ÎZMÎR – Ciwanên HDP’yî li taxa Çamlikule ya navçeya Bucayê xwarina fitarê dan. Polîsan mudaxeleyî ciwanan kir û 14 kes binçav kirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê li taxa Çamlikule ya navçeya Buca ya Îzmîrê xwarina fitarê da. Piştî fitarê polîsan bi gaza îsotê mudaxeleyî ciwanan kir û bi hinceta slogan berz kirin e 14 ciwan binçav kir. Ciwanên hatin binçavkirin li Miduriyeta Polîsan a Îzmîrê tên ragirtin.