Bi 11 milyon û 246 hezar bêkaran ber bi sala 2025’an ve

img

ENQERE - Li Tirkiyeyê karker, teqawît, jin, ciwan û zarok di nava xizaniyê de dijîn, 11 milyon û 246 hezar bêkar sala 2025’an pêşwazî dikin.

Li Tirkiyeyê krîza aborî di sala 2024’an de jî berdewam kir. Polîtîkayên hikûmetê yên aborî ne wek salên berê nekaribû enflasyonê kontrol bike û ne jî gihişt hedefa ku dihat armanckirin. Digel ku enflasyona bilind bandorek neyînî li beşên mezin ên civakê kir, newekheviya di dabeşkirina dahatê de gihîşt lûtkeyê.
 
DI ABORÎ DE REWŞA RESESYONÊ 
 
Berevajî propagandaya hikûmetê ya ku dibêje "aborî mezin dibe", di sala 2024'an de aborî mezin nebû. Kêmbûna ku ji çaryeka duyemîn a 2024’an ve hatî ceribandin bû sedema piçûkbûnê. Aboriya Tirkiyê ji aliyê teknîkî ve ketiye resesyonê (tê wateya wek xwe mayîn, an jî daketin û tengbûn). Li gorî daneyên TUÎK'ê yên mehên tîrmeh-tebax-îlona 2024'an; aborî di çaryeka navborî de li gorî çaryeka berê ji sedî 0,2 kêm bû. Li gel ku ev rewş nîşan dide ku aboriya Tirkiyeyê ji aliyê teknîkî ve ketiye xirecirekê, sektora pîşesazî jî ji ber qeyranê kêm bûye û karsazî jî hatine girtin.
 
14 HEZAR Û 828 ŞÎRKET HATIN GIRTIN 
 
Li gorî daneyên Yekîtiya Ode û Borseyan a Tirkiyeyê (TOBB); di heyama mehên çile-tîrmehê ya 2024’an da hejmara şirketên hatin girtin li gor heman heyama par ji sedî 28,3 zêde bû. Bi vî awayî hejmara şirketên ku heta tîrmeha 2024an hatin girtin derket 14 hezar û 828’an. Di dema ku di hejmara şîrketên girtî de zêdebûn çêbû, di heman demê de hejmara şîrketên hatin avakirin jî kêm bûn. Di 7 mehên ewil ên sala 2023’an da 73 hezar şirket hatin avakirin, îsal jî 62 hezar û 389 şirket hatin avakirin û li gorî sala par avakirina şîrketan ji sedî 14,5 kêm bû.
 
Li gorî daneyên Konfederasyona Esnaf û Esnafên Tirkiyeyê (TESK); di heyama mehên çile-tîrmehê de 51 hezar û 55 esnafan kepçeyên xwe girtin. Gelek karsazên ku di dayîna deynên xwe de dijwar bûn serî li konkordatoyê dan. Li gorî daneyên konkordatotakip.com, di heyama mehên çile-tîrmehê de hejmara fîrmayên ku konkordat îlan kirine derket 788’an.
 
PARA DAHATÛYA MILÎ YA KARKERAN KÊM BÛ
 
Îxracat ku ji ber nebûna daxwaziya derve û lêçûnên zêde leza xwe winda kir, rasterast bandor li pîşesaziya hilberînê kir. Ev rewş bû sedem ku dahata karkeran kêm bibe û bêkarî bi lez zêde bibe. Ji bilî daneyên berdest, para çîna karkeran di dahata neteweyî de kêm bûye. Ev rêje di çaryeka duyemîn de ji sedî 40,4 daket ji sedî 36,4 di çaryeka sêyemîn de.
 
