Rêxistinên rojnamegeran ên Başûr qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin

  • rojane
  • 13:54 22 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên rojnamegeran ên Herêma Federe ya Kurdistanê bertek nîşanî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dan û gotin: “Dewleta tirk bi qetilkirina rojnamegeran re sûcê şer kiriye û em bi tundî şermezar dikin.” 

Bertekên li dijî qetilkirina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nûçe dişopandin di 19’ê Kanûnê de bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin, her ku diçe zêde dibin. Rêxistina Kompanya Çetir a ji bo Xebatên Medyayê, Rojnamegerên Jin ên Başûrê Kurdistanê û Rêxistina Ronusê daxuyanî dan û qetilkirina rojnamegeran şermezar kirin. 
 
‘ROJNAMEGERIYA AZAD JI HÊLA DÎKTATORAN VE HEDEF TÊ GIRTIN’
 
Kompanya Çetir, bi beşdariya gelek rojnamegeran daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di bin desthilata rejîmên dîktator de gihandina rastiyê zehmet bûye, faşîzm bi her rê û rêbazê hewl dide ku tekane deng be û ji bo vê jî bi her awayî êrişî dengên beramber dike. Bi domdarî hat diyarkirin ku rojnamegeriya azad ji ber ku rastiyê hildigire, bi her awayî ji aliyê dîktatoran ve tê hedefgirtin.
 
Di berdewamê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk a dagirker ku zêdetirî sedsaleke bi hemû hêza xwe ve gelê Kurd qetil dike, bi hevkariya çeteyên xwe êrişek berfireh û dijwar li dijî destkeftiyên gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyeyê. Bi taybet li Kobanê û hewl dide bi rêya şerê derûnî civakê bê hêvî bike. Ji bo vê yekê jî hemû dezgehên çapemeniyê yên dewleta Tirk wek navenda şerê taybet kar dikin û rastiyan vedişêrin. Li beramber da rojnamevanên azad hewl didin ku li dijî şer derbikevin û bibin dengê azadîxwazan.
 
Êrişên li ser rojnamevanan kiryarên terorîstî ne ku ji aliyê dîktatoran ve ji bo veşartina rûyê rastiyan tên pêkanîn. Dewleta Tirk di vî alî de ji bo rojnamegeran bûye goristan û bi awayekî sîstematîk êrişî wan dike. Li aliyek ku rojnamevan bi Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan tên parastin û divê neyên hedefgirtin. Lê em her roj dibin şahidê kiryarên terorî yên dewleta Tirk yên li dijî rojnamegeran.
 
Di nava 4 mehên borî de bi dehan rojnamevan bi awayek raste rast ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatine hedef girtin ku di encama van êrişan de 5 rojnamevan hatin şehîdxistin û gelek rojnamevan jî birîndar bûn.” Bi domdarî rojnamegerên li Başûrê Kurdistanê hatine qetilkirin bi bîr xist û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker di 19’ê Kanûnê de jî wesayîta ku rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn tê de hedef girt û şehîd xist. Ajokarê wesayîtê jî birîndar bû.
 
BI NÛÇEYÊN XWE ŞERÊ TAYBET VALA DERXISTIN
 
Her du rojnamevan di şopandina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Taşirîn û bajarê Kobanê yên rojên dawî de rolek aktîf lîstin. Wan karî rastiyan ji raya giştî re ragihînin û ragihandina şerê taybet derewîn derbixînin. Girînge ku bê gotin hedefgirtina van rojnamevanan kiryareke terorîstî ya plankirî bû. Bêdengiya cîhanê ya li hemberî kiryarên terorîstî yên dewleta Tirk, rewşeke metirsîdar derxistiye holê û bûye sedema berevajîkirina rastiyan. Em dixwazin bi helwestek hevpar pêşî li van sûcan bigirin û dawî li siyaseta kuştin û girtinê ya rojnamegeran bînin. Divê li qada navxweyî û navneteweyî li dijî dewletên sûcdar têkoşîneke hiqûqî bidin meşandin. 
 
BANGA LI MEDYAYA KURDÎ KIRIN
 
Em bang li medyaya Kurdî û navneteweyî, her wiha rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hemberî her êrişeke li dijî rojnamegeran berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha daxwaz ji raya giştî ya cîhanê dikin ku li ser qetilkirina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve bêdeng nemînin û sînorek ji bo kiryareên dewleta faşîst a Tirkiyeyê diyar bikin. Jiyana rojnamevanan biparêzin û ji bo karê wan şert û mercên guncaw peyda bikin. Divê mafê civakê yê wergirtina agahiyan bê parastin.”
 
Li ser navê rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê Tewar Adil diyar kir ku hedefgirtina rojnamevanan ji aliyê dewleta Tirk ve, tirsa wî ya ji rojnamevanên azad derdixe holê û got: “Emê li ser rê û şopa rojnamevanên şehîd berdewam bikin.”
 
ROJNAMEGERÊN JIN ÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ BERTEK NÎŞAN DAN
 
Rojnamegerên Jin ên Başûrê Kurdistanê jî li Navenda Metro ya li Silêmaniyeyê, daxuyanî dan. Li ser navê rojnamegeran Tewar Adil axivî. Tewar Adil diyar kir ku Çapemeniya Azad li hemberî êrişên dewleta Tirk ên ser gelê Kurd, ji bo ronîkirina rastiyan rolek girîng dilîze. Tewar Adil, got: “Hedefgirtina rojnamevanên azad ji aliyê dewleta Tirk ve derdixe holê ku ew dewletê çiqas ji rojnamevanên azad ditirse. Me di dema borî de şahîdî ji şehîdxistina rojnamevanên jin Nagihan Akarsel, Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji aliyê dewleta Tirk re kir. Em tekez dikin ku em ê li ser rê û şopa wan berdewam bikin.”
 
RÊXISTINA RONUS: EM QETILKIRINA ROJNAMEGERAN ŞERMEZAR DIKIN
 
Rêxistina Ronusê jî bi daxuyaniyekê qetilkirina rojnamegeran şermezar kir. Daxuyanî li Navenda Metro ya Silêmaniyeyê hate dayin. Li ser navê Rêxistina Ronusê Hawkar Îzet axivî. Îzet, destnîşan kir ku dewleta Tirk li sînorê Kobanê yê rojavayê Kurdistanê du rojnamevan qetil kir, bi hemwextî wê gelek caran başûrê Kurdistanê jî bombebaran kir. Îzet, wiha domand: “Êrişên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan dewam dikin, herî dawî dewleta Tirk du rojnamevanên diyar Cîhan û Nazim şehîd xist. Şehîd xistina rojnamevanan carek din îspat kir ku Tirkiye dev ji sûcên xwe yên ser medya û ragihandinê bernedaye. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, Tirkiye bi van êrişan dixwaze dengê azad bêdeng bike.”

Sernavên din

09/08/2025
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê