NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Seyît Evran operasyona Qendîlê ya ku îtîfaqa AKP-MHP dixwaze pêk bîne nirxand û got: “Tirkiye hemû hêza xwe bişîne Qendîlê jî nikarin bixin bin kontrola xwe.”
Ji hilbijartina 24’ê Hezîranê re 13 roj man û îtîfaqa AKP-MHP’ê carek din “Operasyona Qendîlê” anî rojevê. Rayedarên muxalefetê muhtemela operasyonek wiha wek tirsa windakirina desthilatdariyê şîrove dikin. Pisporên herêmê nas dikin jî diyar dikin ku operasyonê ji serkeftinê wêdetir dê rastî hezîmetê were. Rojnameger Seyît Evran ê ku salên dirêj e li Herêma Federal a Kurdistanê rojnamegeriyê dike operasyona muhtelemel nirxand.
‘HER CAR TÊK ÇÛN’
Evran li ser armanca operasyonê rawestiya û got: “Tirkiye ji 25’ê gulana 1983’an vir ve li ser axa Herêma Federe ya Kurdistan operasyonê birêve dibe. Di salên 90’an û ber bi dawiya sala 1996’an ve hêzek mezin a leşkerî pir aşkere li herêmê bi cih kirin. Bi van hêzan nemaze li navçe û bajarokên girêdayî Duhok û Zaxo yên herêma Behdînanê baregehên leşkerî ava kirin. Di 97’an de perasyonek berfireh pêk hat. Tangên dewleta Tirkiyeyê Jeta Soran, Diyana û Çomanê bicih kirin. Heta tang ketin sînorê Îranê jî. Tang heta gundên Bergirkê, Pirdeşalê yên Qendîlê jî çûn. Lê bes çend roj şûn ve neçar man vegerin. Operasyonek herî dawî ya bejahiyê di sala 2008’an de li dijî Zapê pêk anîn. Ev oprasyon bi fiyaskoyê encam bû û Serfermandarê wê demê Başar Büyükanti têkçûna artêşa xwe mikûr hatibû.
Piştî 2000’an armanca operasyona li dijî Qendîlê guherî. Di destpêka salên 2000’î de dema ku AKP’ê dest bi desthialtdariyê kir. Ji 2007’an vir ve zivistan, bihar, havîn û payîzê operasyonên wan didomin û li herêmê bombebaran dike. Ev rewşa operasyonê ji bo Îran, Sûriye û Iraqê jî talûke ye. Bêguman dixwazin PKK’ê bikin hincet û dixwazin vê armanca xwe veşêrin.”
‘JI BILÎ PKK’Ê KES NIKARE LI WIR BIJÎ’
Evran diyar kir ku leşker bi qasî 20-30 kîlo mîtroyan ketine hundir û wiha got: “Tepeyên ku hêza xwe lê bi cih kirin cihên nêzî sînorê Îranê ye. PKK gerîlatiya çiyayan dike. Ji bilî PKK’ê kes nikare li wan deran bijî.”
Evran anî ziman ku Tirkiyeyê bi DYA’yê re bi boneya li dijî Îranê hin peymanan kiriye û wiha domand: “DYA di operasyonek muhtemel de dixwaze Tirkiyeyê li dijî Îranê bikar bîne. Îran pê bihese wê bêdeng nemîne. Tirkiyeyê çav berdaye petrol ali Musil û Kerkûkê. Ev bajarên vê axê. DYA, NY û hemû hêzên navneteweyî li dijî êrîşên dagirkirinê yên Tirkiyeyê bêdeng dimînin.”
‘BAŞÛR BÊDENG DIMÎNE’
Evran bal kişand ser bêdengiya rayedarên Herêma Federe û got: “Armanca esil a bêdengiya li Başûrê Kurdistanê, têkiliyên micid ên serokê hikûmetê û Tirkiyeyê ne. Dîsa razemaniya hin aliyan a ji bo Tirkiyeyê ye. Difikirin ku wê dest deynin ser destkeftiyên wan. Bêdengiya Hikumeta Kurdistanê jî ji ber hin pirsgirêkên dijîn derdikeve holê. Divê li dijî Tirkiyeyê bêden nemînin.”
Evran destnîşan kir ku di hedefa êrîşan de qadên sivîlan hene û ji 2007’an vir di êrîşên li ser herêmê de bi ser sed kesî re ji heft saliya heta heftê saliyan mirovan jiyana xwe ji dest da.
‘GERÎLA LI HER DEVERÊ YE’
Evran di berdewama axaftina xwe de ev tişt got: “Cihek neguher ên gerîlayan nîne. Ji wan re şer û bajar nîne. Cihê wan çiya û gelî ne. Leşker dê di bejahiyê de nikaribin alîkarî û lojîstiyê bigîhinin. Veguhezandina leşkeran a ji bo wan çiyayên serhîldêr û asê şandîna jî bo mîrînê ye. Mijarek din jî ya girîng Şengal e. Tu eleqeya erdnîgarî ya Şengalê bi vê herêma em behsa wê dikin re nîne. Şengal li ku Qendîl li ku. Dewleta tirk ji bo bibe xwediyê Musilê dixwaze gefên li dijî Şengalê jî li pêş bixe.”
‘HEMÛ HÊZA XWE JÎ BIBIN DÊ TÊK BIÇIN’
Evran behsa amadekariyên operasyonê yên PKK’ê kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Fermandarên gerîla, rayedarên KCK daxuyanî dan û dema mirov li daxuyaniyên wan dinêre, li dijî operasyonek muhtemel amade ne. Li dijî hemû rêbazên êrîşan amadekariyên wan hene. TSK nikare gerîla ji wê qadê derxe. Çimkî cihek sabît ê gerîlayan nîne. Li her deverê ne. Li gorî amadekariyên hatine kirin dê ev operasyon jî bi hezîmet encam bibe. Ji bo çend dengan zêde bistîne mirovan bi zanebûn dişînin mirinê. Ji bilî mirinê wêdetir dibe pirsgirêkên cuda bi xwe re bîne. Ji niha ve encama operasyonê diyar e. Li gorî hin rayedarên PDK’ê jî ku dibêjin ‘Tirkiye hemû hêza xwe bişîne Qendîlê jî nikarin bixin bin kontrola xwe.’ Bi vê daxuyaniyê re îspata ku Tirkiye dê carek din rastî têkçûnê bê.”
MA / Erdogan Altan