BÊKARIYA PIRWATE
 
Di heman demê de sala 2024’an jî bû salek ku li Tirkiyeyê bêkariya bi berfirehî derketiye lûtkeyê. Piştî kêmkirina pîşesaziyê di pîşesaziyê de hêjmarên bêkariyê zêde bûn. Rêjeya betaliyê (li gorî demsalî) li gorî meha borî 61 hezar kes zêde bû û derket 3 milyon û 175 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê 0,1 puan zêde bû û derket ji sedî 8,8. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 6,9 û ji bo jinan jî ji sedî 12,3 bû. Di meha cotmehê de bêkariya bi giştî 1,9 puan zêde bû û derket ji sedî 27,6. Bi vî awayî hejmara bêkaran di meha cotmehê de bi giştî 990 hezar kes zêde bû. Bi vî awayî hejmara giştî ya bêkaran derket 11 milyon û 246 hezarî.
 
Sala 2024’an bû salek ku newekheviya zayendî ya di îstîhdamê de li Tirkiyeyê berdewam kir. Rêjeya îstîhdamê ya li seranserê welêt di meha cotmehê de ji sedî 49,9 bû. Ev rêje ji bo mêran ji sedî 67,4 e; Ji bo jinan ji sedî 32,8 bû.
 
KARKER DI SALA 2024’AN DE JÎ HATIN QETILKIRIN 
 
Di nav welatên ku herî zêde qetlîamên karkeran lê tên kirin de Tirkiye di rêza 10’emîn de ye. Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); Di 11 mehên sala 2024’an de herî kêm hezar û 708 cînayetên kar hatin kirin.
 
DI ENFLASYONA BILIND DE DUYEMÎN E
 
Pirsgirêka maliyeta jiyanê û enflasyonê ya li Tirkiyeyê di sala 2024’an de dewam kir. Li gorî daneyên TÛÎK'ê her çend di meha mijdarê de enflasyon salane dakete ji sedî 47,09, lê rêjeya 12 mehan di ser ji sedî 60'î de ma. Li gorî ENAG'ê di meha mijdarê de enflasyona salane ji sedî 86,76 û enflasyona mehane jî ji sedî 4,06 bû. 
 
Tirkiye di sala 2024’an de piştî Arjantînê di nav aboriyên pêşkeftî û yên nû de, di nav aboriyên pêşkeftî û yên nû de, welatê xwe yê duyemîn ku enflasyona fermî ya herî zêde heye, rewşa xwe ya heyî parast. Tirkiye di enflasyona xurek û enerjiyê de di nav welatên OECD de yekemînbûna xwe domand.
 
DESTHILATDARÎ JI DANEYAN TÊR NABE! 
 
Neheqiya bacê di sala 2024’an de jî berdewam kir. Li gorî daneyên Pisporê Bacê Ozan Bîngol li Tirkiyeyê di 11 mehên ewil ên sala 2024an da bi tevahî 6 trîlyon û 597 milyar TL bac hat berhevkirin. Ev tê wê wateyê ku her deqeyekê 13,7 milyon TL, saetekê 822 milyon TL û rojê jî 19,7 milyar TL bac tê dayîn. Tevî vê yekê di heman heyamê de kêmasiya butçeyê 1 trîlyon 276 milyar TL bû.
 
DI 11 MEHAN DE Jİ BO FAÎZÊ TRÎLYONEK Û 195 HEZAR TL
 
Di 11 mehên ewil de pereyê faîzê hat dayîn trîlyonek û 195 milyar TL bû. Di heman serdemê de lêçûnên veberhênanê tenê ji sedî 8’ê lêçûnên giştî pêk tîne. Bi vî awayî derket holê ku para ku ji faîzê re hatiye veqetandin ji lêçûnên veberhênanê zêdetir e.
 
BÊEDALETIYA DAHATUYÊ ZÊDETIR BÛ 
 
Daneyên din ên ku di sala 2024’an de hatin ragihandin, li ser bêedaletiya dahatû û parvekirina dewlemendiyê ya li Tirkiyeyê bû. Li gorî daneyên TÛÎK'ê, li Tirkiyeyê ji sedî 20'ê herî dewlemend di sala 2023'an de ji sedî 49,8'ê dahata neteweyî wergirtiye, ji sedî 10'ê herî dewlemend jî ji sedî 10'ê herî xizan bi navînî 15 qat zêdetir dahatê bi dest xistine. Di daneyan de her wiha hat diyarkirin ku cudahiya hatina serê mirovî ya di navbera herêman de zêde dibe. Li gorî daneyên TÛÎK'ê; dahata serê her kesî li parêzgehên Kurdistanê daket ji sê parên kesên li Marmarayê dijîn.
 
