STENBOL - Rêxistina HDP'ê li Stenbolê roj bi roj xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bi lez dike. Armanca HDP'ê li Stenbolê 2 milyon deng e. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku ew dizanin gelê Stenbolê ji bo jiyanek nû û pêşerojek nû dê biçin ser sindoqan û bi destê xwe pêşeroja xwe diyar bikin.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, ji bo di hilbijartina 24'ê Hezîranê de 2 milyon deng bistîne li hemû tax, navçe û kolanan bi şev û roj dixebitin. Armanca HDP'ê li Stenbolê 2 milyon deng e. Rêxistina HDP'ê ku li Stenbolê di 7'ê Hezîranê de Milyonek û 70 hezar deng stend, vê carê armanc dike ku 2 qat dengan bistînin. HDP li Stenbolê bi rêjeya ji sedî 12,43 di rêza 3’emîn de cih girt. HDP, dê di hilbijartina 24'ê hezîranê de rêjeyê duqat bike. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku ew dizanin gelê Stenbolê ji bo jiyanek nû û pêşerojek nû dê biçin ser sindoqan û wiha got: "Armanca me li Stenbolê 2 milyon deng e. Gelê Stenbolê di 7'ê Heziranê de Serokê AKP'ê Erdogan nekir Serokdewlet. Gel dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de duqatî dengê 7'ê Hezîranê bistîne. Armanc 2 milyon deng e. Em li Stenbolê 2 milyon deng bistînin em dê dengê ku li Kurdistanê bê dizîn telafî bikin. Em dizanin gelê li Stenbolê dijî êdî jiyanek nû û pêşerojek nû dixwazin. Ev yek jî bi HDP'ê pêkan e."
'EM DENGÊ HEMÛ RENG Û BAWERIYAN DIXWAZIN'
Demîr, anî ziman ku HDP partiya sîwan a reng û baweriyan e û ji bo nûnertiya hemû reng û baweriyan li meclîsê bike dengê hemû reng û baweriyan dixwazin. Demir, da zanîn ku îtîfaqên hatin avakirin nêzîkatiya wan a li hemberî bawerî û nasnameyên cuda yên Tirkiye nîşan dikin û wiha pêde çû: “Lîsteya namzetan a HDP'ê projeya HDP'ê nîşan dide. Bajarê Stenbol wêneyê Tirkiye yê biçûk e. Hemû reng û rûyên Tirkiye li Stenbol hene. Em dixwazin hemû reng, bawerî, nasname û nijadên cuda yên ku mafê wan hatiye tunekirin di bin baneyê HDP'ê de cih bigire. Em bi biryarin ku em bibin bersîva daxwazên hemû van nasname û baweriyan. Li Stenbol 17 milyon nifûs heye. Hemû reng û ruyê Tirkiye li vir xwe nîşan dide. Ji hemû bajarên Tirkiye koçî kvir kirine. Wêneyê Tirkiye ye. DP dê ji hemû nasname û baweriyan deng bistîne û dê di şexsê Stenbolê de bibe deng û nasnameya hemû Tirkiyeyê. Ji bo em di 24'ê Hezîranê de Tirkiyeyek nû pêşwazî bikin, em dengê hemû reng, bawerî, nasname û zimanan dixwazin. Em dixwazin wekî HDP nûnertiya hemû gelên li Tirkiye bidin xwuyakirin.
EM DIXWAZIN JIN Û CIWAN TEV LI SİYASETÊ BIBIN
Demir, herî dawî bang li jin û ciwanan kir û xwest ciwan û jin jî tev li HDP'ê bibin, Demir, anî ziman ku yek ji hêza herî zindî jin û ciwan e û xwest jin û ciwan zêdetir cihê xwe di nava HDP'ê de bigirin. Demîr, da zanîn ku erka ciwanan ewe ku hêvî û baweriyê bidin û ji ber vê yekê divê di bin sîwaneya HDP'ê de cih bigirin û wiha bi dawî kir: "Em dixwazin jin û ciwan di nava siyaseta HDP'ê de cih bigirin. Piştî hilbijartina 7'ê Heziranê gelek operasyon li dijî HDP'ê pêk hatin. Divê em li ser sindoqê berteka xwe û bersîva xwe nîşan bidin. Em wekî rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li şûna hevalên xwe yên girtî xebatê dimeşînin. Koordinasyona me ya hilbijartinê heye. Di van komisyonan de ji taxan gel û endamên komîsyonên berê hene. Me stenbol kiriye 3 herem û komîsyonên me li van herêman çalak dixebitin.
MA / Yasin Kobulan