AMED - Nûnerên saziyan ên tev li foruma Tora Xebatên Zimanê Kurdî bûn diyar kirin ku ji bo xebatên ziman û zextên li ser ziman ew bêhtir bên gel hev.
Tora Xebatên Zimanê Kurdî di 26’ê Kanûnê de li Amedê forum li dar xist. Di forumê de têkildarî kêmasî û zextên di qada ziman de hatin nîqaşkirin. Gelek sazî û kesayetên di qada ziman de xebatan dikin, beşdarî forumê bûn.
Endamê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê Ramazan Holat ku tev li forumê bûbû, diyar kir ku girêdayî nîqaşên ser çareseriya pirsgirêka Kurd, zextên li ser Kurdî jî carnan kêm dibin carnan zêde dibin. Holat, wiha domand: “Dema siyaset hinek nerm dibe, zext jî kêm dibin. Lê di demên berevajî vê de zext giran dibin. Jêbirina nivîsên ‘Pêşî Paya’ jî nêzikatiya dewletê ya li dijî Kurdî nîşan dide.”
Bi domdarî Holat destnîşan kir ku divê li dijî êrişan her kes xwedî li Kurdî derkeve û wiha got: “Xwedîderketina li zimanê Kurdî, xwedîderketina li mirovahiyê ye. Ji ber ku ziman li her derê, ji bo her neteweyê esas e. Heke te zimanê civakekê jê stand, tiştek jê namîne. Heke li ernîgariya me Kurdî were qedexekirin ma dê ji me çi bimîne? Pênaseya Kurd namîne. Lewma divê her kes xwedî li Kurdî derkeve.”
Holat, da zanîn ku zarok her ku diçe bêhtir ji zimanê dayikê dûr dikevin û wiha got: “Li malê televîzyon û dezgehên din ên ragihandinê ketine destê zarokan. Zarok, di yeksaliya xwe de dikevin sepanên medyaya dijîtal û wî zimanî hîn dibin. Dema wiha dibe jî zimanê xwe yê dayikê ji bîr dikin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê malbatan.”
'HEKE EM BIBIN YEK DÊ BIBIN HÊZ’
Ronayî Onen ku li ser zimanê Kurdî xebatan dimeşîne jî got ku li ser ziman êrişên sîstematîk hene. Ronayî Onen, ev tişt anî ziman: “Divê li dijî êrişan bersivên rêxistinkirî bên dayin. Ev jî bi xwedîderketina li ziman dibe. Divê em şexsî, komî, civakî û neteweyî xwedî li ziman derkevin û bersiveke mezin bidin. Aktîvîzma ziman, zanebûna ziman divê em di nava gel de zêde bikin ku bikarin zimanê xwe biparêzin. Divê saziyên têkildarî ziman xebatan dimeşînin, di demên pêş de jî bên gel hev.”
'DIVÊ EM BÊHTIR BÊN GEL HEV’
Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurd a Stenbolê Remziye Alparslan jî qedexekirina konser û pirtûkan bi bîr xist û wiha got: “Divê hemû saziyên ziman li dijî van qedexeyan têbikoşin. Xebatên li ser zimanê Kurdî bênavber didomin. Em ê dev ji vê bernedin. Divê ev xebat li her derê belav bibin. Dema belav dibin, em bihêztir dibin. Dikare bi kesên ji bo ziman dixebitin re bên gel hev, heke qadên hevpar bên avakirin dê gotina me xurtir bibe. Hêza li hemberî me mezin e û dixwaze civakê bixeniqîne. Hewceyê vê demê em bêhtir bên gel hev û bi lêkolînan dengê xwe xurtir derxînin.”
MA / Mujdat Can