HEM HINDIK PERE WERGIRTIN Û HEM JÎ ZÊDE XEBITÎN 
 
2024 yek ji wan salên ku xizanî bû civakî bû. Sala 2024’an bû salek ku karker, ciwan, jin û zarok bi xizaniyê re têdikoşin. Tirkiye di nav welatên Ewropayê de di warê para meaşê karkeran di dahata neteweyî de bû welatê ku herî kêm para xwe ya dahata neteweyî heye. Karkeran ji karkerên li welatên Ewropayê zêdetir saetan dixebitîn, tevî ku para wan kêmtir e. Karkerên Swîsreyî yên ku di dahata neteweyî de para herî zêde distînin, hefteyê tenê 36 saetan dixebitîn, karkerên li Tirkiyeya ku di dahata neteweyî de para herî kêm distînin, di hefteyê de herî kêm 42 saetan dixebitin.
 
Rêjeya mûçeyên kêmtirîn bi tevahî mûçegiran gihişte ji sedî 50. Karkerên li Tirkiyeyê di nava OECD'ê de heqdesta herî kêm a pêncemîn a herî kêm distînin. Di sala 2023-an de, meaşê navînî ji sedî 26 ji mûçeya herî kêm kêm bû. Dîsa li Tirkiyeyê ji her 3 jinan tenê 1 kardar e. Ev yek ji sedemên sereke yên xizaniya jinan e. Li gorî rêjeya rêjeya xizaniya nisbî (2019-2021) Tirkiye piştî Kolombiyayê di rêza xizaniya zarokan de di rêza duyemîn de ye. Li gorî vê yekê ji her hezar zarokî 338 zarok di bin xizaniyê de ne.
 
FERQA NAVBERÊ YA BÛDÇEYÊ REKOR ŞIKAND 
 
Sala 2024’an salek bû ku li Tirkiyeyê kêmasiya bûdceyê derket lûtkeyê. Aboriya Tirkiyeyê di heyama mehên çile-cotmeha 2024’an de trîlyonek û 260 milyar TL kêmasiya butçeyê hebû. Di heman serdemê de kêmasiya pereyê xezîneyê bû trîlyonek 700 milyar TL bû.
 
BERBI NEDIYARIYÊ VE
 
Tê meraqkirin ku di sala pêş de dê krîza di aboriyê de çawa derkeve holê. Di dema şîrovekirina tabloya navborî de, gelek pispor aboriya 2025’an wekî salek "nediyar" pênase dikin.
 

