ÎZMÎR – Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê û parazvanê mafên mirovan Akin Birdal di kongreya Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê de axivî û got: "Kesên efûya girtiyan dixwazin, girtiyên nexweş nabînin. Tenê ji bo kesên li dijî gel sûc kirine efû dixwazin. " Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê jî kongreya xwe pêk anîn û rêveberiya xwe nû kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmirê 17’emîn Kongreya Asayî pêk anî. Kongre diyarî parazvana mafên mirovan Melek Yildiz ku hefteya borî jiyana xwe ji dest dan kirin. Kongre Li Salona Navenda Çandê ya Turkan Saylan pêk hat. Gelek parazvanên mafên mirovan, namzetên HDP'ê yên Îzmirê û xizmên girtiyên nexweş û windayan jî amade bûn. Sazumankarê ÎHD'ê û parazvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Nûnerê TÎHV'ê yê Îzmirê Cengiz Ustercî, Berdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Necla Şengul û Evin Işik ji bo Dîwana Kongreyê hatin hilbijartin. Ewil Namzeta HDP'ê ya Îzmirê Cemile Aydin bal kişand ser aqûbeta windayan û xwestin êdî hesap bê pirsîn û aqûbet zelal bibe. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Alî Aydin jî axaftina vekirinê kir. Rêveberê ÎHD'ê Nizam Aktaş jî diyar kir ku li Tirkiye nêzî 300 hezar girtî hene û wiha got: "Em li welatekî wisa dijîn ku ji ber mirov difîkînin rastî ceza tên. Li girtigehan dest datînin ser mamaya zarokan. Mirovan bê gor dihêlin û goristanan xera dikin."
Herî dawî Parazvanê mafên mirovan û Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Akin Birdal jî axivî û wiha got: "Kesên efûya girtiyan dixwazin, girtiyên nexweş nabînin. Tenê ji bo kesên li dijî gel sûc kirine efû dixwazin. Li Tirkiye girtîgeh heta derî hatine dagirtin. Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş girtî ye.
Mandela 27 salan girtî ma. Piştî hat berdan bû serokê dewleta Efrîqa Başûr. Ev yek çima li Tirkiye nebe. Li Tirkiye hezar û 154 girtiyên nexweş hene. Bi salan in em dixwazin girtiyên nexweş bên berdan. Lê li şûna girtiyên nexweş berdin dixwazin kesên tev li sûcê mirovahiyê bûne berdin. Serokê Giştî yê MHP’ê bêyî girtiyê nexweş bibîne dixwaze kesên sûcê mafya kirine û li dijî mirovan sûc kirine bên berdan."
Piştî axaftinan rapor hatin xwendin. Piştî xwendina raporan bi yek lîsteyê hilbijartin hat kirin. Zafer Încin bû serokê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û rêveberiya xwe nû kirin.
MELETÎ
Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê jî kongreya xwe pêk anî. Şaxa ÎHD'ê ya Meletiyê 13’emîn kongreya xwe bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, Namzetên HDP'ê, Wekilê CHP'ê Velî Agbaba û nûnerên gelek rêxistinên demokratîk amade bûn. Seroka Şaxa ÎHD'ê Gonul Ozturkoglu, bal kişand ser KHK’yan û anî ziman ku di serdema OHAL'ê de gelek KHK hatin weşandin û bi hezaran kes mexdûr bûn û wiha got: Kedkar, rojnameger, televizyon, radyo, komele, hatin girtin. Dîsa wekîl û hevserokên HDP'ê hatin girtin. Nêzî 200 hezar kedkar ji kar hatin dûrxistin.
EM 30 SALAN PAŞVE ÇÛN
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî anî ziman ku bi OHAL û KHK'yan Tirkiye 30 sal paşve çû û wiha got: “ÎHD di sala 1986'an de di bin Rewşa Rêveberiya Awarte de hat avakirin. Ji wê demê heta niha me têkoşînek mezin da. Me rapora 2017'an weşand û me got 'Tirkiye di aliyê mafên mirovan de 30 sal paşve çûye. Îktîtara Siyasî ya li Tirkiye destkeftiyên 30 salan ên vî welatî tar û mar kiriye û welat 30 sal şûnve biriye. Lê em hene û hêzên demokrasiyê jî heye. Em dê li dijî vê yekê têbikoşin. Têkoşîna me dê berdewam bike.
Piştî axaftinan û xwendina raporan hilbijartin pêk hat. Di hilbijartinê de Seroka Şaxa ÎHD'ê Gonul Ozturkoglu ji nuve hat hilbijartin.