EDENE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li bajarên Kurdan walî û qeymeqam weke serokên navçe û bajaran ên AKP’ê dixebatin û got: “Ew çi bikin, bila bikin, em ê sindoqan biparêzin.”
Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li bajarên Kurdan walî û qeymeqam ji bo xebatên hilbijartinê weke serokên navçe û bajaran ên AKP’ê dixebitin û ev yek rexne kir. Beştaş, bertek nîşanî berî hilbijartinê veguhestina sindoqên 270 hezar dengan, da û wiha axivî: “Li 19 bajaran bi hinceta ewlekariyê sindoq veguhestin. Ligel hemû tiştî em ê sindoqan biparêzin.”
‘VEGUHESTINA SINDOQAN NE HIQÛQIYE’
Beştaş, anî ziman ku ev biryar îtîraz kirin, lê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtîraza wan red kir û wiha got: “Saziyên dewletê weke saziyên AKP’ê dixebitin. Li aliyê din dibin ‘Li vê derê ewlekarî tuneye. Divê sindoq bên veguhestin.’ Vîna gel nas nakin. Veguhestina sindoqan bi tu awayî ne hiqûqiye.”
‘DIBE KU HÎLEYÊN CÛDA BIKIN’
Beştaş, da zanîn ku sindoqên dengên HDP’ê lê zêde, veguhestin herêmên AKP lê hakime û wiha bilêv kir: “Di hilbijartinê de dibe ku hîleyên cûdatir bikin. Çi bikin bila bikin, em ê wan sindoqan biparêzin. Ji ber ku gelê me dê xwedî sindoqên xwe derbikevin û tişta ji destên wan bê dê sindoqên xwe biparêzin. Ji ber ku qedera hilbijartinê bi dengekê diyar dibe.”
DEMOKRASÎ, AZADÎ Û AŞTÎ DÊ SERBIKEVE
Beştaş, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Walîtiyên bajaran bi hinceta OHAL’ê xebatên hilbijartinê yên partiyê asteng dikin. Ev hilbijartin ne adîlane û wekheve. AKP hemû derfetên dewletê ji bo xebatên xwe yên hilbijartinê bi kar tîne. Bila ew baweriya xwe bi saziyên dewletê bînin û kampanyayan birêve bibin. Em baweriya xwe bi hêz û vîna gelê xwe tînin. Em li ser vê esasî xebatên hilbijartinê bi rêve dibin. Di vê hilbijartinê de yan dê faşîzm qezenc bike, yan jî dê em û gel qezenc bikin. Ger em qezenc bikin em ê demokrasî û azadiyê ava bikin. Ji ber vê tişta ji destê me were emê bikin. Ez hêvî dikim ku gelê me dengekê bidin HDP’ê û dengekê bidin Demîrtaş û bi vî awayî demokrasî, azadî û aştiyê bînin welat.”