Êriş hatin protestokirin: Deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava

  • rojane
  • 15:52 12 Kanûn 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin protestokirin û di çalakiyan de hate gotin ku bi êrişan modêla jiyana demokratîk hedef tê girtin û bang li her kesî hate kirin ku deng bidin têkoşîna azadiyê ya Rojava. 

Çalakiyên protestokirina êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. 
 
WAN
 
 
Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi daxuyaniyekê hatin şermezarkirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û bi sedan kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rojava em in, em ji bo Rojava dimeşin” û dovîzên “Bijî berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkerî, talan û komkujiyên li Rojava û Sûriyeyê re”, “Rojava Jin jiyan azadî ye”, “Em ji bo Rojava li ber xwe didin” û “An jiyaneke azad yan jî berxwedaneke biheybet” hatin hilgirtin. 
 
Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Jin Jiyan azadî, azad dike Rêbertî” û “Bi berxwedanê ber bi serkeftinê ve” hatin berzkirin û sirûdên “Girtiyên Azadiyê”, “Gulên  Sor”, “Li Mêrdînê, li Bagoke”, “Sirûda Rojava” bi yekdengî hatin xwendin. Metna çapemeniyê ji hêla Rêvebera DBP’a Wanê Evîn Babûr ve hate xwendin.
 
‘BÊDENG NEMÎNIN’
 
Evîn Babûr diyar kir ku bi hedefgirtina bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re krîza li Sûriyeyê girantir bûye û wiha domand: “Xwedîderketina li Rojava û dijderketina li hemberî polîtîkayên şer û qirkirinê ne tenê berpirsyartiya gelê Kurd lê berpirsyartiya gelên Tirkiye û cîhanê jî ye. Ji ber ku hedefgirtina Rojava, hedefgirtina daxwaza azadî û demokrasiyê ya gelan e. Hedefgirtina Rojava, di heman demê de derbekî li dijî pêkvejiyan û hevjiyana azad e. Erk û berpirsyartiyeke dîrokî ya her kesî ye ku li dijî van êrişan bisekine. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî êrişan bêdeng nemînin, li dijî şer derkevin û deng bidin têkoşîna azadiyê.” 
 
‘XWEDÎ LI ROJAVA DERKEVIN’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku hêzên serdest, kapîtalîst û emperyal li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi destê hêzên paramîlîter şerekî qirêjî dimeşînin û ev tişt anî ziman: “Bedela herî giran a van şeran jî jin û zarok didin. Li Rojava bi pêşengtiya jinan felsefeyeke jiyana azadîxwaziya jinê û ekolojîk hate avakirin. Em bûn şahid ku piştî ev modêl ketî meryetê, welatî di nava aramiyê de jiyan. Divê her kes rêzê ji bo mafê jiyana demokratîk a li Rojava bigire û piştgiriyê bide. Sedema esasî ya êrişên li dijî Rojava, li dijî modêla jiyana demokratîk e. Rojava, rûmeta me ye. Di serî de jin û ciwan, banga me li her kesî ew e ku li dijî vî şerê qirêjî xwedî li Rojava derkevin û piştevaniyê bikin.” 
 
Daxuyanî, bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 
ŞIRNEX
 
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hatin şermezarkirin. Endam û rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên navend û navçeyan, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA'yê û bi sedan kes tev li bûn. Di meşê de pankarta “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin. Her wiha dovîzên "Bijî berxwedana Rojava" û “Rojava şoreşa jinê ye” hatin hilgirtin. 
 
Girseya ku li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê ku bû heta Kawşaxa Dortyolê meşiya. Di meşê de dirûşma “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin birêzkirin. 
 
Metna çapemeniyê ji aliyê hevseroka DEM Partiyê ya Şirnexê Nûrcan Alturk ve hate xwendin. Nûrcan Alturk, diyar kir ku divê modela neteweya demokratîk a li Rojava hatiye avakirin bê parastin û wiha axivî: “Armanca me ya bingehîn ew e ku em vê tekoşînê mezintir bikin. Yekemîn hedef û armanca me ev e. Xwedî li Rojava derketin û li dijî polîtîkayên şer sekinandin ne tenê di berpirsyariya gelê Kurd, di berpirsyariya hemû gelê cîhanê ye. Çimkî hedefgirtina Rojava hedef girtina daxwaza azadiyê û demokrasiyê ye. Li hemberî vê hişmendiyê sekinandin peyvira me hemûyan a dîrokî ye.” 
 
