COLEMÊRG - Şivanên li Şemzînanê rastî îşkenceya leşkeran hatin û dûre terkî mirinê hatin kirin, diyar kirin ku ew fermandarê îşkence li wan kir dinasin û gotin: “Divê îşkencekar bên cezakirin.”
Li goma Binaharê ya gundê Nêrduşe ya navçeya Şemzînana Colemêrgê, şivan Nasir Taş, Ramazan Aktaş, Îsmaîl Arap û Muhsîn Çavşî di 31’ê Gulanê de rastî îşkenceya leşkeran hatin û ev bûyera îşkenceyê ji rojevê dernakeve. Taş û Aktaş ên piştî îşkenceyê terkî mirin hatin kirin, hîna li ser canê wan şopên îşkenceyê hene û lêpirsîna derbarê bûyerê de hat vekirin jî berdewam dike. Bi ser bûyerê re 11 roj derbas bûn, lê Taş û Aktaş hîna baş nebûne. Taş û Aktaş, diyar kirin ku ew bi mirinê re rû bi rû man û gotin: “Ji bo ku leşkerên îşkence li me kirin, hesap bidin em ê dest ji têkoşîna xwe ber nedin. Em tu carî ji vê têkoşîna xwe gav paşve ne avêjin. Leşkerên îşkence li me kirin, em wan baş nas dikin. Fermandarê binavê H.Î. yê li herêmê leşkertiyê dike, ji me re got ‘Em ê tu carî nebin cîranên hev ên baş. Em ê van deran li we tengav bikin.’” Hat îdîakirin ku ev fermandar gundiyan tim aciz û ne rehet dikin.
'SERÊ MIN KIRIN AVÊ Û DERXISTIN'
Bavê 10 zarokan şivan Nasir Taş, diyar kir ku ji bo debara malbatê dibin şert û mercên herî zor de şivantiyê dike û wiha axivî: “Tekane debara min li ser şivantiyê ye. Ji me tim pirsên ‘PKK’î li ku derê ne, hûn wan dibînin? Gelo kê alîkariya wan dike?’kirin. Me ji wan re got vaye hûn jî dibin ‘em çawan şiyar bûn, sewalên xwe dibin çolê.’ Li ser vê yekê dengê xwe bi ser me de bilind kirin. Ji ber vê koçikên me bi ser wan de ewitîn. Min xwest leşkerê li koçik xist rawestînim. Li ser vê yekê dest bi lêdana min kirin. Darê di destê min de ji min girtin û bi wî darî l imin xistin. Dûre bi qûntaxa çekê, bi pehîn û zilehan demek dirêj li me xistin. Piştî îşkenceyê ez birim kêle robar, serê min xistin avê û derxistin. Ji min re gotin ‘Tu terorîstî, em ê te bikoujin.’ Heya 2 saetan îşkence li me kirin.”
'ME TERORÎST KUŞTIN DE HERIN KARÊ XWE'
Taş, anî ziman ku ser û rûyên leşkerên îşkence li wan kirin vekirî bûn û wiha bilêv kir: “Fermandarê binavê H.Î. yê îşkence li me kir, tim gef li me dixwarin. Hêrî zêde wî îşkence li min kir. Ligel ku min got ‘ez bi rûjîme jî’ serê min xist avê û derxist. Ji min re gotin ‘hûn gawirin, rojiya çê’ û asta îşkenceyê zêdetir kirin. Ji ber ku niha dijîm xwe bi şans dibînim. Ji xwe guman kirin ku ez mirin, ji bo wê li çolê hiştim. Gava gundê diçin pirsa me ji qereqolê dikin, ji wan re dibêjin ‘Me terorîst kuşt, herin bînin.’ Ji zarok û xizmên me re wisan gotin.”
'TEKANE ÇARESERÎ DI YEKITIYÊ RE DERBAS DIBE'
Taş, bal kişand ser îşkenceya li gundê Şapatan ku berî hat jiyîn û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû mirovên wî gundî xizmên me ne. Ji bo gelê Kurd îşkence, zilm û êrîşan rewa dibînin. Mînaka vê ya herî mezin navçeya Şemzînanê ye. Ji bo em karibin li hemberî van serî rakirin, tekane çareserî yekitiya gelê Kurde. Ger gundek bibe yek dê bajar jî bibe yek. Ger bajar jî bibe yek emê baştir karibin li hemberî dewletê têbikoşin.”
BI NIŞTIRA ÇEKÊ ÎŞKENCE KIRIN
Ramazan Aktaş ê bi Taş re rastî îşkenceyê hat jî, diyar kir ku hîna li ser canê wî şopên îşkenceyê hene û wiha axivî: “Bi qûndaxa çeke îşkence li me kirin. Bi îşkenceya li me hat kirin, rûyê dewletê yê dilrehim ê li dijî me derket holê! Gava îşkence li me kirin min ji wan re got ‘Bavê min cerdevan bû û şehît ketiye.’ Lê ligel vê yekê jî îşkence berdewam kirin û gotin ‘Hûn hemû Kurd eynîne.’ Bi niştira çeke laşê min birîn. Ambulansa hat cihê bûyerê asteng kirin. Ji ekîbên ambulansê re gotin ‘kesê mir terorîste.’ Ekîbên ambulansê jî ji wan re gotin ‘Em van nas dikin, ev şivan xizmên mene.’”
‘JI BO EM AXA TERK BIKIN WISAN LI ME DIKIN’
Aktaş, da zanîn ku tekane debara wan li ser kirin şivantiyê ye û wiha bilêv kir: “Çi dibe bila bibe, em necarin vî karî bikin. Leşkerên îşkence li min kirin, min ew teşhîs kirin û derbarê wan de gilî kir.”
'EM GILÎDARIN’
Hevjîna Aktaş Hasret Aktaş jî, diyar kir ku hevjînê xwe bi awayekê birîndar rakirin nexweşxanê û wiha axivî: “Ji bo kesên îşkence li wan kirin, derbikevin pêşberî darazê û hesap bidin çi bikeve ser milê me, emê bikin. Tirsa xwedî bi kesên wiha kirin re tuneye? Ev mirov şivantiyê dikin. Em derbarê leşkerên îşkence kirin de gilîdarin.”
MA / Fethî Balaman