Ji Meclisa Jinên Sûriyeyê deklerasyoneke 13 xalî

  • jin
  • 16:37 21 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinên Sûriyê bi dekrarasyonekê daxwazên jinan ên ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, dadperwer û azad aşkera kir û xwest ku di qada navnetewyî de bihîstyariyek bê nîşandan.

Meclisa Jinên Sûriyê, derbarê rewşa dawî ya Sûriyê de deklerasyonek da. Deklarasyon li Parka 4’ê Nîsanê ya Hesekê ya Kantona Cizîre bi amadebûna endamên Meclîsa Jinên Sûriyê hat dayîn. Deklarasyon ji aliyê Koordînasyona Giştî a Meclisa Jin a Sûriyê Suhêr Senûh ve hate xwendin.
 
Meclisê çavdêrî û fikarên xwe yên piştî hilweşîna rejîma Esad, aşkera kir û daxwazên jinan anîn ziman. Meclisê bi bîr xist ku jinên li Sûriyeyê salên dirêj di bin zexta nîjadperestî û polîtîkayên tekperestî yên rejîma BAAS’ê yên ku îradeya jinan tune dihesibandin de jiyaye. Meclisê destnîşan kir ku gelên Sûriyê di sala 2011’an de li dijî rejîma otorîter serî hildaye, di van 13 salên dawî de bi şer, koçberî, dagirkerî û zilma DAIŞ’ê re rû bi rû maye.
 
Meclisê di deklarasyonê de wiha got: “Di vê pêvajoyê de herî zêde jinan êş kişand. Me hem li hemberî rejîma BAAS’ê, hem jî li hemberî DAIŞ’ê, li hemberî her cureyê zilmê û hewldanên kolekirinê, li ber xwe da. Me bedêlên giran dan, lê me hêviya xwe ya ji jiyana li Sûriyeyek demokratîk û azad, wenda nekir. Me wek jinên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyên etnîkî, çandî û baweriyan, Meclîsa Jinên Sûriyê ava kir. Armanca me, avakirina pêşerojeke azad a ji bo hemû gelên Sûriyê bû. Em biryardarî û vîna xwe teqez dikin ku em dikarin ji her demê zêdetir di pêvajoya niha de rolekî aktîf a pêşengiyê bigirin ser xwe.”
 
PERGALEKE NÛ
 
Meclisa Jinan destnîşan kir ku piştî rejîma BAASê hilweşiyaye, li Sûriyê ji bo avakirina pergalek nû xebat tên meşandin û wiha berdewam kir: “Lê pêwîst e ku di vê pêvajoyê de îradeya jinan li ber çav were girtin û beşdariya jinan bi awayekî wekhev û adil were temsîlkirin. Ji ber ku jin ji nîvê zêdetir civaka Sûriyê ne. Avakirina welatekî demokratîk, dadperwer û bi ewle yê em bi hesreta wî ne, tenê bi beşdarbûna wekhev û hevbeşbûna jinan û hemû pêkhateyên cihêreng ên bawerî, çand û etnîkî yên Sûriyê dikare pêk were.”
 
DESTKEFTIYÊN JINAN
 
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku di van 13 salan de jinên têkoşer ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hemû qadên jiyanê de xwe birêxistin kirine û destkeftiyên girîng bidest xistine. Meclisê da zanîn ku di siyasetê de, di aboriyê de, di xwe parastinê de, di edaletê de û di gelek qadên din de ezmûnên girîng bi dest xistine û wiha pê de çû: “Dem hatiye ku hemû jinên Sûriyê ji van destkeftiyên jinan sûd werbigirin. Ji ber van destkeftiyan bi  fedekarî û bedêlên mezin çêbûn, parastina wan gelekî girîng e. Yek ji şertê herî girîng ê rewabûna sîstema nû ya li Sûriyê were avakirin di asta herêmî û navneteweyî de wê misoger bike, rola jinan a di avakirin û pergala nû ya Sûriyê de ye.”
 
