Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin

  • rojane
  • 14:17 9 Hezîran 2018
  • |
img
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan tev li mîtînga HDP'ê ya Mûşê bû û hikûmeta AKP'ê rexne kir. Buldan, anî ziman ku ji ber Demîrtaş tê xewna Erdogan, Erdogan di mîtîngan de dîrok û navê bajaran tev li hev dike û wiha got: "Ji ber wêrekî û siyaseta Demîrtaş, Demîrtaş bi şev û roj tê xewna Erdogan. Ew wisa fikirîn ku bi kuştin, girtin û binçavkirinê dê me xelas bikin. Lê nizanin ku her em tên girtin û kuştin em bêtir zêde dibin." 
 
Rêxistina HDP'ê ya Mûşê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de li Mûşê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Mîtîngê bi guhdarkirina muzîkê dest pê kir. Piştre axaftina Namzetê Serokomariyê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş a mîtîngê ku bi riya telefonê bi malbata xwe re parve kiribû hat guhdarkirin. Piştre namzetên HDP'ê yên Mûşê Gulîstan Koçyîgît, Mensur Işik, Şevîn Çoşkun, Adnan Topçu û Hevseroka Giştî ya HDP'ê 
Pervin Buldan derketin ser dikê û gel slav kirin. 
 
KOÇYÎGÎT: ÎKTÎDARÊ TENÊ SOZA ŞER XIZANÎ Û BETALIYÊ DA GEL
 
Namzeka HDP'ê Gulistan Koçyigit, gel silav kir û wiha got: "Duh li vir mîtîngek hebû. Li gel ku her kes bi maşîneyan ji bajarên derdorê kişandin vir jî dîsa qat li vir vala bû. Ji ber ku kesên li vir axivîn gotinek wan tune bû. Tenê tiştek weat kirin. Ew jî bêtir şer, bêtir kuştin, bêtir xizanî waatî gelê Tirkiye kirin. Ji ber vê yekê gelê me eleqe nîşanî wan nade. Lê em li vir soz didin we. Em dê bibin bersîv û karê me yê di 7'ê Hezîranê de nêvî mabû em dê temam bikin. Gelê Mûşê biryar daye û dibêje Temam. Em zêde tiştekî naxwazin em mafên xwe dixwazin. Divê hûn jî li sindoqan û dengê xwe xwedî derkevin. 
 
IŞIK: EM DAYIKA TAYBET JI BÎR NEKIN
 
Namzetê HDP'ê yê Mûşê Mensûr Işik jî derket ser dikê û gel silav kir. Işik, anî ziman ku ji ber krîza aborî û siyasî bi lez biryara hilbijartinê girt û xwest bi hîleyan disa bi ser bikeve û 5 salên din li îktîdarê bimîne. Lê îro ji ber vê tevlêbûn û coşa we îro îktîdar poşman bûye ku biryara hilbijartinê girtine. Divê em Dayika Taybet ji bîr nekin. Cenazeyê wê yê li kolanê man ji bîr nekin. Ew cenaze bi fermana Serokomar, Serokwezîr, Walî û Qeymeqam 7 rojan li ber çavên zarokên wan li erdê ma. Ew cenaze ne tenê yê Dayika Taybet bû, wîcdan li wir bû. Me wekî HDP'ê biryar da ku pirsgirêkê bi riya diyalog û muzakareyan li ser maseyê çareser bikin. Em hêj li pey vê rêbazê ne. Lê AKP'ê li şûna çareseriyê qeyûm tayînî şaredariyan kir, wekilên me û hevserokên me avêtin zindanê. Çima ji ber ku hemûyan siyaseta demokratîk dimeşand. Em dibêjin rizgariya vî welatî hurmet nîşandayîna gelê kurd e. Lê hikûmeta faşîst bê hurmetiyê li dijî gelê kurd ê Sûriye û Iraqê jî bê rûmetiyê dike.  
 
