* Mehmet Guler, bavê Azîz Gulerê ku li Rojavayê di şerê li dijî DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da got: "Em ê di Meclîsê de bibin dengê gel û şoreşgerên li Rojavayê şehîd ketin. Ew der welatê me yê duyem e."
Li Bajarê Şirnexê ku HDP’ê bi tevlêbûna hezaran buroya hilbijartinê vekir, AKP bêtir xist nava tirs û fikaran. AKP ku armanc dikir wekîlekî derxe, heviya xwe ji Şirnexê qut kir û nikare dengê xwe yê berê jî biparêze.
* Namzetê HDP'ê yê Îzmîrê Ekrem Can Alaygût, ku di dema xebatên hilbijartinê de dikeve ezmûnên xwe destnîşan kir ku ji bo zanîngeha demokratîk û xweser ew bûye namzet.
* HDP'ê li Stenbolê xebatên hilbijartinê lezandin. Armanca HDP'ê ew e ku di 24'ê Hezîranê de 2 milyon dengan bigire. hevseroka HDP'a Stenbolê Esengul Demîr got: "Em dizanin ku dê gelên li Stenbolê dijîn ji bo jiyaneke nû, ji bo pêşerojeke nû hemû daxwazên xwe di sindoqan de bidin der."
* Namzetê HDP'ê yê Stenbol Zeynel Ozen, anî ziman ku partiya ku Stenbolê bigire dê Tirkiyeyê bigire. Ozen, got li derveyî welat armanca wan 300 hezar deng in û ji bo vê jî divê herkes dengê xwe bi kar bîne.
* Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku li bajarên Kurdan walî û qeymeqam weke serokên navçe û bajaran ên AKP’ê dixebatin û got: “Ew çi bikin, bila bikin, em ê sindoqan biparêzin.”
* Rêxistina HDP'ê xebatên xwe yên hilbijartina 24'ê Hezîranê bi şev û roj dimeşîne. Xebatên HDP'ê li Aydinê rastî eleqeyek mezin tê û zêdetir hêza HDP'ê derdikeve pêş. Tevgera siyasî ku li Aydinê derdikeve pêş nîşan dide ku HDP li pêş AKP'ê ye û HDP bi vê hêzê dikare li Aydinê 2 wekîlan bibe meclîsê.
* Rêxistina HDP'ê li Stenbolê roj bi roj xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê bi lez dike. Armanca HDP'ê li Stenbolê 2 milyon deng e. Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Esengul Demîr, diyar kir ku ew dizanin gelê Stenbolê ji bo jiyanek nû û pêşerojek nû dê biçin ser sindoqan û bi destê xwe pêşeroja xwe diyar bikin.
* Ciwanên Hatayê, ji bo çand û zimanê erebî bi pêş bikeve, ligel şanoyê dest bi kişandina fîlmên metrajdirêj jî kirin. Lîstikvan Sevcan Rencuzogûllari, diyar kir ku herî zêde gel destekê dide wan. Her wiha Rencuzogûllari got, di dema Rewşa Awarte te ew zehmetiyan dikişînin.
* Xebatên hilbijartinê bi tevlêbûna namzetên HDP'ê, endam û rêveberên HDP'ê dê li gelek bajar û navçeyan bi ziyareta gund, tax û esnafan berdewam bike. (12.00-20.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan dê li navçeyên Bîrecik, Pirsûs û navçeya Navendî ya Rihayê Karakopru bi gel re bê cem hev. (13.00)