ERZIROM - Girtî Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumluyê tê ragirtin, li ser telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehê. Kaya, wiha got: “Piştî vê hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min bê.” Kaya, banga hestiyariyê li raya giştî kir.
Binpêkirinên li Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê her ku diçe zêdetir dibin. Ramazan Kaya ku li Girtîgeha Dumluyê tê ragirtin, di 25’ê Kanûnê de li ser telefonê bi bavê xwe Samet Kaya re hevdîtin kir û têkildarî binpêkirinên li girtîgehê axivî û banga hestiyariyê li raya giştî kir.
SERDEGIRTIN Û ÊRIŞ
Ramazan Kaya, da zanîn ku girtîgeh roj bi roj bêhtir vediguhere îşkencexaneyê û pêdiviyên wan ên sereke yên weke av, xwarin û ceyran jî li dijî wan weke amûrên îşkenceyê tên bikaranîn. Kaya, ev agahî parve kir: “Duh heta nîvro av nedan. Dema me sedema wê jê pirsî jî bi me keniyan û heqaret kirin. Hinek gardiyan bi taybet hatine hilbijartin. Ev kes bi dijminane nêzî me dibin. Dema bi ser qawîşan de digirin, gardiyan êrişî her kesî dikin û heqaretan dikin. Midûrê girtîgehê jî hewl dide girtiyên siyasî proveqe bike û neçarî întîharê bike. Her wiha, ji bo çareserkirina pirsgirêka av û ceyranê me pê li bişkoka agahdarkirinê kir û alîkarî xwest. Lê dengê bişkokê qut kirine û nahêlin em alîkariyê bigirin. Mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş tê astengkirin. Her ku diçe rewşa wan xerabtir dibe. Rêveberiya girtîgehê vê bi zanebûn dike.”
Bi domdarî Kaya da zanîn ku piştî cezayê hucre û hevdîtinê cezayê pereyan li wan hatiye birîn û mafê wan ê derketina hewşê ya du saetan jî bi awayekî keyfî hatiye bisînorkirin.
‘EM KENGÎ BIXWAZIN HÛN Ê WÊ DEMÊ AVÊ VEXWIN’
Kaya, destnîşan kir ku rêveberiya girtîgehê ji wan re dibêje; “Em kengî bixwazin hûn ê wê demê avê vexwin, xwarinê bixwin û televîzyonê temeşa bikin.”Kaya, herî dawî ev agahî da: “Piştî hevdîtina telefonê nizanim dê çi bi serê min were. Polîtîkayên li vê derê, girêdayî polîtîkayên li Îmraliyê ne. Li vir nahêlin em bêhn bistînin. Lewma jî banga hestiyariyê li rêxistinên civaka sivîl û raya giştî dikim. Em bêxwedî nînin, em banga hestiyariyê li gelê xwe û tevahiya raya giştî dikin.”