XEMA WEKÎLÊ AKP'Ê YÊ MÛŞÊ NE GEL E 
 
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî derket ser dikê û gel bi kurdî silav kir. Buldan, anî ziman ku îro Mûş bêtir xweş û rengîn e û wiha got: "Ji ber ku hûn îro li vir in. Min 3 silavên cuda ji were anîn. Min Silavek ji Girtîgeha Kandirayê ji Bûrcu Çelîk Ozkan ji were anî. Min salek ji Ewropa Ahmet Yildirim ji were anî. Min silavek jî Manîsayê ji Namzetê me yê Manîsa Sirri Sakik ji were anî. Em dizanin herî zêde gelê Mûşê êş û jan ji polîtîkayên AKP'ê kişand. Herî zêde gelê Mûşê rastî înkarê hat. Burçu Çelîk ji keça wê ya 3 salî û gel qut kirin û şandin Girtîgeha Kandirayê. Birêz Ahmet Yildirim ku nûnerê wê yê Enqereyê bû wekîltiya wî xistin. Bi sedema ku heqaret li Serokomariyê kiriye. Lê îro wekîlên li meclîsê ku heqaret li Serokomar nekirine tune. Yê herî zêde heqaretê li Erdogan dike Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ye. Lê îro milê wan di hev de ne û bûne kankayê hev in. Ji ber ku we tehamul nake wekîltiya wekîlên we dixin. Mi Mûşê 3 wekîl hebûn. 2 wekîl jê HDP'î bûn. Wekîlek jî AKP'î bû. Wekîlê AKP'ê yê Mûşê tenê carekê derket ser dikê. We jî ji bo sond bixwe derket kursiyê. Ji ber ku derwê wan ê gel tune. Derdê wan ewe ku çawa bêtir malê dewletê bixwin. Bêtir nelirêtiyê bikin. Lê fikara wekîlê me gel e. Bêtir bibin bersîv û daxwazên gel . 
 
Gelê Mûşê nikare çandiniyê bike. Esnafê Mûşê nikare sifteha bike. Gelê Mûşê bi betalî û xizaniyê re têdikoşe. Serokomar radibe dibêje ku dê kratxaneyan veke. Lê gelê Mûşê kratxaneyan naxwaze. Kar dixwaze. Lê karê wan firandina F-16'an e. Lê gelê Mûşê û gelê Tirkiye şer naxwaze. Kar û hilberînê dixwaze. Me got aştî em avêtin zindanê. Me got çareserî em binçav kirin. Wisa fikirîn ku me bigirin dê me biqetînin. Lê nizanin ku her em tên girtin em bêtir zêde dibin. Gelê Mûşê faîlê mechûl dizane. Girtin, binçavkirin û kuştinê dizane. Ne dûrî van tiştan e. Ji ber vê yekê gelê Mûşê ji niha de biryara xwe daye. 
 
Di 16 salên AKP'ê de binpêkirina mafan zêde bû. Kuştin zêde bû. Xizanî û nelirêtî zêde bû. Niha çima OHAL heye. Ji bo ku bêtir xweli îktîdarê bihêlin OHAL'ê dirêj dikin. Welatekî ku bi OHAL'ê bê rêvebirin, welatekî ku wekîl û şaredar girtî bin, welatekî ku qeyûm tayîn bike, welateki ku aborî têk çûbe hileşiya ye. Em dê di 24'ê Hezîranê de bersîva vê yekê bidin. 
 
KOALÎSYONA BI MHP'Ê RE DIJMIMANTIYA KURDAN E
 
Buldan, bal kişand ser koalîsyona AKP û MHP'ê û wiha got "Em dizanin ji bo bêtir dijmimantiya kurdan bikin AKP û MHP koalîsyon ava kirin. Gotin 'Em dê kevir li ser dîwar, serî li ser mil nehêlin' Yên ku vîna me, rûmeta me nas neke û hurmetê nîşan nede em jî hurmetê nîşan nadin. Hêza tu kesî tune ku nasname, vîn û çandakurdan înkar bike. Gelê kurt tu carî serî netewand û dê li dijî Erdogan jî serî netewîne û bîat neke. 
 
Erdogan ji ber ku di xewnê xwe de Selahattîn Demirtaş dibîne, dema diçe Trabzonê dibêje ez li Takot im. Dema diçe Bajarekî din navê bajarekî din dibêje. Ji ber ku ji siyaset û wêrekiya Demîrtaş ditirse navê bajaran û dîrokê tev li hev dike. Ji ber ji Demîrtaş ditirse wî li zindana Edîrneyê dîl digire. 
 
Namzetên serokomariyê yên partiyên din bajar bi bajar digerin tev li mîtîngan dibin. Lê Demîrtaş li Edîrneyê dîl hatiye girtin." 
 
Buldan herî dawî xwest dema çûn ser sindoqê Sûr, Nisêbîn, Gever, Efrîn, Dayika Taybet û tiştê ku AKP'ê bi serê kurdan de anîne ji bîr nekin û 4 wekîlên HDP'ê bişînin meclîsê. Buldan, destnîşan kir ku êdî dema bidawîkirina îktîdara AKP û Erdogan hatiye. Axaftina Buldan û namzetên din bi dirûşmeyan hat qutkirin. 
 