Sibe: Tenduristî

 
MA / Selman Guzelyuz
 

Sernavên din

16/08/2025
14:04 Dayikên Şemiyê ji bo Acarê ku 31 berê bi ‘Torosa Spî’ hatibû revandin doza edaletê kirin
13:19 Di lehiya Pakistanê de 330 kesan jiyana xwe ji dest dan
13:03 NY: Ji meha Gulanê heya niha hezar û 760 filistinî hatine kuştin
12:39 Zelenski wê ji bo hevdîtina bi Trump re biçe Washingtonê
12:31 Tehliyeya girtî bi hinceta li 'qawîşa rêxistinkirî' dimîne hate astengkirin
12:27 Li Îranê êriş li qereqola polîsan hate kirin: Kesek mir
12:24 Li Siwêdayê pevçûn didomin
12:19 Li Licê şewatê dîsa dest pê kir
11:56 Li dijî girtiyan gefa ‘bila pêvajo bi dawî be hûn ê bibînin’ hate xwarin
11:55 Ji bo Omer Asafê bi nexweşîna SMA'yê banga alîkariyê
11:26 Civîna jinan a li Dîlokê: Bila dewlet gav biavêje
11:26 Hesabê înstagramê yê Ajansa Welat û Rojnameya Xwebûnê hatin astengkirin
11:12 Ji OHD'ê kampanyaya 'statuya fermî ji bo kurdî'
11:07 Jinên Belûc ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin
11:04 PYD û NY li Şamê hevdîtin pêk anîn
10:41 Ji civîna Trump-Putin biryara ‘lihevkirinê' derneket
10:19 Şewatên li Amedê bi mudaxileya ji bejahiyê ve hatin kontrolkirin
10:01 Li Xelfetiyê qeyûm xizmetê nake: Di vê pêvajoyê de divê qeyûm tunebin
09:34 Akademîsyenê Aştiyê Kaya: Hevdîtina bi Ocalan re dê pêvajoyê bilezîne
09:19 Nûnerê DÎSK'ê yê Stenbolê: Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd wekhevî divê
09:07 Polîtîkaya AKP'ê ya der barê êzidiyên li Ewropayê
09:04 Li Korxanê hilgirên mîrateya bi sedan salan: Bêrîvan
09:00 ROJEVA 16'Ê TEBAXA 2025'AN
15/08/2025
16:10 Li Riha’yê jinek hat qetilkirin
16:09 Şewata li Mêrsînê di roja 3’yan de ye: Hezar û 851 kes hatin tehliyekirin
15:41 Ji KESK’ê hişyarî: Heke daxwazên me bicih neyên em ê dest bi çalakiya berdana kar bikin
15:08 Jinan bertek nîşanî Diyanetê dan: Bêyî tawîzê bidin dê têkoşîna me bidome
14:51 Li Pakistan û Hindistanê lehî rabûn: 109 kes mirin
13:47 BES-AR: Mûçeyê kêmtirîn ji sedî 64.81 di bin sînorê birçîtiyê de ma
13:38 Kanyona Qizilxaçê di nava sergoyê de hatiye hiştin!
13:37 Diyanetê mafê mîrasê ya jinan hedef girt
12:28 DEDAŞ’ê li Dêrikê dest danî ser trafoyên cotkaran
12:00 Trump û Putîn dê îro li Alaskayê bicivin
11:48 DEM Partiyê ji wezîr Yilmaz pirsî: Êrişkirina cenazeyê di kîjan qanûn û wijdanê de heye?
11:38 Ayşegul Dogan: Destkeftiyên Kurdan ên li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê ne xetere lê firsend in
10:46 Li Sirbistanê protesto: 60 sivîl û 16 polîs birîndar bûn
09:38 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Tevî tecrîdê jî Ocalan dixwaze aqilê çareseriyê pêş bixe
09:09 'Divê em li dijî tiryakê şiyar bin'
09:08 ‘Her kêliya Koçero ji bo têkoşînê bû'
09:07 Ocalan 27 sal berê gotibû pêdivî pê heye: Îdeolojiya Rizgariya Jinê çima girîng e?
09:00 ROJEVA 15’Ê TEBAXA 2025’AN
08:41 Li dijî ÎBB’ê operasyoneke nû: Ji bo 44 kesan biryara binçavkirinê hat dayin
14/08/2025
21:55 Li Amedê 'Meşa Civaka Demokratîk'
16:24 Erdogan ji bo pêvajoyê peyama ‘gava nû’ da
16:23 Welat Zal li ser gora xwe hat bibîranîn
15:07 Îmzeyên li dijî qirkirina daristanan hatin komkirin şandin Meclisê
14:58 Der heqê çawişê pispor ê destê zarokekî şikandî de serlêdana sûc hat kirin
14:26 Akengîn li warê xwe Amedê bi coş hat pêşwazîkirin
14:20 Şîna ji bo Metîn Arslan hatibû danîn bi dawî bû
