Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e

  • rojane
  • 09:09 11 Hezîran 2018
  • |
img

AYDIN - Rêxistina HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartina 24'ê Hezîranê bi şev û roj dimeşîne. Xebatên HDP'ê li Aydinê rastî eleqeyek mezin tê û zêdetir hêza HDP'ê derdikeve pêş. Tevgera siyasî ku li Aydinê derdikeve pêş nîşan dide ku HDP li pêş AKP'ê ye û HDP bi vê hêzê dikare li Aydinê 2 wekîlan bibe meclîsê. 

Ji hilbijartina 24'ê Hezîranê re 13 roj man. Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên partiyên siyasî jî zêdetir dibin. Li herêma Egeyê her ku hilbijartin nêzîk dibe rengê partiyên siyasî yên li pêş bêtir xwe nîşan didin. Herêma Ege ku serdemekê CHP li pêş bû, di hilbijartinên dawî de rengê CHP'ê û AKP'ê ket nava hev û HDP'ê jî xwe li rengê wan zêde kir. Di hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî êdî HDP jî li bajarên Egeyê rengê xwe bi awayekî diyarde nîşan dide. Bi taybetî kurd û karkerên mafê wan tê binpêkirin bêtir xwe didin eniya HDP'ê û li cem HDP'ê cihê xwe digirin. Li Aydinê ku warê çandinî û aboriyê ye, HDP bi şev û roj xebatên xwe berdewam dike û armanc dike ku di vê hilbijartinê de 2 wekîlan bibe meclîsê. Aydin bi 14 navçeyên xwe yên çandiniyê derdikeve pêş. Wekî qada çandiniyê tê zanîn. Dîsa navçeyên Dîdîm û Kuşadasi ku aliyekî wan derya Egeye ye bi turîzmê tên nasîn. 
 
Bajarê Aydinê xwedî milyonek û  80 hezar nifûs e. 750 hezar hilbijêrên wê hene. Yek ji bajarê herî nifûsa zêde yê Tirkiye ye. HDP li vî bajarî xebatên xwe li navçeyan û nava zeviyan jî berdewam dike. Li bajarê ku santralên enerjiya jeotermal tên avakirin û xwezaya wê tê wêrankirin, bi nifûsa kozmopolit bajarekî rengîn û pir çandî ye. 
 
Di Hilbijartina 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê yên 2015'an de CHP'ê ji sedî 40.6 û 40.8, AKP'ê ji sedî 29.25 û 33.8, MHP'ê ji sedî 18.2 û 15.8, HDP'ê jî ji sedî 8.8 û 7 deng derxistibû. Di referanduma 16'ê Nîsanê de dengê “Erê" ji sedî 35.7 û dengê "Na" ji sedî 64.3 bû. Hilbijêr û welatiyên Aydinê diyar dikin ku di vê hilbijartinê de dê hêza muxalif bêtir deng bistîne û Îtîfaqa Cumhur bêtir dengan winda bike. Bi taybetî ji ber xebatên HDP’ê li bajar zêde dibin eleqeya li hemberî HDP'ê jî zêde dibe. Bertekên li dijî tifaqa AKP-MHP'ê zêde dibe û bandora Partiya ÎYÎ û Saadetê jî êdî xwe nîşan dide. 
 
HDP KOLAN BI KOLAN DIGERE
 
Di hilbijartinên borî de AKP'ê û CHP’ê her yekê 3 wakîl şandin meclîsê. MHP’ê jî 1 wekîl şand meclîsê. Piştî hêjmara wekîlan li meclîsê derxistin 600 wekîlan, li Aydinê jî hêjmara wekîlan derket 8 wekîlan. HDP ku kolan bi kolan, tax bi tax û navçe bi navçe xebatên hilbijartinê dimeşîne, li dijî êrîşan standan li kolanan venake. Lê partiyên din li kolanan standan vedikin. HDP li şûna standan li kolanan digerin û proşûrên xwe diginînin gel û xebatên propaganda dikin. 
 
