kes hatin binçavkirin
13:32 Dayikên Aştiyê: Ji bo leşker û gerilla neyê kuştin axivîm
12:56 Polîsan li ber meclîsê êrîşî jinan kirin û gelek jin binçav kirin
12:44 Lêgerîna tazî dispêrin jinên li Girtîgeha Bakirkoyê
12:27 TTB: Li ser tendirustiya jinê gef heye
12:12 Heskîf 24 saetan bê navber tê rûxandin
12:11 Hevdîtina şanogerên herêmî bi encam bû
11:58 Rêyên 17 gundên Erdexanê hatin girtin
11:41 Ji melayê îstîsmarkar 32 sal ceza dixwazin
11:40 ‘Bi rêya solê fermanê ji rêxistinê digire’
11:39 Malbatên Somayê: Em ê bidin nîşan ku em li ser dozê serwerin
11:15 Pêşmerge ji Germiyanê jî reviyan
10:15 Bavê Hêlîn: Gotinên min ên têkildarî kuştinên jinan sansûr kirin
10:14 Derdê debarê ji derde talûkeya mirinê bêtir girantir e
10:08 QSD'ê Nexweşxane û Çerxerê ji destê DAIŞ'ê rizgar kirin
09:42 ‘Divê sînorê nav Başûr û Rojava bê rakirin’
09:41 PDK cara duyemîn ji Şengalê reviyan
09:36 Çima dixwazin xabûrê dewrî leşkerê Iraqê bikin?
09:35 123 rojin di hucreyê de
09:35 Şêx Cengî: Divê Barzanî îstîfa bike
09:34 Karkerên pêlavan heta mafê xwe bistînin dê têbikoşin
09:32 Fîlmê ‘Hêrs û bêçarebûnê’: 7 roj û 7 şev
09:31 Bernameya bihêzkirina rêxistinbûyîna jinê dest pê dike
09:29 Hem li kujer û hem li hestiyên xizmê xwe digere
09:25 ‘Ne bi tûtinê, bi ser tiryakê de biçin’
09:24 Rojnameger Omer Çelik: Mudaxiliya Wezîr a dozê peyameke aşkere ye
09:21 Ji bo kurdî bibe zimanê jiyanê tev digerin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2017'AN
16/10/2017
19:19 QSD'ê taxên Bedû û Sexanî ji DAIŞ'ê paqij kir
18:47 MGK'ê xwest Wezîran OHAL 3 mehên din dirêj kir
18:45 2 leşkerên TSK'ê li Zapê hatin kuştin
17:49 Bi hezaran azadiya Ocalan xwestin
17:26 Ji bo yekê veke, hemûyên din girt!
16:27 Xwestin OHAL 3 meh din dirêj bibe
16:26 ‘Kerkûk neket, hat radestkirin’
15:29 Xizmên girtiyan ji tendirustiya wan bi fikarin
15:00 Rewşa Kerkûkê: Pêşmerge vekişiya HPG û YJA-Star li ber xwe dide
15:00 ‘Divê kurd ji bo Kerkûkê bibin yek’
14:46 ‘Wê kabûsa we bibe hêviya gelan’
14:44 ÎHD: Pêkanînên li Tirkiye girêdayî tecrîda li ser Ocalan e
14:16 4 kes bi erdê re kaş kirin û binçav kirin
14:13 ‘Bi pêşnûmeyê dixwazin vîna jinê tune bikin’
14:10 Li Îzmîrê 7 kes hatin girtin
14:10 Ji bo rojnamegeran kampanya: #24EkimSosyalMedyaDavası
14:09 Nivîskarê kurd Yanliç tehliye bû
13:30 Ajokarên otobusan şaredarî şermezar kir
12:57 Komkujî şermezar kirin 24 sal û 5 meh ceza girtin
12:56 Malbat û parêzer: Divê demildest em bi Ocalan re hevdîtin bikin
12:48 Nifûsa ciwanên bêkar mezin dibe
12:46 4 gundên Şemzînanê hatin qedexekirin
12:17 Itiraza parêzeran hat redkirin
12:17 Berdevkê YNK'ê Pîre: Hêj ji bo diyalogê ne dereng e
12:06 'Portreyên Aştiyê' bûn pirtûk
11:42 Ji Katalonyayê bersiv: Em biaxivin
11:33 Rewşa girtiyên nexweş ên Marmarayê giran e
11:24 Li qada TOKÎ'yên Şirnexê cenazeyek hat dîtin
11:23 Denîz Baykal rakirin nexweşxanê
11:21 Yîgît: Lahey li benda rêveberên AKP'ê ye
11:14 Gel li çeperan e: Roj roja parastina Kerkûkê ye
10:15 Kosret Resûl: Em ê parastinê bikin
09:51 Gelê Kerkûkê bi HPG û YJA Starê re ye
09:41 Sivîlên hatin rizgarkirin: Êdî em dê bê tirs rakev in
09:39 Pîr ê HDP’î: Hikûmet di polîtîkayên derve de kor e
09:39 Kujerên Gezî 5 salin nayên darizandin
09:38 'Bi trambusan jinan dixin nava fanosê'
09:36 Demîrsoy: Guhertinên di perwerdehiyê de derî ji tiştê nû re digire
09:16 Planên hikûmetê yên nû ji bo Sûrê çine?
09:15 Dadgeha li doza kuştina Şahin Oner binere tune
09:14 Zarokên Sûriyeyî rojê 13 saetan karê pêlavan dikin
09:14 Bi pereyê şaredariyan dibistanan restore dike
09:13 'Piştî girtiyên jin, niha jî girtiyên mêr tên îşkencekirin'
09:12 Hem hevseroke hem jî terziye
09:12 Yildirim: Ew ne qeyûm in xortomcî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2017'AN
08:39 Iraqê li dijî Kerkukê dest bi operasyonê kir
15/10/2017
19:01 Turk: Heta kurd azad nebin tirk qet azad nabin
18:17 Demîrtaş: Dema HDP hat 10 saliya xwe hûn bibînin
Yuksekdag: Dê hêza me mezintir bibe
18:07 Hêjmara kuştiyên li Somalî 189 kes derbas kirin
18:04 HDP'a Muglayê Kongreya xwe li dar xist
17:44 HDP'ê 5'emîn salvegera xwe piroz kir: Hêviyên me mezintir in
17:24 Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye?
15:52 Muxalif: Keştiya AKP'ê noqî avê dibe
15:12 KCD ji bo Ocalan bang lezgîn li CPT’ê kir
14:26 Li Kolana Yukselê êrîş: 4 kes hatin binçavkirin
14:23 Bi OHAL’a 2016'an re 889 nasnameyên zer ên rojnamegeran betal bûn