NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser têkildarî êrişên di demên dawî de li dijî Elewiyên li Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek da û wiha got: “Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin.”
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê geşdanên dawîn ên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina rejîma Baasê, ya baştir ew e ku ber bi zîhniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin.
Daxuyanî wiha domiya: “Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye. Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye. Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide. Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyên bira diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û siberoja wê. Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyê bingeheke girîng e yê avakirina Sûriyeyeke bihêz.
PARASTINA MAF Û ERKÊN PÊKHATEYAN ERKEKÎ NIŞTIMANÎ YE
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e. Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.
BAL KIŞAND SER NETEWEYA DEMOKRATÎK
Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin. Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê. Di salên dirêj de men bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.”