Li navçeya Efeler a Ayidnê Seroka Bajar a Partiya ÎYÎ Lale Budakli ku stant vekiriye, der barê xebatên partiyên siyasî de agahî dan û wiha got: 
"Li Aydinê pirsgirêka sereke betalî ye. Dîsa Santrala Enerjiyê ya jeotermal mirovan bêzar dike. Em li vir nebin partiya yekem jî em dê bibin partiya duyemîn. Li Aydinê perteka li dijî AKP’ê pir zêde ye. Dîsa rewşa MHP’ê jî wekî ya AKP'ê ye. Potensiyela HDP’ê jî ne kêm e. Rengê xwe nîşan dide. Hêza wê yeke wekîlekî derxe. Divê namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş bi awayekî azad xebatên xwe bimeşîne. 
 
CHP JI XWE BAWER E
 
Namzetê CHP'ê Kemal Gunerî jî bal kişand ser xebatên hilbijartinê û anî ziman ku hêza muxalif serdest e û wiha got: "Li vî bajarî partiya Îktîdar CHP ye. CHP li pêş hemû partiyan e. Ji ber ku partiya li meclîsê îktîdar e li vir nikare biçe deriyê malan. Ew rûyê wan tune ye. Tevî HDP'ê partiyên din ên muxalif jî dikarin wekîlan derxin. 
 
HEDEFA HDP’Ê 2 WEKÎL IN
 
Hevserokê HDP'ê yê Aydinê Bariş Goze jî der barê hewa xebatên hilbijartinê û partiyên siyasî de nerînên xwe parve kirin. Bariş Goze anî ziman ku li Aydinê eleqeya gel a li hemberî partiya wan gelek zêde bûye û wiha got: "Em armanc dikin ku li Aydinê 2 wekîlan bişînin meclîsê. Hem elewî û hem jî kurd dê piştgiriyê bidin HDP'ê. Dîsa beşên din ên demokrat û mafê wan tên binpêkirin jî nêzî HDP'ê dibin. Li Aydinê hêza HDP’ê li pêş xuya dibe. Em bawer dikin ku 2 wekîlan derxin. 
 
TERCÎHA CIWANÊN MALBATÊN CHP’Î, HDP YE
 
Li taxa Çeştepe ya Efelerê jî em derbasi kiraatxaneyek ku alên CHP'ê lê hatine daliqandin û me li hilbijêrên wan guhdar kir. Hilbijêran diyar kirin ku li vir ji sedî 70 girseya CHP'ê ye. Li taxa Çeştepe ku 4 hezar nifûsa wê heye, piranî ji elewî û koçberênk Yugoslav, turkmen û kurdan pêk tê. Ciwanên CHP’î Cengiz Duman, diyar kir ku li Çeştepe dê ji her malek CHP'î dengek ji HDP’ê re derkeve û wiha got: "Xuya dike ku ciwanên CHP’î tevan berê xwe daye aliyê HDP’ê. 
 
HILBIJÊRÊN CHP’Î: EM DÊ PIŞTGIRIYÊ BIDIN HDP’Ê 
 
Li Kratxaneyek din a taxa Çeştepe ku bi alên CHP'ê hatine xemilandin, niqaşên hilbijartinê didomin. Welatiyekî bi navê Metin diyar kir ku ciwan dê bêtir dengê xwe bidin HDP’ê û wiha got: “Tu demê bi qasi niha girîng nebûye ku HDP di meclîsê de cih bigire. Cîgirtina HDP'ê ya meclîsê pir girîng e. Ji ber vê yekê em dê dengê xwe bidin HDP'ê." 
 
DENGÊN AKP’Ê DIÇIN HDP’Ê 
 
Li taxa Ata ya navçeya Efelerê jî zêdetir AKP li pêş e. Lê HDP li vir xebatên îknayê dimeşîne. Li taxa ku nifûsa wê zêdetir kurd û tirk in hilbijêrên ku berê dengê xwe dabûn AKP'ê niha derbasî HDP'ê dibin. Gelek kurdên li vê taxê di hilbijartina berê de dengê xwe dabûn AKP’ê lê vê carê bi biryarin ku dengê xwe bidin HDP’ê. Welatiyê taxê Deniz Sarikan, diyar kir ku kurdan piştî zilma 1'ê Mijdarê zilma AKP'ê dît û baweriya xwe ya li hemberî AKP'ê winda kir û wiha got: "Her ku diçe hilbijêrên li vir ji AKP’ê dûr dikevin. Yên ku berê di AKP’ê de israr dikirin jî niha bê biryar in. 
 
Şaredarê Bajaroka Tellidere yê berê Muzaffer Yondemlî jî diyar kir ku êdî di nava xebatên HDP’ê de cih digire û li Aydinê HDP li pêş e. 
 
