ÎZMÎR – Karkerên sîvan (çermê solan/saya) ku bi çalakiyên 2017'an mohra xwe li têkoşînê xistin, di 24'ê Hezîranê de xwe amade dikin ku dengê xwe bêtir bilind bikin. Piştî HDP’ê yek ji nava wan namzet nîşan da û xwest dengê wan bibe meclîsê heviyên wan bêtir zêde bûn. Karkerên sîvan bang li hemû karkeran kirin ku li dora HDP’ê bibin yek.
Karkerên sîvan (Çerpê solan/saya), ku li dijî neheqî û kedxwariyê bi çalakiyên di sala 2017'an ên li Edene, Konya, Stenbol, Dîlok, Manîsa û Îzmirê mohra xwe li têkoşînê dan, nav û dengê xwe li Tirkiye bilind kirin. Yek ji bajarê herî zêde karkerên Sîvan lê zêde ye Îzmîr e. Karkerên saya dixwazin êdî keda wan neyê xwarin, karê ewle û bi tenduristî bikin. Karkerên Sivan ku piştî koçberiya ji Sûriye karkerên Sûriye anîn hemberî wan, hewl didin ku li gel karkerên Sûriyeyî dengê têkoşîna xwe bilintir bikin. Karkerên Sîvan piştî HDP'ê namzetek ji nava wan derxist, hevî û bendewariyên wan ên hilbijartina 24'ê Hezîranê zêde bûn. Karkerên sîvan xwe amade dikin ku piştî vîna xwe şandin meclîsê hesabê îktîdara AKP'ê ya 16 salan bipirsin.
Yek ji namzetê HDP'ê ku zêde balê dikişîne karkerê sîvan Yalçin Yanik û Orhan Aydin in. Namzetên karkerên sîvan bi taybetî bi karkeran re tên cem hev û li pirsgirêkên karkeran guhdar dikin. Yalçin û Aydin ji aliyê karkeran ve rastî eleqeyek mezin tên. Namzetên HDP’ê Yanik û Aydin, dê piştî hilbijartinê jî xebatên xwe berdewam bikin. Ji bo pirsgirêkên karkeran çareser bikin dê bêtir têbikoşin.
HÊVÎ Û BENDEWARIYA WAN HDP YE
Karkerê Sîvan Abdullah Taşkiran, diyar kir ku 39 salin karê sîvan dike û wiha got: "Li sîteya pêlavan nêzî 40 hezar karkerên pêlavan kar dikin. Li vê sîteyê pirsgirêkên karkeran ên ked, ewlehî, tenduristî û sîgortaye heye. Karker di nava şert û mercên gelek xerab de dixebitin û ewlehiya wan tune ye. Her karkerek pirsgirêkên wan ên cuda hene. Bi salan e îktîdar soza çareseriyê dide, lê ji bo wan tu gav neavêtiye. Piştî HDP’ê ji nava karkeran namzet nîşan da hevî û bendewariyê karkeran zêde bû. Bi salan dixebitin lê hêj 2 hezar û 500 tl distînim. Ez heqê sîgortaya xwe ji bêrîka xwe didim. Divê HDP ji bo çîna karkeran xebatek xurt bimeşîne. Bendewarî û heviya me ji HDP’ê zêde ye.
‘HDP PARTIYA KARKERAN E'
Taşkiran, da zanîn ku HDP partiya karkeran e û xwest hemû karker li dora HDP'ê bibin xelek û bi hevre pirsgirêkên xwe bibin li meclîsê çareser bikin. Taşkiran ji karkeran xwest ku HDP’ê bişînin meclîsê û benda li pêş wê rakin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku HDP partiya karker, çotkar, jin, ciwan û zarokan e. Em dê di hilbijartina 24'ê Hezîranê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin HDP'ê."
Karkerê sîvan Fatih Sakar ê 30 salin karê sîvaniyê dike jî xwest hemû karker li dora HDP'ê bibin yek û wiha got: "Ger ku HDP tu tiştî neke jî dîsa dengê karkeran bilind dike û dibe bersîva daxwazên wan. Ger ku HDP biçe melisê dê vîna karkeran jî biçe meclîsa. Divê hemû karker li dora HDP'ê bibin yek û wê bişînin meclîsê.