SÛCÊN LI HEMBERÎ JINAN DIDOMIN
 
Meclîsa Jinan anî ziman ku hêjayî gotinê ye ku rûxandina rêjîma Esed bûyereke erênî bûye û fikarên ji bo pêşerojê wiha rêz kirin: “Lê mixabin li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girê Spî û Serêkaniyê sûcên li dijî jinan, wek revandin, kuştin û bêparkirina jinan ji mafên bingehîn û azadiyê bi dawî nebûn. Li van cihan û niha jî li Minbicê hin komên çekdar bi piştevaniya Tirkiyê sûcên xwe û dagirkeriya xwe hê jî didomînin.Van rojên ku em hilweşîna rejîma BAAS’ê pîroz dikin, em dibînin ku kiryarên tundî li dijî jinan û komên bawerî û çandî bi taybetî li dijî Xiristiyan, Elewî û Durziyan li herêmên başûr û sahil (herêma peravê Surî) zêde bûne. Êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Surî û serjêkirina jinan wekî li Til Rifatê ji aliyê komên çete yên bi piştgiriya Tirkiyê ve, berdewam dikin.”
 
BIRYARA JI BO SIBEROJA SÛRIYEYÊ
 
Meclisa Jinan da zanîn ku ji ber vê yekê ji bo pêşîgirtina li van binpêkirinan û bidawîkirina tirs û metirsiyên ku gel pê re rû bi rû ne, bang li hemû hêzên siyasî yên li Sûriyê dikin ku ji bo pêkanîna van gavan bixebitin:
 
“*Divê Sûrî biryara pêşeroja Sûriyê bidin.
 
* Pabendbûna bi peymanên aştiyê û bidawîkirina şer û pevçûnên li herêma me didomînin; girtina qada asmanî ya Sûriyê ji tevgerandinên leşkerî re; rawestandina hemû êrîşan li ser xaka Sûriyê û vekişandina hemû artêşên dagirker.
 
* Demildest serbestberdana hemû jinên ku hîna di girtîgehên komên çekdar de li Idlibê, Efrîn, Cerablûs, Bab, Girêspî û Serêkaniyê dîl tên girtin.
 
* Avakirina komîteyek bi tevlîbûna bandordar a jinan ji bo misogerkirina vegera ewle ya koçberên Sûriyê û bidawîkirina dagirkeriya axa Sûriyê.
 
* Misogeriya beşdarbûna jinan û rêxistinên jinan ji hemû herêmên Sûriyê, bi nûneratiyeke adilane, di avakirina Sûriyeke demokratîk û di Komîteya Destûrî ya nû de.
 
* Pêkanîna Biryara 1325 ya Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY); girtina tedbîrên ji bo misogerkirina beşdariya jinan di pêvajoyên aştiyê de; li pêşiya pevçûnan û tundiya li ser jinan di dema pevçûnan de û piştî pevçûnan girtin; cihgirtina bi bandor a jinan di pêvajoyên biryargirtinê, pêkanîn û hesab xwestinê de.
 
* Sazkirina komîteyên heqîqet û edaletê, lêkolînkirin û darizandina hemû tevahî sûcên şer, sûcên li hemberî jinan û mafên mirovan.
 
* Misogerkirina beşdariya wekhev û azad a jinan di hemû mekanîzmayên biryardayînê, di qadên siyasî, perwerde, zanist û aborî de.
 
* Naskirina qanûnî ya mafê xweparastina jinan.
 
* Tam pêkanîn û misogeriya a mafên mirovan ku di peymanên navneteweyî yên wekî CEDAW’ê (Peymana Rakirina Hemû Cureyên Cûdahiya Li Dijî Jinan) de hatine destnîşankirin.
 
* Misogerkirina mafên bingehîn û civakî yên jinan. Avakirina komîteyek ji bo diyarkirina îradeya jinan li ser esasê nûnertiya wekhev di saziyên siyasî û giştî de.
 
* Sazkirina komîteyên edaletê ji bo zarokên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê derûnî û fizîkî ve di nava şer û şîdetê de zirar dîtine.
 
* Avakirina komîteyeke jîngehparêziyê ji bo lêkolînkirina sûcên wêran û hilweşandina jîngehê, darizandina sûcdaran û wergirtina tedbîrên pêwîst.”

