AMED - Şaxa ÎHD û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin, di hefteya 487’emîn de çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiya vê heftê de rêveber û endamê MYK'a ÎHD’ê Prz. Muhterem Suren hat bibîranîn.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û Faîl bên darizandin” di hefteya 487’emîn de çalakiya rûniştinê li avahiya şaxa ÎHD’ê pêk anîn. Xizmên windayan û parêzer beşdarî çalakiyê bûn, rêveberî û endamê MYK a ÎHD’ê Muhterem Suren bi bîr anîn. Berî daxuyaniyê dengê Suren ê di demên cûda di çalakiyên li dijî cînayetên kiryar nediyar de axivî, hat guhdar kirin. Dûrê rêveberiyê ÎHD’ê Hasan Yalçin daxuyaniya vê hefteyê da û derbarê têkoşîna Sûren a li dijî binpêkirinên mafan dayî vegot. Yalçin, diyar kir ku hevalê wan Suren bi salan li dijî binpêkirinên mafan têkoşîna edaletê bi rêve bir û wiha got: “Di vê têkoşîn de yên mîna Metîn Can, Hasan Kaya, Şevket Epozdemîr û Tahir Elçiyan bedelên mezin dan û di şertên herî zor de bûn dengên xizmên windayan. Me heval, rêveber û rêhevalê xwe Suren ê keda wî di vê tekoşînê de heye, bi xemgiyenek mezin winda kir.”
'BI CESARET TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM DIKIR’
Yalçin, anî ziman ku di çarçoveyê têkoşînê de wan Suren tim bi fedekarî û keda wî nas dikirin û wiha domand: “Suren bi dilgermî û samîmiyek mezin parêzertiya mexdûrên kiryar ne diyar, kesên hatin girtin û binçavkirin dikir. Suren tim digot ‘Divê rastî derbikeve holê. Qanûnên tên derxistin, ji bo sergirtina sûcên dewletê ne. Em ji ber vê yekê bi israr behsa heqîqet û rastiyê dikin. Ji ber ku heya hiqîqet dernekeve holê û rastî neyê cih, dê bûyerên nû derbikevin holê. Eynî mîna Roboskê û bodrumên Cizîrê.’”
'EMÊ TÊKOŞÎNA WÎ BERDEWAM BIKIN'
Yalçin, da zanîn ku Suren tim ji bo ÎHD’ê digot “Dibistana me” û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di meha Hezîranê de dost, rêheval û parazvanekê mafê mirovan ê mîna Suren winda kirin, ji bo me pir bi êşe. Emê tim aqûbeta windayên xwe bipirsin. Em ê berpirsiyarên wan ceza bikin û avheya tarî ya bû sedem te ji nava me bigire, belav bikin û em ê bihara ku te behsê wê dikir vuguherînin hêviyê. Ji bo vê yekê em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.
Di heman demê de Baroya Amedê û Şaxa ÎHD’ê dê di 10’ê Hezîranê roja Yekşemê de li Mizgefta Ehmetdê Xanî ya Dîclekentê dinavbera saetên 09.00 û 18.00’an de tazî dane.