NAVENDA NÛÇEYAN - IFJ’ê ji bo berdana 7 rojnamegerên ji ber bîranîna hevalên xwe hatine girtin, bang kir.
Rojnameger Gulistan Dursun, Hayrî Tunç, Enes Sezgîn, Osman Akîn, Can Papila, Pinar Gayip û Serpîl Unal di 21’ê Kanûnê de li Stenbolê ji bo rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin, çalakî li dar xistin û hatin girtin. Federasyona Rojnamegerên Navneteweyî (IFJ) di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de xwest 7 rojnameger bên berdan.
IFJ, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de bang li rayedaran kirin ku demildest rojnamegeran berdin.