Nûrcan Alturk, di berdewamê de bang kir ku hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li dijî qirkirinê û şerê sûc dengê xwe bilind bikin. 
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû. 
 

Sernavên din

16:24 Dewleta tirk Bendava Tişrînê bombebaran kir: Sivîlek hat qetilkirin, 10 jî birîndar bûn
16:18 Ji bo girtiyê nexweş Ustek bang li ÎHÎK’ê kir
15:19 Li sê bajaran 7 kes hatin binçavkirin
15:14 Li Îzmîrê doz li 25 kesan hate vekirin
15:12 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî komkujiya li Tişrînê daketin qadan
14:58 'Gel dê qeyûm bişîne cihê jê hatiye’
14:48 Bombebarana li Tişrînê didome
14:38 Kaloyê Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Pêkhateyan piştgirî dan kampanyayê
13:39 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Danişîna rojnamegeran hate taloqkirin
12:55 Tulay Hatîmogûllari: Heke dewlet xeta diyalogê pêş bixe dê çareserî bibe
12:52 Jinên li Tişrînê li ber xwe didin: Em ê rê nedin dagirkeriyê
12:36 Pervîn Buldan: Ocalan dê ji bo jinan bangekî taybet bike
11:29 Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê: Mercên azadiyê yên Abdullah Ocalan pêk bînin
11:14 HDK’ê kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ da destpêkirin
10:56 Prof. Cavalli: Heta garantî neyê dayin tu wateya banga berdana çekan nîne
10:47 Ji bo Hevşaredara Hênê ceza hat xwestin
10:46 Doza Abdullah Zeydan taloqî 30’ê Çileyê hat kirin
10:21 'Divê muxalefet ji bo çareseriyê têbikoşe’
09:38 Meteorolojiyê ji bo barîna berfê xelkê Serhedê hişyar kir
09:34 Şaredarê Beşîktaşê Akpolat birin edliyeyê
09:21 Nexweşxaneyê ji ber 40 hezar deyn pitika filistînî 'dîl' girt
09:19 Bihayê motorînê hat zêdekirin
09:14 Serokê Rûmetê yê ÎHD'ê Bîrdal: Divê gavên pêbawer bên avêtin
09:00 Têkoşîna heqîqetê ya Kalo didome
09:00 Ceza li kesên tev li merasîma cenaze ya Mîr Perwer bûbûn hat birîn
09:00 Dîwarê medreseya ku nehat restorekirin hilweşiya
09:00 ROJEVA 16’Ê ÇILEYA 2025’AN
15/01/2025
16:10 Tevî êrişan jî gel Bendava Tişrînê bernade
15:41 Nivîskar Leyla Saraç li Cizîrê bi xwînerên xwe re hat cem hev
15:35 Derket holê ku berpirsê cînayetên li Edeneyê polîs e
15:21 Rapora girtîgehan: Li girtîgehên Anatoliyaya Navîn miameleyeke dermirovî li girtiyan tê kirin
14:54 'Şandina pereyan a ji girtiyan re sûc nîne'
14:45 HTŞ’ê li Şamê êrişî Kurdan kir
14:24 Derdora Bendava Tişrînê hate bombebarankirin
14:21 Erdogan dîsa gef xwar
14:06 Qeyûmî ji her ‘hilbijêrekî xeyalî’ re 2 midûrtî da
14:02 HSD: 18 çete hatin kuştin
13:47 ‘Em ê li dijî qeyûman serî netewînin’
13:33 DEM Partî: Em piştgiriyê didin Baroya Stenbolê
13:26 Şandeya Îmraliyê: Em ê di demekî nêz de serlêdanê bikin
12:08 Bozan: Qeyûm ji bo rantê tayîn kirin
11:29 Abdullah Ocalan: Heke dewlet cidî nêzî min nebe, nikare encama rast bi dest bixe
11:28 Sembola berxwedana jinên kurd
10:55 Erebeya astengdaran nadin girtiyê nexweş
10:54 Li dijî qeyûm li ber xwe didin: Em dev ji îradeya xwe bernadin
10:16 Madeya ku 2 caran hat betalkirin hêj di meriyetê de ye
