COLEMÊRG - Di cînayetên kar ê avahiyên TOKÎ yên Geverê de, Mehmet Avci û Abdulazîz Çîftçî jiyana xwe ji dest dan û Habîb Ay jî birîndar bû.
Di saetên serê sibê de, di avahiyên TOKÎ yên Taxa Esenyurt a navçeya Gevara Colemêrdê tên avakirin de, du qezayên cûda rû dan. Mehmet Avci yê 43 salî û Abdulazîz Çîftçî yê 40 salî ku di înşaeta avahiyê de dixebitîn ji qata 9’emîn ketin û bi giranî birîndar bûn. Li heman herêmê Hebîb Ay ê 41 salî jî di înşaetekê cûda de ji ber qezaya kar birîndar bû. Ambulansa hat cihê bûyerê Ay rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê dermankirin wî didome.
Derbarê bûyeran de lêpirsîn berdewam dikin û karkerên di înşaetê de dixebitin, diyar kirin ku ji bo ewlekariya karkeran, tedbîrên baş tuneye û bertek nîşanî vê yekê dan. Hat zanîn ku bavê 4 zarokan Abdulazîz Çîftçî, li ser nifûsa Geverê û Mehmet Avci jî li ser nifûsa Dara Yêne ya Çewlikê qeyd kiribûn.
Di heman demê de xebatkarên şantiya rê ya Şaredariya Bajargeha Geverê, Necmettîn Duzce yê 42 salî û Seyfettîn Engudar di qezaya karde jiyana xwe ji dest dabûn.