ENQERE - Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, beşdarî gotûbêja jinên femînîst bû û got: “Ger cîhan bê gurtin, dê bi jinan biguhere. Ên ku Trump, Putîn û Erdogan têk bibin dê jin bin.”
Wekîla Serokên Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û namzeta Herêma 1’emîn a Enqerê Fîlîz Kerestecîoglu, beşdarî gotûbêja jinên femînîst a “Rojeva hilbijartinê ya Jinan” a li Cafeya Bahar pêk hat, bû. Kerestecîoglu di gotûbêjê de axivî û behs xebatên têkoşîna jinan kir.
‘CIHAN DÊ BI JINAN BIGUHERE’
Kerestecîoglu, diyar kir ku cîhan dê bi jinan biguhere û wiha got: “Ger cîhan bê gurtin, dê bi jinan bê guhertin. Ên ku Trump, Putîn û Erdogan bişînin dê jin bin. Jinên di parlamentoyê de, ger nebin hêza têkoşîna jinên derve de, parlamento dê bê wate be.”
Jinên femînîst ên beşdarê gotûbêjê bûn jî, bal kişandin ser polîtîkayên jinan ên HDP’ê û gotin: “Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin HDP û Kerestecîoglu. Emê bi HDP’ê rê dinava piştevaniyê de bin.”
Piştî gotûbêjê Kerestecîoglu û jin, çûn serdana Standa HDP’ê ya Qada Kizilya û li Kolana Sakarya jî danezana hilbijartinê belav kirin.