RIHA - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina 23’yê Cotmehê de Abdullah Ocalan jê re gotiye; “Kurd, ne Kurdên 100 sal berê ne. Kurd, dê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.”
Çalakiyên nobetên yên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xeta sînor hatine destpêkirin didomin. Çalakiya li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê hatiye destpêkirin di roja 12’an de didome û duh jî li Pirsûsê li ser sînorê Kobanê çalakî hate destpêkirin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan jî yek ji çalakvanên li ser sînorê Kobanê ye. Ocalan, têkildarî geşedanên li Sûriyeyê û êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî.
'DIXWAZIN DÎSA BI KURDAN BIDIN WINDAKIRIN’
Omer Ocalan, diyar kir ku dewleta tirk ji 26’ê Mijdarê heta niha ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan ketiye nava hewldanên mezin û wiha got: “Divê gelê me li dijî vê hişyar be. 100 sal berê di bin navê ‘Biratiya ummetê’ de bi Kurdan dan windakirin û dixwazin niha jî bi heman sedemê bidin windakirin. Em vê naxwazin. Heke ji bo newindakirinê bedelên giran hewce bikin em ê bidin ku ji xwe tên dayin.”
Bi domdarî Ocalan anî ziman ku 100 sal berê di navbera Kobanê û Pirsûsê de sînorên sunî hatine xêzkirin û wiha domand: “Em girîngî pê didin ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk bên çareserkirin. Em niha li Pirsûsê ne. Li hemberî me Kobanê heye. Kesên li Kobanê dijîn xizmên me ne. Em xwişk-bira ne. Ew jî Kurd in em jî Kurd in. Sînorê 100 sal berê hatiye xêzkirin em ji hev qut nekir. Em dixwazin êdî li Rojhilata Navîn modêleke demokratîk pêş bikeve. Em dixwazin tevahiya bawerî û nasnameyan di vê pergala nû ya cîhanê de cih bigirin. Em ji bo vê dixebitin û dê bixebitin. Hêj dereng nebûyî divê her kes bikeve nava tevgerê. Dibe ku sibe pir dereng be. Divê her kes rola xwe bilîze. Parastina destkeftiyên Kurdan, ji bo pêşîlêgirtina şerên mezintir û bêhtir wêranker, divê her kes bi rol û rista xwe rabe.”
‘PÊDIVÎ BI RUHÊ BERXWEDANA KOBANÊ HEYE’
Bi domdarî Ocalan bi bîr xist ku di dema êrişên sala 2014’an ên DAIŞ’ê biribû ser Kobanê de jî li Pirsûsê bi rojan nobet hatiye girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ew roj e ku heman ruh dîsa derkeve holê. 10 sal berê ji bo DAIŞ Kobanê dagir bike deriyên xwe vekirin û îro heman hêz bi heman armancê li holê ne. Nav guherandine û niha dixwazin di bin navê SMO-OSO’yê de van armancên xwe pêk bînin. Di sala 2014’an de ev ceribandin. Gotin; ‘Kobanê ha ket ha dikeve.’ Lê Kobanê neket. Kurdan, bedelekî mezin da. Ev bedel ji bo gelên Rojhilata Navîn rûmet e. Îro her kes deyndarê Şoreşa Rojava ye. Ji bo DAIŞ’ê destpêka tunebûnê li Kobanê dest pê kir. Divê her kes xwedî li Kobanê derkeve. Ji bo aştiyeke birûmet divê her kes destê xwe deyn e bin kevir.”
'DIVÊ KURD BI HEV RE BIÇIN ŞAMÊ’
Ocalan, bal kişand ser hevdîtinên di navbera partiyên Kurd ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dom kir: “Divê Kurd bi şandeyeke hevpar biçin Şamê. Divê tevahiya Kurdên li Rojava bi yek dengî biçin Şamê û mafên Kurdan biparêzin. Divê mafên xwe yên herêmî û navneteweyî bi awayekî xurt û bi hev re biparêzin. Rejîma nû ya Sûriyeyê divê mîna rejîma Esad nebe. Rejîma Baasê 61 salan Kurd tune hesiband. Divê ev zîhniyet nedome. Divê statûyeke Kurdan hebe.”
ABDULLAH OCALAN ÇI GOT?
Parlamenter Ocalan bi bîr xist ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di navbera salên 1979-1998’ê de li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ma ye. Ocalan, cara ewil nirxandinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina 23’yê Cotmehê de parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan 45 sal berê ji vir derbasî Kobanê bû. Birêz Ocalan, di hevdîtina 23’yê Cotmehê de wiha got; ‘Kurdên Sûriyeyê ne Kurdên 100 sal berê ne. Gelek derfetên wan hene. Dê heta dawiyê mafên xwe biparêzin. Dê berxwedana xwe her tim mezintir bikin. Mafê Kurdan heye ku bi her kesî re diyalogê bikin û dîplomasiyê bikin.’ Me di 23’yê Cotmehê de hevdîtin kir. Wê demê Esad hêj li ser peywira xwe bû. Birêz Ocalan têkildarî Esad de tespîtek kir û got; ‘Heke Esad di vê pêvajoyê de bi ser keve dê li dijî Kurdan dîsa vegere polîtîkayên xwe yên beriya sala 2011’an.’ Lê rejîma Esad niha çû û rejîmeke din hat. Heke li dijî vê rejîmê têkoşîneke bibiryar were dayin dê destkeftî bên bidestxistin.”
‘DIVÊ HER KES BI ROL Û RISTA XWE RABE’
Ocalan, bal kişand ser hewldanên alimê Kurd Şêx Murşîd El Xeznewî yên ji bo yekitiya di navbera Kurdan de ku bavê wî Şêx Maşûq di sala 2005’an de ji hêla rejîma Baasê ve hatibû qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hemû kesên di nava civakê de qîmeta gotina wan heye, bi rol û rista xwe rabin. Rûspiyên civak, neteweyî û baweriyan divê bi rola xwe rabin. Zimanê Kurdan zimanekî erênî ye. Divê di navbera xwe de jî zimanekê erênî pêş bixin. Em li vir in. Divê her kes xwedî li xwe derkeve. Heke li Rojava statûya Kurdan ava bibe dê ev statû bibe ya hemû Kurdan. Em jî dê bi bikaranîna mafê xwe yê siyaseta demokratîk û protestoyên demokratîk li dijî hewldanên êrişê bisekinin.”
MA / Emrullah Acar