Sernavên din

09/08/2025
09:00 ROJEVA 9'Ê TEBAXA 2025'AN
08/08/2025
22:20 Ji Abdullah Ocalan ji bo gelê Kampa Mexmûrê name
21:11 Civîna sêyem a komîsyonê wê di 12’ê Tebaxê de be
16:34 Encamnameya Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan: Çareserî Sûriyeya nenavendî ye
16:24 'Em ê Sûriyeyeke hemû kesî hembêz dike ava bikin’
16:13 Şewata li Çanakkaleyê nêzî jîngehan bû
15:55 Denîz Firat di sala 11’emîn a qetilkirina xwe de hate bibîranîn
15:45 Şewata li Licê hate vemirandin
14:55 Ji Elewî û Durziyan peyama yekhelwestiyê: Çareserî, pergala nenavendî ye
14:54 Jinên Beluc: Heta edalet pêk tê em ê nesekinin
14:34 Guler, Yerlîkaya û Kalin beriya civîna komîsyonê hatin gel hev
14:08 Di 10 rojan de 8 hezar îmze: Bila eko-qirkirin bi dawî bibe
14:02 Kurtulmuş: Em mecbûr in pêvajoyê bi baldarî birêve bibin
13:54 Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin
13:51 Li Mêrdînê mirina bi guman a 2 jinan
13:23 ÎSÎG: 204 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan
13:15 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan': Piranîparêzî ne gef e lê hêz e
12:30 HPG: Êrişên Tirkiyeyê berdewam in
12:09 Ji bo bîranîna rojnameger Huseyîn Denîz dê pêşangeh bê vekirin
12:08 Odeya Bijîşkan a Rihayê ji ber birîna ceyranê hişyarî da
11:55 Li Şirnexê 3 ton û 112 kîloyên goştê ne bihîjyen hatin tunekirin
11:29 Ermenistan û Azerbaycan dê peymanê mohr bikin
11:01 Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv
10:27 Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’
10:26 Temellî: Meclis dê pêşniyarên komîsyonê qanûnî bike
09:43 'Aştiya civakî ji bo jiyaneke ewle ya jinan girîng e'
09:42 Rûdawê medyaya hewzê jî derbas kir: Banga ‘teslîm bibe’ ya li HPG’iya jiyana xwe ji dest dayî hatiye kirin weşand!
09:17 Îsraîlê ‘plana kontrolkirina Xezeyê’ erê kir
09:10 Li Tatosê bi pêşniyazên jinan projeyên çareseriyê tên pêkanîn
09:02 Nivîskar Kural: Çareserkirina pirsgirêka Kurd tekane rêya jiyîna nasnameya Çerkesan e jî
09:01 Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e
09:00 Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin
09:00 Dozger poşmanîtî li girtî ferz kir: Berdana wî salekê hat taloqkirin
09:00 ROJEVA 8’Ê TEBAXA 2025’AN
07/08/2025
16:57 Li Dihokê goreke komî hate dîtin
16:52 Kurtulmuş: Pêvajo ne pêvajoya mizakereyê ye
16:51 2 jin ji hêla hevjînên xwe ve hatin qetilkirin
16:46 Şaxa ÎHD’a Dêrsimê: Binpêkirinên li bajar gefê li mafê jiyanê dixwin
16:24 Jinên Beluc: Em bang li her kesî dikin ku bibin dengê me
16:01 Li rojnamegera tev li danişînê nebû cezayê kelemçeya elektronîk hat birîn
15:51 Varişli ku tehliyeya wî ji bo 6 mehan hatibû taloqkirin hate berdan
14:43 Meclisa Dayikên Aştiyê ji bo hevdîtina bi Ocalan re dê serlêdanê bikin
14:20 Li Boluyê şewat derket
13:36 Endamê komîsyonê yê DEM Partiyê yê nû bû Celal Firat
13:35 Li Elkê qirkirina daristanan: Xaka welat veguherandin çolistanê
13:07 Ayşegul Dogan: Em di qonaxeke krîtîk de ne û hewcehî bi têkoşînê heye
13:06 Xebatkarên ODTU’yê dest bi grevê kirin
13:05 Xwendekar dê bi rojeva ‘pêvajoyê’ komxebatê li dar bixin
11:52 Berteka gardiyan a li dijî pêvajoyê: Zext li girtiyan kirin, heqaret li Bahçelî kirin
11:44 Saruhan Oluç: Em ê ji bo yasayên entegrasyonê pêşniyaran bikin
11:00 Demokratîk Modernîte bi manşeta ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derket
