AMED - Şaxa ÎHD'ê û Baroya Amedê ji bo sersaxiyê taziya Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren qebûl kir.
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Baroya Amedê ji bo Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Prz. Muhterem Suren ku di 7'ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest da, li mala Şînê ya Ehmedê Xanî ya Peyasê sersaxî qebûl kirin. Li salona sersaxiyê wêneyên Suren hatin danîn û qurnefîl danîn pêş wî. Namzetên HDP'ê yên Amedê Selçuk Mızraklı, Musa Farisogulları, Parlamenterê CHP'ê Sezgin Tanrikulu, nûnerên saziyên sivîl û gelek kesên din çûn sersaxî xwestin. Li ser navê malbata Suren, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Abdullah Zeytun û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Racî Bîlîcî sersaxî qebûl kirin.