STENBOL - Xwendekarên lîseyê yên li Kadikoyê pankarta "Karne yên we ne, siberoj a me ye" vekirin û rastî êrîşa polîsan hatin, li Şaxa ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Xwendekarên hatin derbkirin gotin: "Em dê her dem li dijî hemû tundî û îşkenceyê gotina xwe berdewam bikin."
Duh komek xwendekarên lîseyê yên li ser banga Dev Lîs, DLB, LAF, LOB û Ozgur Lîse li ber Operaya Kadikoya Sureyya kom bûn, pankarta “Karne yên wene, siberoj a me ye” vekirin û heya peykerê Boga meşiyan, rastî mûdaxileya tund a polîsan hatin û polîsan ew bi erdê re kaş kirin. Piştre kelepçe kirin û ew binçav kirin. Xwendekarên ku duh hatin derbkirin û hatin binçavkirin, piştî serê sibê hatin berdan li gel malbatên xwe serî li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dan û civîna çapemeniye pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, hevalên xwendekaran û gelek kesên din tev li daxuyaniyê bûn. Xwendekaran li salona ÎHD'ê pankarta "Îşkence nikare lîseyîyan têk bibe" vekirin.
‘EM DÊ GOTINÊN XWE YÊN LI DIJÎ ÎŞKENCE Û TUNDIYÊ BIDOMÎNIN'
Ji xwendekarên ku bi lêdanê hat binçavkirin û piştre hat berdan Meltem Çuhadan daxuyanî da. Çuhadan, diyar kir ku berî daxuyaniyê bidin polîsan gef li wan xwar û wiha got: “Rexnekirina pergala perwerdehiyê mafê me yê xwezayî ye. Lê çawa me pankart vekir polîsan mudaxaleyî me kirin. Em rastî êrîş û îşkenceya polîsan hatin. 18 hevalên me li erdê dirêj kirin û binçav kirin. Dema hevalên me binçav kirin bi kelepçeyên hesin li serê wan xistin û piştre destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Hevalên me bi kelepçeyên hesin derb kirin. Rojnamegerên ku çalakî şopandin dimen kişandin û hatin binçavkirin. Tevî rojnamegeran 22 kes hatin binçavkirin. Dema em hatin binçavkirin polîsên ku bertek nîşanî polîsan dan jî hatin binçavkirin. Em bi saetan di maşîneya be hewa de hatin hiştin. Em dê li dijî vê tundî û îşkenceyê her tem çalakiyên xwe û gotinên xwe berdewam bikin."
‘POLÎSAN ÎŞKENCE ZÊDE KIRIYE'
Parêzerê li gel xwendekaran hat binçavkirin Gokhan Soysal jî anî ziman ku wan texmîn dikir ku dê di vê çalakiyê de xwendekaran binçav bikin û wiha got: “Dema xwendekar binçavkirin derb kirin. Lê tundiya li ser xwendekaran pêk anîn, vê carê gelek zêde kirin. Ji ber ku tundî wisa zêde kir me jî mudaxale kir. Ji ber ku zarokên kêmî 18 salî bi lêdanê binçavkirin. Destê wan li pişt wan kelepçe kirin. Piştre binçav kirin. Dema min bertek nîşanî vê yekê da ez jî binçavkirim."
‘EM RASTÎ LÊGERÎNA TAZÎ HATIN'
Rojnamegerê hat binçavkirin Hakan Altug Gultur jî diyar kir ku ji ber wî bûyer kişand ew jî hat binçavkirin û wiha got: “Piştî em binçav kirin em birin qereqolê. Bi hinceta min tiştek veşartiye ez li qereqolê rastî lêgerîna tazî hatim. Du hevalên jin ên li gel min hatin binçavkirin jî rastî lêgerîna tazî hatin.
Nimet Erban a di êrîşa polîsan de milê wê hat kişandin û guhê wî birîn bû jî diyar kir ku bi saetan rastî îşkenceyê hat. Erban, anî ziman ku ligel xwîn winda dikir jî nebirin nexweşxaneyê û bi saetan di maşînê de bê nefes hiştin. Bi bêhnan li ser, rû û zikê min dan. Bê guman em dê hesabê vê yekê bipirsin.
‘CEYRAN DAN BED8ENA ME'
Xwendekar Çagdaş Onur Ekincî jî diyar kir ku di bin çavan de îşkenceya ceyranê li wan kirin û dema ceyran dan bedena wan dikeniyan.
Xwendekar Şeyma Çapur jî wênekêşa di destê xwe de nîşan da û bertek nîşanî polîsan da û got: “5 polîsan pêl li kesekî kirin û hêza xwe nîşan d8an. Tu polîsê ku tundiyê dikin ne bi hêz e. Îro tu kes vê bûyera ku duh li wir pêk hat ji bîr nakin."