Mîtîng bi muzîkê û siloganan bi dawî bû.  
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/06/2018
12:52 Rojnameger Evran: Hemû artêşê bişînin jî nikarin Qendîlê bixin bin kontrolê
11:07 ‘Li Girtîgeha Rihayê ji muslixê kurmik diherikin’
10:30 Dolmîşa karkeran qeza kir: 4 jê zarok 13 kes birîndar bûn
10:19 Di Şeva Leyletul Qedir de li ‘dijî zilmê’ banga yekîtiyê kirin
09:37 AKP li Şirnexê dengê xwe yê heyî jî winda dike
09:13 Di dema Rewşa Awarte de qada hunerê jî bi çewisandinan re rû bi rû dimîne
09:13 Bangawaziya ji bo hilbijêrên HDP'ê yên derveyî welat: Divê herkes dengê xwe bi kar bîne
09:12 Serê sibehê diçe ezmûnan, êvarî jî tev li xebatên hilbijartinê dibe
09:11 Namzetê HDP'ê Guler: Em ê bibin dengê welatê me yê duyem Rojavayê
09:10 Armanca HDP li Stenblolê 2 milyon deng e
09:09 Li Aydinê hêza HDP'ê li pêş e
09:09 'Çi bikin bila bikin em ê sindoqan biparêzin’
09:00 ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2018'AN
10/06/2018
21:24 Li Enqereyê êrîşî karkerên kurd kirin: Kesekî ji qata 5'an avêtin
18:24 Buldan: Dixwazin bi dengê kurdan gur bibin meclîsê
17:39 Li Bexda depoya sindoqên dengan şewitî
17:27 Xwendekarên hatin derbkirin: Em ê her dem li dijî îşkenceyê bin
17:06 Beşdarên mîtînga Kartalê: Em ê karê nîvçe mayî temam bikin
16:36 Temellî: Em ê destpêkê pirsgirêka Erdogan çareser bikin
16:11 Konca: Jinên Kurd dê hişmendiya tekparêz di sindoqan de veşêrin
15:42 Baro û ÎHD'ê taziya Prz. Suren qebûl kirin
14:35 Kerestecîoglu: Cîhan dê bi jinan biguhere
14:34 Li Buca êrîşî buroya HDP'ê kirin
13:52 Bîrdal: Girtiyên nexweş nabînin, dixwazin girtiyên li dijî gel sûc kirine berdin
13:27 Li Girtigeha Bolu provakasyona ‘isyan’ê dikin
12:52 Mizrakli: Pêdivî bi aştiyê heye û mîmarê wê jî Ocalane
12:45 2 kes li Ceyhanê hatin girtin
12:19 Di bîranîna 10'ê Cotmehê de: Emê di 24'ê Hezîranê de hesap bipirsin
12:03 Jinên rastî êrîşê hatin: Em ê bi heman coşê xebatên xwe bidomînin
12:02 Jinên Cizîrî yên kolan kirin şûnwar: Em ê desthilatdariyê birûxînin
11:45 Ji bo Siyasetmedarê kurd Penahî kampanya
11:35 Li ser giliyê HDP'ê posterên Erdogan rakirin
10:42 Hevşaredara bi destê qeyûm negirt rastî ceza hat
10:20 Şivanan: Em fermandarê îşkence li me kir dinasin
10:00 'Aqûbeta hat serê Gulen dê bê serê Erdogan jî'
09:19 Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin
09:17 Li Êlihê bayê ‘sifir pênc’
09:16 'Ger bibim wekil ezê li dijî serdestiya mêr û talankirina xwezayê têbikoşim'
09:14 Atay: Em dê kolanê bibin meclîsê û meclîsê jî daxin kolanan
09:12 'Em li şûna sozê bidin, dawetî têkoşîna hevpar dikin'
09:11 Karkerên sîvan: Hemû karker li dora HDP’ê bibin yek
09:09 Namzetê HDP'ê Pekoz: Ger hûn rojên aram dixwazin bêjin HDP
09:08 Namzetê HDP'ê Gerçek: Roja 24'ê Hezîranê roja xerakirina saltanatê ye
09:06 Namzetê Hatayê Nalbant: Li dijî pişavtin, înkar û îmhayê dengê xwe bidin HDP’ê
09:04 Bang li hembajariyên xwe kirin: Ji bo siberoja xwe deng bidin HDP'ê
09:03 Li Hatayê hedefa HDPê 3 wekîlin
09:01 ‘Em çawa diçin pincar em dê wisa biçin ser sindoqan'
09:00 ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2018'AN
09/06/2018
21:29 Her ku hilbijartin nêzîk dibe xebatên HDP’ê bi lez dibe
