ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî operasyona leşkerî şer derket. Di şer de polîsekî tîmê taybet mir û leşkerek birîndar bû.
Li Geliyê Bestayê yê Şirnexê li kontara Çiyayê Kavalê piştî leşker û polîs derketin operasyonê şer derket. Di şer de de polîsekî tîmê taybet jiyana xwe ji dest da û leşkerek birîndar bû. Birîndar bi helikopterê rakirin nexweşxaneya dewletê ya Şirnexê. Polisê bi giranî birîndar bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Li herêmê tevgera hewayî didome.