RIHA - Welatiyên tev li çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê li dijî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin bûn, wiha gotin: “Me di sala 2014’an de Kobanê li dijî DAIŞ’ê çawa parastibe, dê îro jî bi heman ruhî biparêzin.”
Li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Duh jî li ser sînorê Pirsûs û Kobanê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Welatiyên tev li nobetê bûn, bertek nîşanî êrişan dan. Ji çalakvanan Mehmet Kankiliç, wiha got: “Kobanê em in. Kesên li aliyê din ê sînor xizmên me ne. Em ji bo piştevaniya bi wan re hatin vê derê. Sînor nekarî me ji hev qut bike. Di sala 2014’an di dema êrişa ser Kobanê de ez li Ewropayê dijiyam. Em amade ne ku dîsa wî ruhî derxin holê. Parastina Kobanê parastina me ye. Em li bendê ne her kes were vê derê.”
'DÊ KOBANÊ NEKEVE’
Ji çalakvanan Mûsa Mermer jî anî ziman ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek nasname bi hev re dijîn û wiha got: “Divê her kes xwedî li vê pêkvejiyanê derkeve. Kobanê di demên berê de bi tenê nema û dê dîsa nemîne. Di sala 2014'an de neket û dê tu caran jî nekeve. Bila vê baş bizanin. Roj, roja xwedîderketina li Kobanê ye. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin. Di navbera me û Kobanê de dîwarekî nexwezayî heye. Hemû kesên li wir xwişk-birayên me ne. Dê nekarin bi êrişan encamekî bi dest bixin. Her çend niha bibêjin ên êriş dikin DAIŞ nîne jî, lê DAIŞ êriş dike. Divê her kes seferber bibe. Me di sala 2014'an de çawa parastibe dê îro jî biparêzin."
'DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’
Dayika Aştiyê Makbule Yavuzer jî anî ziman ku ew di “nobeta aştiyê” de ne û wiha pê de çû: “Em ji bo aştiyê li vir in. Em şer naxwazin. Ji bo kesek nemire em li vir in. Divê êdî xwîn bisekine. Bila êdî axa me xwînê neyê avdan. Kobanê û Pirsûs yek in. Qamişlo û Nisêbîn yek in. Sînor nikarin me ji hev qut bikin. Divê ev şer bi dawî bibe û aştî pêk bê. Ji bo vê jî divê birêz Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û pê re hevdîtin bên kirin.”
'NÎVIYA PIRSÛSÊ KOBANÊ YE’
Naîme Bayram jî diyar kir ku gelê Kurd her tim daxwaza aştiyê dike û wiha pê de çû: “Me tu caran nexwest şer çêbibe. Em dibêjin ‘bila dayik negirîn.’ Armanca hatina me ya ji vê derê ew e ku em li dijî şer in. Em ê heta dawiyê bibêjin, aştî. Kurdistan kirin çar parçe. Nîviya Pirsûsê Kobanê ye. Em êdî van sînoran naxwazin. Bila êdî kesek nemire.”
'ŞOREŞA ROJAVA ŞOREŞA JINÊ YE’
Sara Şahîn jî destnîşan kir ku Şoreşa Rojava Şoreşa jinê ye û wiha got: “Em naxwazin Kobanê were dagirkirin. Em ê heta dawiyê piştevaniyê bidin xelkê Kobanê. Em yek in. Kesek nikare me ji hev qut bike. Nîviya malbata me li wir e. Em girêdayî hev in. Kobanê berê li ber xwe da û dê dîsa li ber xwe bide lê em şer naxwazin. Em ê heta dawiyê Kobanê biparêz in.”
'DINYAYÊ DÎT BÊ KOBANÊ ÇAWA ŞER KIR’
Bahrî Yildirim jî got ku ji ber berxwedana xwe ya li dijî DAIŞ’ê, Kobanê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hemû gelên cîhanê dîtin bê Kobanê li dijî DAIŞ’ê çawa şer kir. DAIŞ’ê bi awayekî hovane êriş kir lê Kobanê neket. Niha dîsa gef hene. Em, kesên dixwazin Kobanê dagir bikin lanet dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li Kobanê derkevin.”
KURÊ WÊ 10 SAL BERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê ÇÛ KOBANÊ
Dayika Aştiyê Aynûr Yilmaz jî diyar kir ku kurê wê di sala 2014’an de li dijî êrişên DAIŞ’ê derbasî Kobanê bûye û wiha got: “Di sala 2014’an de êrişî Kobanê kirin. Hemû ciwanan berê xwe dan Kobanê û êriş hatin şikandin. Kurê min jî çû. Kurê min ji min re got; ‘Serê mirovan jê dikin, ez ê li dijî vê biçim wê derê.’ Ev 10 sal derbas bûn, kurê min sax e, ne sax e nizanim. Gelek ciwanên mîna kurê min hebûn. Ew ji bo mirovahiyê li wir in. Banga min ev e; êdî bila kezeba tu dayikan neşewite. Divê em êdî ji şer re bibêjin ‘bes e.’ Mafê her kesî heye bi zimanê xwe bijî.”
MA / Emrullah Acar