Bi hezaran kes ber bi sînorê Qamişloyê ve meşiyan: Banga Ocalan li muxalefetê kirin

MÊRDÎN - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan di meşa ser sînorê Qamişloyê de axivî û got ku banga Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye û banga berpirsyartiyê li tevahiya muxalefeta civakî û siyasî kir. 

Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û nobet di roja 21’emîn de dom kir. Welatiyên di saetên serê sibehê de li Parka Barişê ya Nisêbînê hatin gel hev, dirûşm berz kirin û xwe li benda saeta meşê girtin. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, endamên Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK), nûnerên rêxistinên Elewiyan, jin, ciwan jî di nav de zêdetirî deh hezar kes ji vir ber bi sînor ve meşiyan. Piştî welatî li parkê kom bûn, kortej ava kirin û dest bi meşê kirin. Di kortejan de pankartên “Bi ruhê seferberiyê em ê Şoreşa Rojava biparêzin”, "Rojava rûmeta me ye", "Rojava rûmeta mirovahiyê ye Rojava biparêze" û "Li Rojava aştî, li cîhanê biratî" hatin hilgirtin. 
 
Di dema meşê de girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava", "Rojava dilê me berxwedan karê me ye" û "Bijî Serok Apo” berz kirin. Her wiha wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin û dovîzên “Rojava biparêz e”, "Rojava rûmeta me ye”, “Na ji şer re aştî a niha”, “Jin jiyan azadî” û “Kobanê neket dê Minbic jî nekeve” hatin hilgirtin. Di meşê de coşeke mezin hebû û hem peyama berxwedanê hate dayin hem jî peyamên xwedîderketina li peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin dayin. 
 
Piştî meşê, bi dehhezaran kes li ser sînorê Qamişloyê kom bûn û daxuyanî dan.  
 
‘EM AŞTÎ Û XWIŞK-BIRATIYÊ DIXWAZIN’ 
 
Di daxuyaniyê de li ser navê DÎK’ê Seyda Babayê Xelatî axivî û wiha got: “Dixwazim li vir du peyaman bişînim. Peyama ewil ev e; ji bo aştiyê banga yekitiyê li gelê Kurd dikim. Aştî, bi yekitiyê dibe. Yekitî jî fermana Xwedê ye. Peyama duyemîn jî ji bo gelên Tirkiyeyê ye; gelê Kurd aştî û xwişk-biratiyê dixwaze. Lewma Kurd û Tirk bira ne û divê bi aştiyane bijîn.” 
 
‘ÇARESERÎ BI AŞTIYÊ DIBE’
 
Li ser navê DAD’Ê jî Mûstafa Karabudak axivî û wiha got: “Parasina Rojava peywirekî însanî ye. Li Sûriyeyê komkujî tên kirin. Bi destê AKP-MHP’ê li wir komkujî tê kirin. Banga me ji bo raya giştî ya cîhanê ye. Ev, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Israra di şer de çareserî nîne. Çareserî, bi bidawîkirina şer dibe. Elewî her tim li gel mazluman e. Em vê komkujiyê qebûl nakin. Dema li Sûriyeyê komkujiya sivîlan tê kirin de li vir jî polîtîkayên zextê li ser Kurdan dimeşînin. Gelê Sûriyeyê divê bi baweriya xwe û bi awayekî demokratîk bijî.” 
 
