* Hevberdevka Platforma Ji Xerakirina Sûrê re Na Buşra Cîzrelîogullari, der barê planên li ser xerakirina Sûrê de diyar kir ku planên ku hikûmetê veşartine hene û planên hikûmetê nû hene û wiha got: “Plana Îmarê ya bi Armanca Parastinê bi hincetên cuda ji bo guhertinê derxistine îlanê. Bi kepçeyan dikolin. Lê nayê zanîn çi dikolin. Her tişt veşarî tê kirin."
* Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirim destnîşan kir ku bi bûyera Mûglayê re “Tirkiye bûye komara îşkenceyan” û got: “Kesên li Mûglayê bi saxî desteser kirin, bi fetisandinê hatine kuştin.” Yildirim li ser pêkanînên qeyûman jî wiha got: “Êdî navê van ne qeyûm e navê wan xortomcî ne”
* Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr, li ser polîtîkayên hikûmetê yên derve rawestiya û wiha got: "Polîtîkayên Tirkiye yên derve xelas bûne. Serokomar Erdogan ji ber polîtikayên derve ketiye panîkê. Hikûmet êdî nikare polîtîkayên derve diyar bike."
* Xwendekarên Jin ên Zanîngeha Înonu bertek nişanî "trambusên pembe" dan û diyar kirin ku xwendekaran ji civakê diqetînin û zorê li wan dikin ku di fanosê de bijîn. Jinan anîn ziman ku bi van pêkanînan azadiya jinê ji destê wê derdixin û daxwaza mêr li ser wan ferz dikin.
* Muhsîne Taşan, li milekî terzîvaniyê û li milekî jî Hevseroktiya HDP’a Îskenderunê dike. Taşan ku têkoşîna jinê dide, diyar kir ku ger jin bixwazin dikarin hemû tiştî bikin.
* Rojnameger Şirîn Çoban pişî ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê hat berdan, der barê zext û îşkenceya li girtîgehê de axivî, da zanîn ku wan bi berxwedanê hin tişt bi dest xistine. Çoban da zanîn ku li girtîgehê muameleya keyfî dewam dike û wiha got: "Piştî berxwedana girtiyên jin, vê carê êrîşê girtiyên siyasî yên mêr kirin û îşkence li wan kirin."
* Qeyûma Şaredariya Qoserê bi butçeya şaredariyê dibistanên girêdayî Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Qoserê restore dike. Mala Perwerdehiya Gel a Kurdî jî kirin dibistana navîn
* Zarokên penaber ên Sûriyeyî ku di karê pêlavên çerm de dixebitin, di heftiyekê de 150-200 TL heqdestê digirin. Ahmet Mehmet ê 15 salî yê Sûriyeyî rojê 13 saetan dixebite. Mehmet, diyar kir ku di nava hemû madeyên kîmyewî de bêyî ku ewlekariya wan hebe, dixebitin.
* Zanyarê navdar ê Tirkiye û Teorîsyenê Peresanê Alî Demirsoy, bal kişand ser polîtikayên AKP'ê yên guhertina perwerdehiyê û wiha got: "Guhertinên di perwerdehiyê de dê deriyê xwe ji gavên nû û pêşketinan re bigire. Îro li Îranê ku bi rêveberiya şeriatê dimeşe jî Peresana Darwin tê vegotin."
* Di ser bûyerên Gezî re 5 sal derbas dibin. Di bûyerên Gezî de bi milyonan gel li dijî talankirinê daketin kolanan. Di bûyeran de 11 kesan jiyana xwe ji des da. 5 sal derbas bûn, lê heta niha kujerên 11 kesan nehatine darizandin.
* Kedkarên ku bi KHK'ê ji kar hatin avêtin ji bo dîsa li karê xwe vegerin û piştgiriyê bidin Nûriye Gulmen û Selih Ozakça, dê çalakiya xwe ya li Kolana Yukselê di roja 342'an de berdewam bikin. (13.30-18.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê bi minasebeta 5'emîn salvegera damezirandina xwe dê li avahiya xwe ya bajar civîna çapemeniyê pêk bîne. (12:00)
* Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, lê li navenda giştî der barê îhlalên mafên mirovan de civîna çapemeniyê pêk bîne. (11:00)