MA / Ahmet Kanbal  
 
 

Sernavên din

11/06/2018
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê
11:07 ‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’
10:30 Dolmîşa karkeran qeza kir: 4 jê zarok 13 kes birîndar bûn
10:19 Di Şeva Leyletul Qedir de li ‘dijî zilmê’ banga yekîtiyê kirin
09:37 AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike
09:13 Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne
09:13 Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne
09:12 Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe
09:11 Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê
09:10 Armanca HDP li Stenblolê 2 milyon deng e
09:09 Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e
09:09 'Çi bikin bila bikin em ê sindoqan biparêzin’
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
10/06/2018
21:24 Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin
18:24 Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê
17:39 Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî
17:27 Xwendekarên hatin derbkirin: Em ê her dem li dijî îşkenceyê bin
17:06 Beşdarên mîtînga Kartalê: Em ê karê nîvçe mayî temam bikin
16:36 Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
16:11 Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin
15:42 Baro û ÎHD'ê taziya Prz. Suren qebûl kirin
14:35 Kerestecîoglu: Cîhan dê bi jinan biguhere
14:34 Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin
13:52 Bîrdal: Girtiyên nexweş nabînin, dixwazin girtiyên li dijî gel sûc kirine berdin
13:27 Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin
12:52 Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane
12:45 2 kes li Ceyhanê hatin girtin
12:19 Di bîranîna 10'ê Cotmehê de: Emê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin
12:03 Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin
12:02 Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin
11:45 Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya
11:35 Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin
10:42 Hevşaredara bi destê qeyûm negirt rastî ceza hat
10:20 Şivanan: Em fermandarê îşkence li me kir dinasin
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:19 Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
09:17 Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’
09:16 'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:11 Karkerên sîvan: Hemû karker li dora HDP’ê bibin yek
09:09 Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
09:08 Namzetê HDP'ê Gerçek: Roja 24'ê Hezîranê roja xerakirina saltanatê ye
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê
09:04 Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê
09:03 Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin
09:01 ‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09/06/2018
21:29 Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên HDP’ê bi lez dibe
16:27 Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in
Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike
16:11 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê zext şermezar kirin
16:10 Li Geverê di hefteyekê de 4 karker mirin
15:48 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan
15:29 Rûniştina F: Mehek e agahî ji Erez tune ye
15:07 Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt
15:06 Bi îtîraza HDP'ê guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya
14:44 Aqûbeta cenazeyê Guney ê piştî îdamê hat windakirin pirsîn
14:43 Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Suren hat bibîranîn
14:17 Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin
13:41 Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e
13:17 Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir.
12:59 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
12:39 Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû
12:27 Komisyona Zarokan a ÎHD’ê: Di 16 salan de 440 hezar zarok welidîn
12:12 Li Şirnexê şer derket: Polîsekî tîmê taymet jiyana xwe ji dest da
12:07 'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin'
11:43 Ciwanê HDP'î yê milê wî hat şikandin: Gule jî nikare min rawestîne
11:37 HDP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan pirtûk çap kir
11:09 Walîtiyê ji bo Erdogan mitînga HDP’ê betal kir
10:33 Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin
10:31 Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel
10:23 Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî
10:22 Xwendekarên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
09:30 Li Çewligê bayê guherînê hêl dibe
09:30 Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene
09:29 Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye
09:26 ‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'
09:25 Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
09:23 Hilbijêrên Îdirî: Yê li tembûrê dixe girtiye, yê pereyan didize li derve ye
09:21 ‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'
09:19 Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e
09:19 Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake
09:18 Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:44 Li dijî maşîneya leşkerî êrîş: Leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn
08/06/2018
23:01 Nivîskar û siyasetmedar dê kurdiya 'Seher'ê îmze bikin
19:49 Dê Demirtaş li girtîgehê di TRT'ê de biaxive
18:42 Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:33 Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
16:25 Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin
16:12 ‘Fîkandina kurdî' li dadgeha cezayên giran hat darizandin
16:03 Dayikên Aştiyê wê li ser navê Leyla Guven bixebitin
15:54 Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e
15:51 Parêzer Suren hat definkirin
15:29 Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin
15:24 Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
15:15 Belavkarên rojnameyê derketin pêşberî dadgehê
14:52 Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve
14:51 'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'
14:27 Demirtaş bersiv da pirsên şopdarên xwe yên twitterê