STENBOL - Li Stenbolê, bi hezaran kes beşdarî mîtînga HDP’ê ya Kartalê bûn. Di mîtîngê de Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Esengul Demîr axivî û got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin.”
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, li Qada Kartalê bi tevlîbûna hezaran kesan mitinga herêma 1’emîn a Stenbolê pêk anî. Gel beriya mîtîngê bi saetan hatin qadê, alên HDP’ê li ba kirin û li ber stranan guvend gerandin. Nemzetên HDP’ê yên herêma 1’emîn a Stenbolê, partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên komelyan beşdarî mîtîngê bûn. Li qadê hin welatiyan rûpûşên Demîrtaş danîn ber rû yên xwe.
‘EM Ê KARÊ XWE YÊ NÎVÇE TEMAM BIKIN’
Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Esengul Demîr di mîtîngê de axivî û wiha got: “Em ê karê xwe yê me di 7’ê Hezîranê de nivçe hiştî, di 24’ê Hêzîranê de temam bikin. Emê desthilatdariyê di vê hilbijartinê de têk bibin. Ez bang li gel dikim ewlekariya sindoqên xwe bigirin û dengên xwe biparêzin. Ji bo vê bila gel hemû gel biçin avahiyên HDP’ê yên navçe û bajêr.”
Mîtîng bi axaftinên namzetên HDP’ê berdewam dike.