09:34 Îmzevanên metna aştiyê Ustercî: Pir rast e ku muzakere ji Îmraliyê dest pê bike
09:33 Parêzer Gulîzar Tûncer: Divê pêvajo bê şênberkirin
09:23 Ji bo Serhedê hişyariya barîna berfê
09:10 Ji KNK’ê seferberiya Yêkitiya Netewî: Konferanseke netewî Lezgîn û jiyanî ye
09:08 Foza Yûsif: Garantiya yekitiya axa Sûriyeyê em in
09:03 Ahmet Yaman: Xalên ji bo çareseriyê firsendeke mezin pêşkêş dikin
09:00 ROJEVA 15’Ê ÇILEYA 2025’AN
14/01/2025
16:55 Li Êlihê tayînkirina qeyûm hate protestokirin
16:02 Amedsporê giliyê Umît Ozdag kir
15:59 Li Îzmîrê çalakiya nobetê hate destpêkirin
15:31 Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Wanê hatin protestokirin
15:31 Girtiyê nexweş: Derman nayên dayin, em terkî mirinê kirin
15:16 Li Sûrê loqenteya gel hate vekirin
15:00 HSD: 28 çete hatin kuştin, 5 erebe hatin îmhakirin
14:29 Ji bo Kasim Taşdogan cezayê strana kurdî
14:21 Bakirhan: Deriyên Îmraliyê vekin
13:51 Bayindir: Hûn an dê çareseriya demokratîk esas bigirin an jî mûxatabiya we namîne
13:22 Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin
12:55 Nobeta li Bendava Tişrînê di roja 7’an de didome
12:43 Bakirhan ji Erdogan re got: Hizûra Amedê çareseriya demokratîk e
12:29 Wezîrên HTŞ'ê dê sibê bên Tirkiyeyê
11:28 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:07 Tu agahî ji kolberên hatin binçavkirin nayên girtin
10:23 WANA’yê ji bo Pexşan Ezîzî bang kir
09:24 Paula Martîn Ponz: Fikrên Ocalan dikarin aştiyê bînin hemû cîhanê
09:15 Kocabiyik: Ji bo pêşketina pêvajoyê divê ziman û mejî biguhere
09:00 ROJEVA 14’Ê ÇILEYA 2025’AN
08:54 Li Los Angelesê hejmara miriyan derket 24’an
08:42 Hevşaredarê Peyasê Dundar ji girtîgehê derket
13/01/2025
21:17 Polîsan êrişî protestokirina qeyûm kir: Girseyê dorpêçê şikand
21:12 Mazlûm Ebdî nûnerê Mesûd Barzanî qebûl kir
20:11 Li Amedê sersal hat pîrozkirin
19:55 Sirri Sureyya Onder: Dema dewlet zelal bibe wê pêvajo dest pê bike
19:33 Li gelek bajaran protestokirina qeyûman: Hûn ê li hemberî vê vînê winda bikin
18:31 Der barê Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar de biryara berdanê
15:29 QSD'ê: Di nava 24 saetên dawî de 23 çete hatin kuştin
15:02 Li Akdenîzê gel guh neda bendan
14:25 Leyla Guven: Em amade ne tevkariyê li pêvajoyê bikin
14:12 DEM Parti: Qeyûm înkarkirina vîna gel e
11:57 Karê ewil ê qeyûm: Wêneyê Erdogan daleqand
11:50 Şaredariya Beşîktaşê hat dorpêçkirin
10:58 Li gundên Geverê operasyona leşkerî
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2025'AN
08:46 Xwebûn bi manşeta ‘Êriş û aştî bi hevre nabin’ derket
08:13 Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
06:47 Hevşaredarên Akdenîzê hatin girtin: Em biryarê nas nakin
12/01/2025
16:57 Meclisa Jinan a Konseya Bajar a Amedê rêveberiya xwe diyar kir
16:08 Şahidên 14’ê Tîrmehê: Li dijî qeyûm em bi ruhê zindanê li ber xwe bidin
15:54 Li Îzmîrê pîrozbahiya Serê Salê
15:53 Protestoya li pêşiya edliyeyê didome: Îdiayên vala ne
15:12 HSD: 23 çete hatin kuştin, 36 jî birîndar bûn
15:11 Li Pîranê şitil hatin danîn