WAN - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê têkildarî zextên li ser endamê xwe, li avahiya platforma KESK'ê civîna çapemeniyê pêk anî û zext şermezar kir.
Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê, têkildarî zextên li ser endamê xwe, li avahiya platforma KESK'ê civîna çapemeniyê pêk anî. Li ser navê platformê Berdevkê Platformê Sezer Orenç, diyar kir ku mafê wan ê civîn, meş, daxuyanî, azadiya fikrê û îfadeyê bi hinceta OHAL'e tên astengkirin. Orenç, anî ziman ku ji aliyê Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) ve di çileya 2018’an de mafê wan ê cievîn û pêşandanê bi destûrê hatiye girêdan û wiha got: "Lê îktîdara AKP'ê û walî qanûna bingehîn binpê dikin. Ji bo wan sînor û destûr tune. Lê beng û sînorên li pêş me didomin. Li Stenbolê çalakiya KESK'ê ya Bakirkoy û Kadikoyê rastî qedexeya Valilitiyê hat û piştre jî rastî mudaxaleyê hat. Walîtî qanûna bingehîn nas nake. Em vê helwesta rayedaran şermezar dikin."