14:18 ÎHD: Li Êlihê mafê tenduristî û jiyanê ya girtiyan tê binpêkirin
14:15 Li Girtîgeha Karabukê tehliyeya 14 girtiyan hate taloqkirin
14:05 Der heqê Bîrîncî ê AKP’î de lêpirsîn hat destpêkirin
14:01 Ozel: Bîrîncî yê AKP’î ji Kapkî 2 milyon dolar xwest
13:09 Kesên di Komkujiya Dîgorê de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
11:32 Îşçî ku ji bo komîsyonê hat vexwendin: Heke li Ocalan guhdarî nekin dê pêvajo temam nebe
10:56 Li Mêrsîn û Hatayê şewat: Gelek kes hatin tehliyekirin
10:44 Parêzer Epozdemîr hate girtin
09:54 Akademîsyen Neşe Ozgen: Mezintirîn astengiya li pêşiya aştiyê tecrîd e
09:49 10 sal bere hatin qetilkirin hê jî dosyaya wan veşartî ye
09:27 Qirkirina daran li cih lêkolîn kir: Encamek ji polîtîkaya dagirkeriyê ye
09:22 'Ji bo aştiyê hiqûq, edalet û demokrasî divê'
09:21 Li Wanê şahiya ciwanan: Azadî nêz e
09:01 ‘Divê civaka sivîl ji bo cîvakîkirina pêvajoyê bixebite'
09:00 Li Dêrsimê bi awayekî komunî mala çandê ava kirin
09:00 ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2025’AN
09:00 Li Hewagê hevdîtina jinan
13/08/2025
22:26 'Em amade ne, bila desthilat jî amade be'
16:32 Li jina ku daxwaza ‘were emniyetê’ red kirî heqaret hate kirin
16:29 Artêşa Îsraîlê plana ‘kontrolkirina’ Xezeyê erê kir
16:21 Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê piştgirî da çalakiya li Şirnexê: Em li vir in
15:14 DEM Partî bi karkerên tekstîlê re civiya
14:23 Li Qilebanê gundiyan li dijî madenê dest bi nobetê kir
14:20 Li Wanê dê mitînga ‘Ne tecrîd dê azadî bi ser keve’ bê lidarxistin
14:04 Hakan Fîdan dîsa HSD hedef girt
13:56 Li Zozana Korxanê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
13:34 Buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê hate gulebarankirin
13:33 Li Manîsayê 2 kes ji ber şewatan hatin girtin
13:15 Rojnemeger Wedat Hisên hat bibîranîn: Em ê kujeran ji bîr nekin
13:03 Cenazeyên 22 Êzidiyan bi merasîmekê radestî malbatên wan hatin kirin
13:02 Wesayîta ji bo vemirandina şewatê diçû qeza kir: Kesek mir
12:08 Li Sindirgiyê bi pileya 4.0’ê erdhej çêbû
12:07 DEM Partî: Hefteya pêş dê komîsyon li nav û saziyên hatine diyarkirin guhdar bike
11:33 Li Kolombiyayê êriş: 3 leşker hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn
11:00 Ji jinên li dijî Talîbanê li ber xwe didin heta Rojava: Em platformên hevpar ava bikin
10:09 Binpêkirinên li girtîgehê vegot: Wekî dojehê bû
09:25 Li Îdirê atolyeya ‘îdeolojiya Rizgariya Jinê’
09:20 32 sal di ser komkujiyê re derbas bûn: Dixwestin sûc têxin stuyê PKK'ê
09:13 Qirkirina daran a walîtiyê digot ‘hatiye sekinandin’ didome
09:01 ‘Çekên ku Şengal rizgar kirin bûn sembola aştiyê'
09:00 Dayikan bang li dewletê kir: Rêya aştiyê vekin
09:00 Dixwaze pîşeya xwe fêrî nifşên nû bike
09:00 ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2025’AN
12/08/2025
21:49 Komisyon dê hefteya bê Dayikên Aştiyê û xizmên windayan guhdar bike
21:31 Cenazeyê Nûreddîn Sofî hat definkirin
19:18 Li Mersînê jinek hat qetilkirin
18:48 Cenazeyê 22 Êzdiyên hatin qetilkirin anîn Mûsilê
16:44 Yildiz ê MHP’î: Hiqûqê înfazê divê jinûve bê nivîsandin
16:36 Şîna Azad Ararat hate ziyaretkirin
16:28 CHP’ê ji bo ‘demokratîkbûnê’ 29 xal pêşkeşî komîsyonê kir
15:43 Endamê Koma Aştiyê Aktaş li ser gora xwe hate bibîranîn