COLEMÊRG – Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Alîkara Hevserokên Giştî yê DBP’ê Hacer Ozdemîr li şûna namzeta HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a girtî li bajêr xebatên hilbijartinê birêve dibin.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Alîkara Hevserokên Giştî yê DBP’ê Hacer Ozdemîr û heyeta bi wan re çûn navçeya Geverê ya Colemêrgê û buroya hilbijartinê ya HDP’ê ziyaret kirin. Ozturk li vir daxuyanî da û got: “3 sal e îtîfaqa AKP û MHP’ê zilm û zordariyê li ser gel dide meşandin. Bi hezaran kes girt. Yek ji van jî hevala me Leyla Guven e. Ji bo em ji vê hilbijartina dîrokê re bibin bersiv, bi şev û roj dixebitin. Em îro li Geverê ne û wê gelê me bersiva van tiştên qewimîn bide.”
'EM Ê XEBATA NAMZETIYA WÊ BIRÊVE BIBIN’
Hacer Ozdemîr jî axivî û got: “Armanca hatina me ya vir ji bo em di şûna Leyla Guven de xebatên namzetiya wê birêve bibin. Têkoşîna jinan li her deverê dewam dike. Hevala me Leyla Guven di girtîgehê de ye, lê em ê wek jinan li ser navê wê bixebitin.”
Piştî serdana li vir heyet derbasî navçeya Şemzînanê bû.