‘BERPIRSYARTIYEKE HERÎ MEZIN LI SER MILÊN ME YE’ 
 
Pistrê jî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Aysegul Dogan wiha got: “Em xwişk û biratiya bin xet û ser xetê silav dikin. Tîrejên rojê ev dem ji bo me kir bihar. Ew bayê biharê ji Îmraliye tê. Bi rojan ê em li vir nobede digrin. Em dibêjin em sînorên wê di navbera me de çêkiriye di dilê me de nîne. Rojava aliyê me yê herî biçuk û nazik e. Lewma em Rojava xwedî dertên û sînoran nas nakin. Hûn nikarin bibêjin xwişk û biratiya wê ji bo ewlehiya Tirkiyeyê xetere ye. Em li vir careke din dibêjin nobeda me nobeda aştiyê ye. Nobeda me bangawaziya demokrasiyê ye. Bangawaziya tifaka Kurdan e. Em ji bo xwişk û biratiya ku hevdû qebûl dike amade ne. Em li vir careke din bang dikin; careke din jî aliyê xwe ye herî nazik û delal re silavan dişînin. Em dixwazin ziman, çand û hunera me bê naskirin. Divê ji bo wê jî em têkoşîna xwe mezin bikin. Rojnamegerên weke we ku li du rastiye bûn Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan hatin hedefgirtin. Biratî ne bi hedefgirtina rojnamegeran, bi polîtîkayeke xwişk û biratiyê çêdibe.”
 
Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Dogan bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew îradeya ku rêzdar Ocalan di bin tecrîdeke mezin de rêya aştiyê weke nexşeke zirav û kûr anî ve merhaleyê. Ew îradeya xwişk û biratiye ku wî derxist holê em hemû bendawerê we ne. Her yek jî wê li çav rê ye. Ew ax ji ter bû ye û dile me jî edî raneke. Wext ew wexte ku deriyên zindanan bên vekirin. Ji bo em bikarin bigihijin mirada xwe, em di destpêka rûpeleke nû de ne. Asta ku em gihanê, bi têkoşîna me derketî ye holê. Lewma roj roja xwedîderketina li vê îradeya ku em bi salan e li bendê ne. Divê em vê tecrîdê bi temamî bişkînin û destê birêz Ocalan û yê gel bigihînin hev. Divê destkeftiyên Kurdan weke xetere neyên dîtin û weke destkeftiya xwîşk u biratiye bibînin. Destê ku ji me re dirêj dikin bila dirêjî Rojava jî bikin û di navbera gele Kurd u Tirk de biratiyeke misoger ava bibe.” 
 
Herî dawî jî ji bo rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan deqeyek rêz hate girtin û daxuyanî bi dawî bû. 
 

Sernavên din

20/08/2025
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt
15:26 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
14:44 Kesên di Erdheja Marmarayê de jiyana xwe ji dest dayin hatin bibîranîn
14:43 Fîlozof Zabala: Divê hewldanên Ocalan vala neçin
14:17 KJK’ê li dijî qirkirina ekolojiyê banga mezinkirina têkoşînê kir
13:52 Li Pakistanê karesata lehî û hezazan: 350 kes mirin, 150 kes winda ne
11:57 DEM Partiyê bertek nîşanî erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî da
11:49 Li Mûsilê goreke komî hate dîtin
11:03 Biryarên îstîmlaqkirinê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin
10:40 Hejmara 129’an a kovara Jinê derket
10:39 Ji sedî 97,9’ê Kurdan di hemû astan de perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin
09:59 Li dijî Diyanetê bertek: Jiyana jinan di bin teserûfa jinan bi xwe de ye
09:49 Rojnameger Turkone: Abdullah Ocalan nexşerêyeke rasteqîn pêşkeş dike
09:04 Li Gelîboluyê ji ber şewatê 5 gund hatin valakirin
09:02 Ji bo Girtîgeha Sîncanê banga ‘lêkolînê’
09:00 ROJEVA 17’Ê TEBAXA 2025’AN
07:49 Li Spanyayê şewatên daristanan: 7 kes mirin
16/08/2025
16:27 Înstagram Çapemeniya Azad sansur dike
15:39 Dadgehê cezayê darvekirinê yê Şerîfe Mihemediyê erê kir
15:16 Xwestin girtiyên nexweş bên berdan
14:46 Xetereya belavbûna şewatê: Pêdivî bi helîkopterê heye