16:27 Xwîner û îmzevan: Ji bo ‘Seher’ê em kêfxweş in
Lê ragirtina Demîrtaş me xemgîn dike
16:11 Platforma Şaxan a KESK'ê ya Wanê zext şermezar kirin
16:10 Li Geverê di hefteyekê de 4 karker mirin
15:48 Hat xwestin ku girtiyên nexweş Çelîk û Kartal bên berdan
15:29 Rûniştina F: Mehek e agahî ji Erez tune ye
15:07 Saçilik: Me cesaret ji zarokê rastî îşkenceyê hatin girt
15:06 Bi îtîraza HDP'ê guhertina cihê 26 sindoqên Nisêbîn û Midyadê rawestiya
14:44 Aqûbeta cenazeyê Guney ê piştî îdamê hat windakirin pirsîn
14:43 Di çalakiya xizmên windayan de Prz. Suren hat bibîranîn
14:17 Buldan: Her ku em tên girtin em bêtir zêdetir dibin
13:41 Demîrtaş: Namzetiya min ji ya Erdogan xurtir e
13:17 Mîtînga HDP'ê ya Mûşê bi coşek mezin dest pê kir.
12:59 Polîsan li Şirnexê bi ser malan de girt û 4 kes binçav kirin
12:39 Piştgiriyek din ji bo HDP û Demîrtaş zêde bû
12:27 Komisyona Zarokan a ÎHD’ê: Di 16 salan de 440 hezar zarok welidîn
12:12 Li Şirnexê şer derket: Polîsekî tîmê taymet jiyana xwe ji dest da
12:07 'Ji xwe em ji sedî 100 deng didin HDP'ê, ji bo me benzînê xerc nekin'
11:43 Ciwanê HDP'î yê milê wî hat şikandin: Gule jî nikare min rawestîne
11:37 HDP’ê ji bo peywîrdarên sindoqan pirtûk çap kir
11:09 Walîtiyê ji bo Erdogan mitînga HDP’ê betal kir
10:33 Polîsan bi maşîneyên zirxî di 16 mehan de 21 kes kuşt û 36 kes birîndar kirin
10:31 Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel
10:23 Gelê Arnavutkoyê: AKP serdema dawî dijî
10:22 Xwendekarên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
09:30 Li Çewligê bayê guherînê hêl dibe
09:30 Di 24'ê Hezîranê de surprîzên Xarpêtê hene
09:29 Agirî: Tekane riya xelasiya ji krîza aborî û siyasî HDP ye
09:26 ‘Em dikarin bi dengên xwe Demirtaş ji girtîgehê derxînin'
09:25 Di nav ewqas mêr de çayfiroşek jin
09:23 Hilbijêrên Îdirî: Yê li tembûrê dixe girtiye, yê pereyan didize li derve ye
09:21 ‘Ji bo gelê Bedlîsê HDP cihê hêviyê ye'
09:19 Li Wanê dema berhevkirina gêzikan e
09:19 Eliaçik Êdî kes ji cemaetên Erdogan jî bawer nake
09:18 Nivîskarê rojnameya Kararê Kahveci: Dê fatura krîzê li gel bibirin
09:00 ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2018'AN
08:44 Li dijî maşîneya leşkerî êrîş: Leşkerek mir û 3 leşker jî birîndar bûn
08/06/2018
23:01 Nivîskar û siyasetmedar dê kurdiya 'Seher'ê îmze bikin
19:49 Dê Demirtaş li girtîgehê di TRT'ê de biaxive
18:42 Daxwaz malbatan a ji bo çûyîna Îmraliyê hat redkirin
16:33 Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye
16:25 Karkerên demsalî piştevaniya veguhezandinê xwestin
16:12 ‘Fîkandina kurdî' li dadgeha cezayên giran hat darizandin
16:03 Dayikên Aştiyê wê li ser navê Leyla Guven bixebitin
15:54 Buldan: Gefên li dijî Mexmûrê heqareta li dijî gelê kurd e
15:51 Parêzer Suren hat definkirin
15:29 Qeyûman hemû derfet ji bo buroyên AKP-MHP’ê seferber kirin
15:24 Polîsan xaza îsotê avêt ser HDP'îyan
15:15 Belavkarên rojnameyê derketin pêşberî dadgehê
14:52 Ji bo hilbijêran banga 24’ê Hezîranê: Deng bide neçe û xwedî li sindoqa xwe derkeve
14:51 'Di 2013'an de der barê bersûcê Komkujiya GAR'ê Durmaz de biryara girtinê da lê...'
14:27 Demirtaş bersiv da pirsên şopdarên xwe yên twitterê