10:38 Abdulbakî Erdogmuş: Muxatab Ocalan e, divê komîsyon pê re hevdîtinê bike
10:34 Çand û dîroka Kurdan li dîwaran neqişand
10:05 11 salên bêyî Denîz Firat: Heya nefesa xwe ya dawî qeyd kir
09:50 'Şert û merc dê bikin ku îktîdar gavan biavêje’
09:17 Du bira, du zarok, bav û biraziyê xwe winda kir: Em aştiyê dixwazin
09:04 Girtiyê nexweş Latîf Akay bi mirinê re rû bi rû ye
09:03 TUAY-DER: Divê girtî wekî kirdeya pêvajoyê bên dîtin
09:02 Dê li 13 navendan şahî, mitîng û meş bên lidarxistin
09:02 Hestiyên kurê wî di qutiyê de hatibûn radestkirin: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
09:00 ROJEVA 7’Ê TEBAXA 2025’AN
06/08/2025
16:59 Li Girtîgeha Sîncanê bi hinceta ‘protestoya 15’ê Sibatê’ ceza dan 12 girtiyên jin
16:25 Konseya Bajar a Wanê bi tevlibûna 3 hezar kesan civiya
16:11 Zaroka ketî Çemê Hezilê jiyana xwe ji dest da
16:03 Ji ber birîna ceyranê rê girtin
15:41 Dîroka Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan diyar bû
15:38 Jinên Beluc ji bo windakiriyan meşiyan
14:54 Bi pêşniyara DEM Partiyê wê ji bo komîsyonê 3 kes bên diyarkirin
14:31 Qeyûmê Wanê erse da ber firotinê, TSO’yê îlana wê weşand!
14:19 Bayindir: Ji bo azadiyê divê em yekitiyê ava bikin û rêxistiniya xwe mezin bikin
13:27 Civîna duyemîn a komîsyonê dê ji çapemeniyê re girtî be
13:26 Rojnamegerê Beluc hate girtin
13:17 Li Hindistanê lehî rabû: 14 kes mirin, 100 kes winda ne
12:28 Berdevka Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê: Li Sûriyeyê em bi diyalogê re ne
11:45 Qeyûmê Wanê 223 karker ji kar derxist û li şûna wan 84 kesên nû girt kar
11:35 MYK’a DEM Partiyê bi rojeva ‘pêvajo û komîsyonê’ civiya
11:33 Gef li belavkarê rojnameyê xwarin û sîxûrî ferz kirin
11:23 Encamnameya PM’a DBP’ê: Çareseriya pirsgirêka Kurd mifteya jiyaneke aştiyane ye
11:00 Karasu: Heta komîsyon bi Ocalan re neaxive dê fonksiyoneke wê nebe
10:39 Çeteleya JINNEWS’ê: 28 jin hatin qetilkirin û 25 jî bi awayekî guman mirin
10:35 Lubnanê biryara ‘tesfiyekirina hêzên çekdar’ da
10:18 Di salvegera 80’emîn de kesên li Hîroşîmayê hatin qetilkirin hatin bibîranîn
09:57 Li 20 bajaran dê baran bibare
09:27 Berdana girtiya 68 salî ya protez di çokên wê de heye bi hinceta 'werzîş nekiriye' hat taloqkirin
09:00 Aktîvîstên TJA'yê: Aştî dê bi pêşengiya jina azad were avakirin
09:00 'Gel li bendê ye hikûmet gavên zelal biavêje'
09:00 Dixwazin li nava zeviyên findiqan sondaja madenê çêkin
09:00 ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2025’AN
05/08/2025
20:34 Komîsyon dê Kalin, Yaşar û Bayraktaroglû guhdar bike
20:23 Komîsyonê pêşnûmaya awayê xebatê bi yekdengî qebûl kir
20:02 Ji AYM'ê der barê 11 rojnamevanan de biryara binpêkirin
17:13 Navê ‘Komîsyona Piştevaniya Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ li komîsyonê hat kirin
17:08 Ji ÎHD’ê rapora 2024’an: Herî kêm 26 hezar û 632 binpêkirinên mafan hatin kirin
16:40 Şaredarê Semsûrê li erka xwe hate vegerandin
16:35 Li Elkê şewat derket
16:34 Li Îranê 30 girtî hatin darvekirin
16:06 Wesayîta karkerên demsalî qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:05 Li Mugla û Aydinê şewat derket
16:00 Hevberdevka HDK’ê: Divê ‘mafê hêviyê’ bê cîbicîkirin
15:38 'Konferansa Yekhelwestiya' gelan: Dê îradeya avakirina Sûriyeya nû derxe holê